Kampa Çand û Werzişê ya ciwanan li Fransa

Ji 23-26ê meha Kanûnê li Fransa yek ji kampên çand û werzişê ya ciwanan pêk hat.

PARIS – ROJACIWAN

Wekî ku li Swîsre û Hollanda çê bû, li Fransa jî kampa çand û werzişê ya ciwanên Kurd pêk hat. 25 ciwan ji Fransa û Belçîka tevlî kampa sê rojan bûn ji bo ku dîrok, çand û zimanê xwe baştir nas bikin. Pirsgirekên ciwanên Kurd ên li diaspora jî bi firehî hate nîqaş kirin.

Di plansaziya kampe de semîner, werziş, govend, fîlm û stran hebûn. Di navberan de aktîvîteyên werzişê û govend kêm nedibûn. Ciwan bi xwestekekî mezin û bi awayekî komînal tevlî kampê bûn.

Di 23ê meha Kanûnê de hemû ciwan li bakûr – rojhilata Parîsê, cîhekî nêzî daristanê kom bûn. Ji bo ku ciwan hev dû baş tir nas bikin, roja destpêk lîstok û govend hatin pêşxistin.

Ji bo ku ciwanên Kurd dîroka xwe kûr tir nas bikin perwerdeya dîroka Kurdistanê pêk hat. Jineolojî û rewşa ciwanên Kurd li dîaspora jî bi semîner û atolye hatin nîqaş kirin. Ber bi evarê ciwan bi hev re fîlm jî temaşe kirin.

Baviksalarî û rewşa ciwanan bûn mijara nîqaşan
Bi teybetî di derbarê Jineolojî pirsên ciwanan pir bûn. Di semînera Jineolojî de rê ji bo nîqaşên kûr hate vekirin. Mijarên nîqaşan rewşa jinê û jiyana baviksalarî bûn. Di nîqaşan de ciwan hewl dan çareyên şoreşgerî ji bo pirsgirekên ciwanên Kurd ên Ewrûpa bibînin. Li ser vê esasî ciwan di komên piçûk de çare û proje pêşxistin ji bo ku ciwanên Kurd rola xwe wekî pêşengên civakê esas bigirin.

Rêhevaltî, jiyana komînal û hêviyên hevdîtinê
Di wan sê rojan de ciwan jiyanekî komînal pêşxistin û hev dû baş tir naskirin. Yek ji xalên herî giring ya kampê pêşxistina rêhevaltî bû. Lewma di têkmîlan de endamên kampê nebesiyên hev dû vekirî rexne kirin. Endama kampê Mizgin ji Belçîka tevlî kampa çand û werzişê bû û kamp wiha dinirxîne: “Ez xwe li vir pir baş û rehet hîs dikim. Bi ruxme ku min ti kesî nas nekir atmosferekî pir xweş hebû, her kes pir vekirî bû. Mixabin kamp tenê 3 roj bûn, xwezî me hîn zêdetir wext bi hev re derbaskiriba.“

Bi agirê Serî Hilde xebat meşandin
Bandora hemleya Serî Hilde li ser kampê di van sê rojan de gelekî diyar bû. Ciwan diyar kirin ku wê bi enerjiya hemleyê xebatên ciwanên Kurd pêşbixin.
Kampa çand û werzişê bi atolyeya dengbêj û awazên Kurdî bi dawî bû.

Wêneyên kampê: