Ji Tevgera Azadî 4 xalên çareseriyê

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan pêşnumayek ji 4 xalan pêk tê eşkere kir.

SÜLEYMANÎYE – ROJACIWAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Tevgerê de hat weşandin de piştgiriya daxwazên xwepêşandanan hat kirin û hat diyarkirin ku ti rewabûna desthiladariya Başûrê Kurdistanê nemaye û divê hilweşe.

Di daxuyaniyê te ji bo çareseriya pirsgirêkan ev xal hatin rêzkirin:

1- Li gorî me, ti rewabûna vê desthilatdariyê nemaye û divê hilweşe. Di çarçoveya projaya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê de meclîsekî demkî were avakirin. Ji bo ku ji bo heya hilbijartinan karên hene bi rêve bibe û rêveberiyek rewa pêk bîne. Ji bo vê yekê jî divê hilbijartinên azad bi rêve bibe.

2- Divê desthilatdarî li hemberî xwepêşandan û daxwazên rewa yên gel tundûtûjiyê bikar neyîne. Divê vê rastiyê bizane bi karanîna her cure tundiyekê rewşê aloztir dike û derketina ji rewşê zehmet dibe. Tişta pêwîste desthilat bike, bersivdayîna daxwazên rewa yên xelkê ne. Di vê çarçoveyê de divê kesên tundûtûjiyê dikin, erkê wan çi dibe, divê werin lêpirsînkirin û ceza kirin. Hemû kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin werin berdan.

3- Em bang li hemû wan kesan û aliyên mûxelefê ku ên li xema berpirsyartiyê de ne, desteyek ya rêveberiya xwepêşandana pêk bînin. Ji bo xwepêşandan bi awayekî rêxistinkirî pêk werin. Ji bo rêyên çareseriya demokratîk û ji her karên tundûtûjiyê, şewitandina cihên giştî, têkdan dûr be.

4- Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo xwepêşandana em piştgiriya gel û daxwazên wan ên bi awayekî aştiyane û demokratîk dikin. Herwiha em heval û dostên xwe agadar dikin ku bi rengekî demokratîk deng û rengê me nîşan bidin. Em ti awayekî ne ligel wanên ku tundiyê pêş dixin de ne. Divê heval û dostên me xwe jê dûr bigirin.”