Jin bi rihê jineolojiyê xwe pêş dixin’

gırkelege-3-8-2017-dewre-jineoloji-mamoste-bi-dawı-bu-MANSET

Li bajarokê Rimêlanê di dewreya “Şehîd Hêlîn Murat’ de perwerdeya jineolojiyê didin jinên heremê û jin bi rihê jineolojiyê ferî rastiya xwe dibin. Endamên dewreyê diyar kirin ku jin bi rihê jineolojiyê xwe pêş dixin.

RÛKEN GOMAN – ROJACIWAN

Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê di bin sîwana Akademiya “Şehîd Dorşîn” dewreya jineolojiyê ya bi navê “Şehîd Hêlîn Murat” hat vekirin. Di dewreyê de 34 mamosteyên jin ku ji her sê kantonên Rojava hatine perwerdehiya jineolojiyê didin jinan. Di dewreya jineolojiyê de naskirina zanîsta jin, lêkolînkirina dîrok, xwezaya jin ya ku hatiye berovajîkirin û rastiya jinê ya di nav civakê de, mîtolojî, exleq, polîtîka, hevjiyana azad, anatomiya jin û xwezaya jin tên dayîn.

‘Jin bi jineolojiyê, xwe nas dike’
gırkelege-3-8-2017-dewre-jineoloji-mamoste-bi-dawı-bu-3-300x200
Sêrîn Cemo ku tev lî dewreya jineolojiyê bû ye derbarê girîngiya perwerdehiya jineolojiyê de ev tişt got: “Bi armanca naskirina pirs û bersivên ku nakokiyên rojana em dijîn werin şîrovekirin em perwerde didin û bi pirs û bersivan em jî fêr dibin. Zanista jineolojî ya ku xwe dispêre civaka exlaqî û polîtîk fikrandina jin di hundirê civakê de rojana buyerên ku çêdibin, analîz dikin û çareseriya wan dibîne. Civaka ku jin tê de hatiye tunekirin, em dixwazin ku girêdanê wê bi jineolojiyê re çê bikin. Em weke jin xwe di zanista jin de dixwazin kûr bikin. Ji ber ku her tişteke girêdayî jin di hundirê xw de digre. Jin bi jineolojiyê xwe nas dike.”

‘Dema tê gotin Jineolojî jin û jiyan tê bîra me’
gırkelege-3-8-2017-dewre-jineoloji-mamoste-bi-dawı-buNojin-osman-300x200
Endama Dewreyê Nûjîn Osman jî diyar kir ku di şexsê jinan de gelek mijaran derdixînin holê û zanista xwe komê ser hev dikin û wiha got: “Armanca me ew e ku em despêkê xwe avabikin û civaka xwe jî bidin naskirin. Pirsgirêkên ku jin divê pêvajoyê de derbas dibe, bi zanista jineolojiyê em binirxînin. Tiştên ku me di vê perwerdê de di keseyata xwe de binirxînin pir in. Di destpêkê de di asta Kurdistanê de Jineolojî pêşxistin û piştre jî, kirina malê hemû jinên cîhanê ye.”

Nûjîn, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dema ew dibêjin Zanista jineolojî jin û jiyan tê bîra wan û got: “Hem jin û hem jî cîhan em digrin dest. Ji avabûna gerdûnê hetanê roja me ya îro jineolojî çareseriyê dixe meriyetê. Mijara zayendperastiyê herî bandora xwe li ser me kiriye. Ger ku pirsgirêka zayendperestî were çareserkirin, wê pir pirsgirêkên din werin çareserkirin. Helbet em ê bigihêjin armanca xwe û zanisteke rast li ser asasê azadiya jin ava bikin.”