Ji ciwanên Kobanê hemle

KOBANE-HEMLEYA-CIWANAN5

YCR Kobanê bi armanca bilindkirina morala ciwana û rêxistinkirina wan dest bi hemelya “ Ger ne tu bî wê kî be, ger ne niha be wê kengî be“ dest pê kir. Hemele beriya niha li kantona Cizîrê hatibû destpkirin.

KOBANÊ – ROJACIWAN

YCR Kobanê bi armanca bilindkirina morala ciwana û rêxistinkirina wan dest bi hemelya “ Ger ne tu bî wê kî be, ger ne niha be wê kengî be“ dest pê kir. Hemele beriya niha li kantona Cizîrê hatibû destpkirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji duh ve dest bi hemeleyê kir. Di hemeyê de şanogerî û çalakiyên hunerî, her wiha fîlmên dîkomênterî li ser rola ciwanan di civakê de tên pêşkêşkirin. Di vê çarçovê de, YCR`ê şahiyek li gundê Donîza Biçûk bi beşdarbûna dehan ciwanên lidar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê şanogeriyeke biçûk li ser çawaniya ciwanan û jiyana wan di vê demêd e pêşkêş kir. Paşê Koma Şehîd Demhat a girêdayî YCR`ê ya Kobanê 3 şano li ser girîngiya tevlêbûna ciwanan a nava refên YPG / YPJʹê û beşdarbûna ciwana a nava Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pêşkêş kirin.

Endamê YCR Şoreş Berkel têkildarî sedemên destpêkirina hemleyê wiha axivî: ʺHemleya ku Yekîtiya Ciwanan daye destpêkirin armanc dike ku morala ciwanan û rêxistinkirina wan di nava meclîsên gund û taxan de beriz bibe, her wiha tevlêbûna wan a nava refên YPG`ê û YPJ`ê jî zêde bibe.ʺ
Berkel di axaftina xwe de destnîşan kir ku hemle dê li tevahî gundên Kobanê pêk were û paşê jî û çalakî li bajarê Kobanê bi dawî bibe.

Şoreş Berkel di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanên Rojava kir ku piştgiriya YPG/YPJʹê bikin û cihê xwe di nava Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bigirin.

Li dawiya şahiyê sînevizyonek li ser xebat û berxwedana Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û hin tabloyên derbarê ciwanan û rola wan di pêşengiya civakê de hatin pêşkêşkirin.

Hemeleya Ciwanan berê bi heman navî li kanotna Cizîrê jî hatibû destpêkirin.

Facebook Comments