Ji ciwanên Germiyanê banga tevlîbûna pêngava ‘Serî Hilde’

Di çarçoveya tevlîbûna pêngava “Serî Hilde” de Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajaroka Kelarê çalakî dan destpêkirin.

KELAR (BOTAN GERMIYAN) – ROJACIWAN

Ev du roj e li Parka Leyla Qasim a bajaroka Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê, di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” de bi dirûşma ‘Heya azadiya Rêber Apo ji bo şikandina zîhniyeta zilamsalar li dijî faşîzmê Serî Hilde’, çalakî dan destpêkirin.

057ee436ce

 

Endamê Komelên Ciwanên Welatparêz Armanc Germiyanî têkildarî çalakiyên ku dane destpêkirin ji ajansa me re axivî û ragihand: “Em weke Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên têkoşer, me çalakiya kon vedanê ji bo azadiya Rêber Apo da destpêkirin. Di çarçoveya pêngava ‘serî hilde’ de hinek çalakî hatine kirin û berdewam dikin heya azadiya Rêber Apo. Ji ber ku ev çend sal e ji aliyê dewleta faşîst a AKP’ê ve Rêber Apo hatiye tecrîdkirin. Em ji vir jî bang li tevahî jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê pêngava Serî Hilde bibin.”

 

fa40a37c44

 

Ciwanê ji bajaroka Kelarê Mîran Ehmed jî ku beşdarî vê çalakiyê bûye daxwaza azadiya Ocalan kir û wiha axivî: “Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelên bindest e. Banga min ji tevahî gelê Başûrê Kurdistanê re ew e ku bêdeng nebin û beşdarî vê pêngavê bibin. Ji ber beşdariya her ferdek ji çalakiyeke wisa re tirsekê dixe dilê dijmin.”