Ji ciwanên Başûr banga beşdarbûna pêngava ‘Serî Hilde’

4d960e5135

Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê gotin: “Em bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ ya Komelên Ciwan dane destpêkirin, bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJACIWAN

Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar pêngava Komelên Ciwan a ‘Serî Hilde’ silav kirin û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin ku tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin.

Di daxuyaniya ciwanan wiha hat gotin; “Divê hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê di vê dema dîrokî de bedşarî pêngava ‘Serî Hilde’ ya Komelên Ciwan daye destpêkirin bibin. Em ê bi pêngava azadkirina Rêber Apo re welatê xwe û gelê xwe bigihînin azadiyeke mîsoger.”

‘Em ê bênavber di nav çalakiyan de bin’

Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer ên Ciwan ragihandin ku wê çalakiyên wan ên ji vê şûn ve li ser bingeha pêngava ‘Serî Hilde’ bên pêşxistin.
Daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Ji niha û şûn ve em ê hemû çalakiyên xwe li ser bingeha azadiya Rêbertî li dar bixin. Em ê bênavber di çalakiyê de bin û qada Başûrê Kurdistanê veguherînin qada serhildanê.”

Berî niha çend rojan Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bi dirûşma “Duh zû, sibe dereng, îro dema we ye” dest bi pêngava ‘Serî Hilde’ kirin. Komelên Ciwan ragihandibû ku ew vê pêngavê ji bo azadiya Rêber APO û hemû hewldanên dagirkeriyê yên li dijî çar parçeyên Kurdistanê dane destpêkirin.

Ji bo Başûrê Kurdistanê jî hatibû gotin ku wê çalakî bi armanca derxistina hêzên dagirker ên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, bên lidarxistin.