Ji Deryayeke Dilopeke Vegotin Şehîd Çiyager

c387c4b0YAGER_11_

Kesayeta şoreşger a PKK, jiyankirina rihê PKK’ê di hevalê Çiyager de hebû. Gerîlayê demê yê çiya û yê bajêr bû. Di hevalê Çiyager de ev kesayet hatibû sitrandin, di wê de pijiyabû û gihiştibû lûtkeyê…

STÊRKA CIWAN (Raperîn Engîzek) – ROJACIWAN

Hevalê Çiyager ji Êlihê bû, hevalekî bejin dirêj, çavşîn bû. Rêngê wî di navbera zer û spî de bû, lê dema bi hêrs bibûya ber sorbûnê ve jî diçû. Beriya ku em derbasê Bakûr bin di nava saziyê de cihê xwe digirt.

Heval Çiyager xwedî taybetmendiyên cûda cûda bû ku lazime ev taybetmendî bên ziman. Di amadekariya hemleya Bakûr de; di perwerde û meşa me ya ber bi Bakûr de, ev taybetmendî baştir derdiketin holê. Ji hêla rihî û fikrî ve hevalekî kûr bû. Di jiyanê de teyisandina vê jî li ser heval her li pêş bû. Wê demê hin amadekariyên rêxistinê ji bo şerê gelê şoreşgerî hebûn. Ji ber vê pir heval ji bo HPG û YJA-Star’ê hatin vesazkirin.

Hevalên taybet xisleta wan ji bo bajar guncav ku bikarin gel rêxistin bikin, hucreyan avabikin, kesayet avabikin hatin şandin. Di şerê bajaran de, di şerê gelê şoreşgerî de milê esasî avakirina artêşa gel e. Heval Çiyager jî tam di vê demê de ji erka demê re amade bû. Ev hem ji hêla kesayet ve wisa bû, hem jî ji hêla lêhûrbûnê ve wisa bû. Ne kesayeteke nîvçe ku tenê hatiye û beşdar bûye bû.

Perspektîfa demê çi ye? Ji bo Serokatî û gel dê çawa bibe bersiv, dîsa ji bo rêxistinkirinê lazime çi bên kirin, pir milan ve di nav lêhûrbûnekî kûr de bû. Heval Çiyager bi heyecan û coşeke mezin lêhûrbûnên xwe dixistin jiyan û pratîkê. Te digot heval bi salane xwe ji bo vê roj û demê amade kiriye. Xwe bi zanebûnekî mezin -ku ji hemû tiştan re bibe bersiv- tevlê dikir, qet valatî nedihişt, ji her milî ve xwe beşdar dikir.

Hevalekî civakî bû, milên wî yên civakî li pêş bûn. Bi ciwan, jin û mezinan re, bi dayikan re giştî di nav gel de têkiliyên wî hebûn. Heval Çiyager cidiyetek di nava gel de dida avakirin, gel vê cidiyetê hîs dikir, didît, ji ber vê jî bi hûrmet nêzê heval Çiyager dibûn. Di encamê de cidiyet û giraniya heval ji bo kar û jiyanê, hûrmet û cidiyetek xwezayî li hember heval jî dida avakirin. Ev hem ji bo gel hem jî ji bo kadro wisa bû. Qasî digot ewqas jî dikir, herikbar bû. Wê çawa nêzikê kî/kê be pir baş zaniya.

Ev ji bo xebatên saziyê pir girîng bû. Avakirina hûcre, çalakî, îstîxbarat, rêxistinkirin; kîjan kesayet ji bo çi karê dibe baş zaniya, di vê mijarê de pir li pêş bû. Di asteke jor de ji karê xwe re dibû bersiv. Ji ber vê tevlêbûna heval Çiyager pir cevherî bû. Dema encam hatiba girtin heyecana heval di jiyanê de, di tevlêbûnê de xwe pir baş dida nîşandan, lê ger encam nebûya pir nerehet dibû, ew jî di jiyanê de dida hîskirin. Çima nebû, sedem çi bûn, hertim di nava lêgerînekî de bû.

Heval Çiyager, dijmin pir baş nas dikir. Ji bo vê jî, dê tevgera dijmin çawa be pir baş dizaniya. Ji ber vê jî li hember dijmin dikariya tedbiran bigire. Nedigot dijmin xurt e, ev çalakî xeter e, derfetên vê tune, dijmin li vir pir bi rêxistin kiriye. Berovajî li gor vê xwedî nêzîkatî û xwedî tedbîr bû. Di tedbîrên xwe de ne çors, li ser wûrdehiyan zal bû. Bi taybet li ser teknîkê xwedî zanebûn û lêhûrbûnekî kûr bû. Ne tenê ji bo bajar, ji bo çiya jî bi vî rengî bû. Tedbîr wê li hemberê mobese, alici, keşif, cîhaz, çîpîes çi be me zêde nezaniya, lê heval Çiyager ne wisa bû, pir kûr bi baldarî û bi ziravî karê xwe dikir. Naskirina dijmin di hevalê Çiyager de ne li ser mezinbûn û biçûkbûna dijmin bû , li hemberê rêbazên dijmin kite bi kite wê çawa nêzik bibe, tedbiran pêş bixe, xwe û têkilîyên xwe çawa rêxistin bike bi hostayane pêk dianî. Li hemberê dijmin wê çawa tevbigere di vir de xwedî pratîkeke mezin bû. Ji ber vê jî hem dikariya xwe bi parêze, hem jî têkilîyên xwe.

Gerîlatî û fermardariya bajar ku tevgera dijmin dikare ji her hêlê ve felç bike di hevalê Çiyager de pir baş rûnişti bû. Ji mêj ve lêhûrbûneke wiha ya heval hebû û ev lêhûrbûn ne ji rêzê bû. Bi bername, bi rêk û pêk û bi xulukariyeke mezin, bi ziravî nêzîk dibû. Wisa ne seranser bû, xwe ji bo encamên bi serkeftî, bi pratîkê re dikir yek. Ev taybetmendî jî bi her kesê re nabe. Jixwe piranî windahiyên me jî ji ber vê ne.

Heval Çiyager dema li çiya jî bû vala nedisekiniya, ji sabotajê baş fêmdikir, lawaztiya dijmin çi ye, ji kîjan milê ve dijmin lawaz e, di operasyeneke de herî zêde dikare li ku derbê lêde, dikare li ku mayinê deyne, hertim li pêy pirs û bersivan bû. Gelek caran hevalan digotin karê we cûda ne, hûn bi karê xwe re mijûl bin, lê heval Çiyager sekna xwe her berdevam dikir. Her di nava lêgereke de bû. Pêşengtî ji rêvebertiya xwe re dikir. Hertim li hemberê her cûre êrîşên dijmin xwedi nêrîn bû. Xwedî lêhûrbûneke 24 seat bû, hertim bi Serokatî re bû.

Di operasyoneke dijmin a li Ş. Serxwebûn de, Heval Çiyager û du hevalên din diçin cihê operasyonê mayin dikin, tam jî di vegerê de mayin di dijmin de diteqe, dijmin derbek mezin dixwe. Li vir yê pêşengtî dikir heval Çiyager bû. Lêhûrbûnên heval hem li ser çiya hem jî li ser bajaran hebûn. Nedixwest ji rêzê bimîne, dixwest derfeta heyî ya li Bakûr bibe encamê, wa ez çûm bajaran mam ne tenê ev. Ez ê li ku û çawa bikarim li serê zêde bikim, xwe tevlê bikim, li ser vê esasê lêhûrbûnên xwe bi hêz dikirin. Ger kesayeta heval Çiyager bi vî rengî bê nirxandin dê rastir be.

Heval Çiyager nîşan da ku di gerîla de demeke dirêj mayin, kevinbûn ji bo pratîkên serkeftî, encamgir ne şert e. Ger bixwezî encam bigrî lazime tu mejiyê xwe biêşinî. Ji ber vê fermandar û milîtanê demê bû. Hem di şêwaza çiya, hem bajar, hem jî yê dijmin de gerîlayekî afrîner û bi însîyatîf bû.

Peywendiyên heval Çiyager di nav jiyanê de bi hevalên jin re jî pir erênî bûn, fêm dikir, dibû alîkar, dixwest li ser esasên ku Serokatî raber kiriye bi jinê re hevaltî bike. Di nîqaş û sekna heval de, di pîvan û rêgezên wî de ev dihatin dîtin. Têkiliyên xwe bi jinê re tenê biaxive, dem derbas bike pêş ne dixist. Dixwest fêm bike, dixwest bi jinê re hevaltiyê pêş bixe. Nêzikatiya heval wisa ji rêzê û çors nebû, di danûstandinan de li hemberî jinê dilnizim bû, seranser nêzîk nedibû, bi hişyarî tevdigeriya.

Hevalekî xwezayî û vekirî bû, hertim bi nîqaş û nêzikatiyên xwe Hevalekî têrker û dagirtî bû. Di mirov de lêhûrbûn dida avakirin. Wûrdehiya jiyanê, hevaltî, rihê PKK, ziravtiya jiyanê girtî bû. Pir paqij û titîz bû, li hemberê jiyanê xwedî sekneke serkeftî û bi rêxistinî bû. Nêzikatiya heval li hemberê her karî bê hesab bû, dixwest ked bide, ji ber vê hevaltî di hevalê Çiyager de xwedî ciheke taybet bû. Heya henekên wî jî di vê çarçoveyê de dagirtî bûn. Dixwest wate bide û xwe tevlê bike, vî rihî ava bike, kar bimeşine.

Kesayeta şoreşger a PKK, rihê PKK jiyankirin di hevalê Çiyager de hebû. Gerîlayê demê yê çiya û yê bajar bû. Di hevalê Çiyager de ev kesayet hatibû sitrandin, di wê de pijiya bû, gihiştibû lûtkeyê.