Karayilan: Nêzikatiya li Rêber Apo, nêzikatiya li gelê Kurd e

Karayilan: Pergala Îmraliyê, pergaleke êşkence, qirkirin û tunekirinê ye. Bêguman ev tişt di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurd tê pêkanîn. Vê dijminatî, êşkence û qirkirina li ser Rêberê Gelê Kurd li dijî hemû gelê Kurd e.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî û got, “Pergala Îmraliyê, pergaleke êşkence, qirkirin û tunekirinê ye. Bêguman ev tişt di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurd tê pêkanîn. Vê dijminatî, êşkence û qirkirina li ser Rêberê Gelê Kurd li dijî hemû gelê Kurd e.”

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk di warê stratejîk de li hemberî gerîlayan têk çûye û got, “Dewleta Tirk li hemberî gerîlayan têk çûye. Nikaribûn gerîlayan tasfiye bikin. Gerîla her ku çû zêdetir bû û li hemû Kurdistanê belav bû û îro jî li Rojhilata Navîn bûye hêz û îradeyek.”

Karayilan diyar kir ku, kêşeya herî girîng a Kurdan yekîtî ye û got, “Em gel û siyasetmedarên Kurdistanê di nav xwe de nîqaş dikin, divê em nîqaş bikin. Di çarçoveyên wekî ‘Gelo dema vê referandûmê bû yan na, bi rastî jî referandûm çareserî ye yan na, biryara wê çawa hat wergirtin’ de em Kurd dikarin di nava xwe de rexneyan bikin û nîqaş bikin. Ev kêşeyeke navxweyî ye. Lê îro roj li dijî gelê Kurd amadekariyên êrîş, tehdîd û dagirkeriyê heye. Referandûm çawa ku mafê hemû gelan e, mafê gelê Kurd heye ku qedera xwe diyar bike.”

Karayilan diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê bike ew Hêzên Parastinê yê Apoyî wê gelên Başûrê Kurdistanê bi tenê nehêlin û got “Em ê gelê xwe biparêzin. Heke pêvajo wisa biçe, ev bar wê li ser milê me be.”

Axaftina Karayilan a di Radyoya Dengê Kurdistanê de wisa ye:

NÊZÎKATIYA JI RÊBER APO RE, NÊZÎKATIYA JI GELÊ KURD RE YE

“Sîstema ku dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê bi pêş xistiye, li tu dera cîhanê hempayê xwe nîn e. Sîstema Îmraliyê sîstemeke êşkence, qirkirin û tunekirinê ye. Bê guman ev, di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahî gelê Kurd tê pêkanîn. Ev dijminahî, êşkence û qirkirina li hemberî Rêberê Gelê Kurd tê pêşxistin, heman demê helwesteke li hemberî tevahî gelê Kurd e. Ev nêzîkatiya dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser gelê Kurdistanê jî eşkere dike. Ev êrîş û konsepta tunekirinê ya li hemberî Rêber Apo tê pêkanîn, di cîhanê de hempayê wê nîn e, ne di hiqûqa Tirkiyeyê de, ne jî di ya cîhanê de û di tu pîvanên exlaqî de cihê wê tune ye.

Gelê me jî di ferqa vê yekê de ye û dizane. Ji bo vê jî li hemberî vê siyaseta ku em nikarin tenê wekî tecrîd bi nav bikin, çalakiyan bi pêş dixe. Di serî de gelê me yê li Ewropayê dijî, li tevahî Kurdistanê hewldanên di vî warî de hene. Ez, her kesê di van çalakiyan de cih digire silav dikim. Tabî pêwîst e hîn zêde xurt bikin. Bi taybetî gelê me yê Bakurê Kurdistanê divê bizanibe ku, ev kiryarên li hemberî Rêber Apo di dewrê de ne, li hemberî tevahî gelê me ye û dijmin dixwaze bi vî awayî bigihe hinek encaman. Ji bo vê jî divê em wekî gel li hemberî her cure pêkanînên hovane yên dijmin bibin xwedî helwest û pêwîstiyên erkên dikevin ser me, bi cih bînin.

Ji aliyê din ve, îro di Îmraliyê de tiştên li ser Rêber Apo tên pêkanîn, em jê berpirsyar in. Ên pêwîst bû di wextê wê de erkên xwe pêk bînin, ger ev erkên xwe pêk bianîna, yanî ger me di wextê wê de pêwistiya erkên xwe bi cih bianiya, îro dijmin bi vî awayî derfet nedidît ku li hemberî Rêber Apo sîstemeke îşkenceyê ya derveyî hiqûq û exlaq bi pêş bixe. Bi taybetî jî wekî rêveberî û milîtanên vê Tevgerê em ji vê yekê berpirsyar in. Em di ferqa vê de ne. Bi rastî ji bo em hîn berpirsyar nêzîk bibin û li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin hewldanek heye. Yanî wekî pêwîst dike em nebûn bersiv, lê îddîa û biryardariya me îro ji her demekê xurtir e û şert û mercên roja îro ji vê re mûsaîd in. Îro derfetên me hene ku em ji hêviya Rêber Apo û şehîdên xwe yên qehreman re bibin bersiv. Di vê mijarê de biryardariya me xurt e û têkoşîna me dewam dike. Wekî gel û tevger ger em ji hêviya Rêbertiya xwe û şehîdên xwe re bibin bersiv, wê çaxê em dikarin sîstema Îmraliyê ji holê rakin.

Yanî ev pirsgirêkeke têkoşînê ye. Ev pirsgirêka di nava têkoşînê de rê û rêbazên rast pêşxistinê ye. Heman demê pirsgirêka li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derketinê ye. Ev, bi qasî ku ji bo me derbas dibe, ji bo her Kurdistaniyekî/ê û her kesekî/ê alîgirê demokrasiyê erkek e. Ji ber îro sîstema ku dewleta faşîst a AKP-MHP’ê di Îmraliyê de dimeşîne, tenê Rêber Apo eleqedar nake, heta tenê gelê Kurdistanê jî eleqedar nake. Yanî ew bi vî awayî dixwazin sîstema xwe ya faşîst bi cih bikin, civaka Kurd teslîm bigirin û êdî bi vî awayî di Tirkiyeyê de sîstema xwe ya faşîst mayînde bikin, heta di herêmê de jî bibin hêzek. Ev pirsgirêk çawa ku destpêkê wekî gelê Kurd û Tevger me eleqedar dike, heman demê ev meseleyeke hemû Tirkiyeyê ye jî. Heta ev sîstema faşîst a êşkencekar neyê şikandin, di Tirkiyeyê de azadî û demokrasî bi pêş nakeve. Niha li Tirkiyeyê jî pir kes û derdorên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têkoşîn dikin, hene. Hewldanên ji bo vê tên pêşxistin hene. Lê divê her kes bizanibe ku, heya ev sîstema êşkencê ya li Îmraliyê hebe, di Tirkiyeyê de wê tu gava azadî û demokrasiyê bi ser nekeve û bi pêş nekeve. Bi kurtasî, çawa ku ev pirsgirêkeke giştî ye, berî her tiştî destpêkê erka me ye û em di zanebûna vê erka xwe de ne; ji bo em li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin îro em di nav têkoşîneke dîrokî û stratejîk de ne.“

DEWLETA TIRK DI WARÊ STRATEJÎK DE LI HEMBERÎ GERÎLA TÊK ÇÛYE

“Dewleta Tirkiyeyê 34 sal in li hemberî gerîla şer dike. Di van 34 salan de her tim gotine, “Me îsal xilas kir, em di filan mehê de xilas dikin, em li wan dixin, em wan digirin, em wan dikujin” di vê çarçoveyê de her tim propaganda û şerekî psîkolojîk meşandine. Feqet di bingeh de dewleta Tirk ji aliyê stratejîk ve li hemberî gerîla bin ketiye. Nekarîn gerîla tesfiye bikin, gerîla her ku çû mezin bû, li hemû Kurdistanê belav bû û îro di asta Rojhilata Navîn de bûye hêz û îradeyek. Dewleta AKP-MHP niha tiştên winda kirine dixwazin careke din qezenc bikin. Vê çawa dikin? Bi esasî tu hêzeke wan a di bejahiyê de li hemberî gerîla şer bikin, tune ye. Gerîla di vê mijarê de bandorek afirandiye û hêzeke wan a bikaribin li hemberî gerîla singe sing şer bikin tune ye. Pir caran dibêjin, “Li Tendûrekê, li Zagrosê, nizanim li ku derê leşkerên me yên qehreman singe sing şer dikin.” Ev gotinên wan qet ne rast in. Dewleta Tirkiyeyê di şerê singe sing de têk çûye û êdî xwe ji wî şerî kişandiye.

LEŞKERÊN KU JI BER GERÎLA DIREVIN, XWE DISPÊRIN BALAFIRAN

“Dewleta AKP-MHP’ê îro bi rêbazên teknîk, îstixbarat û psîkolojîk şer dike. Teknîk çi ye? Sîstema di hewa de lê dixe, yanî balafirên şer in. Îro ji sedî 90 şerê li Kurdistanê tê jiyîn bi balafiran tê meşandin. Yanî bi balafiran şer dikin, di bejahiyê de tiştek tune ye. Rast e, leşker derdikevin operasyonan. Mesela, li Amedê 10 hezar leşker derdikevin operasyonê; niha li Zagrosê jî ji du xetan ve, yanî li ser aliyê Cîlo û Govendê-herêma Barzan operasyon berdewam dikin. Leşker li van deran çima derdikeve arazî? Niha wekî berê ji bo li gerîla bigere, gerîla bibîne, pê re şer bike û derbeyê lê bixe, dernakeve eraziyê. Dixwaze bi gerîla re temasên biçûk bike, cihê gerîla tespît bike, paşê jî bireve û balafir bên li gerîla bixin, derdikevin eraziyê. Yanî erka wan, keşifkirina gerîla ye. Gerîla li ku derê ye, dixwaze vê tespît bike, kordînat derbixe û piştî wê jî bireve. Leşkerên niha derdikevin eraziyê erka wan ev e. Di rewşa niha de tu kesî li hemberî hêzên me şer nekiriye. Vana dema gerîla dibînin direvin û piştî wê gazî balafiran dikin. Yanî şerê niha bi vî awayî hatiye guhertin.

Tabî ji bo vê îstixbarat pêwîst dike. Ew balafirên keşfê yên bêmirov ku pir pesnê wê didin, wekî ku ew dibêjin, bi tena xwe pir tiştekê zêde nabîne. Ji bejahî îstixbarat ji wan re diçe. Mesela, sîxurên ku bi şiklekê bi gerîla re dikevin temasê, agahiyê didin wan ku gerîla li ku derê ye. Ew balafirên keşfê jî tên, li wan deran digerin û bi vî awayî kordînatê tespît dikin. An jî yekîneyên biçûk, wekî çavdêr di eraziyê de bi cih dikin û bi rêya wan hewl didin cihê gerîla tespît bikin. Yanî dixwazin îstixbaratê xurt bikin; dixwazin bi teknîkê li gerîla bixin û yek jî pir zêde dixwazin şerê psîkolojîk bimeşînin.

21’Ê ÎLONÊ LI CÎLO ÇI QEWIMÎ?

“Bi rastî ev 34 sal in dewleta Tirkiyeyê tim serî li vê rêbazê daye, lê di dema AKP’ê de, bi taybetî van 2 sal û nîvên dawiyê giraniya xwe dane şerê psîkolojîk. Tiştê ku AKP ji şerê psîkolojîk fêm dike, axaftina derewîn e. Her tim ji bo îradeya civakê bişkînin dibêjin, “Hûn bê çare ne, hûn nikarin bi ser bixin; em hakim in, em ê we têk bibin, tu hêviyekê nekin” û dixwazin têgihîştineke wisa di civakê de ava bikin. Niha jî tim wisa dikin. Mesela, niha wezîrek heye, her tim derdikeve û diaxive, lê qet behsa windahiyên xwe nake. Ez dikarim bipirsim; eger ew wezîr her tiştî rast eşkere dike, wê çaxê bila kerem bike bibêje, 21’ê Îlonê li Çiyayê Cîlo di çalakiya kemîna gerîla de çi hat serê leşkerên wan! Di wî şerî de leşkerên wan ji 20’an zêdetir windahî dan, ên mayî jî di wan çiyayan de tertûbela bûn, winda bûn, perîşan bûn. Yanî leşkerên artêşa Tirk şikestin. Hîna jî ev operasyon bi encam nekirine; operasyon dewam dike, lê hatiye şikandin. Lê wezîr qet behsa vana nake.

Dîsa piştî wê bi 2 rojan, di 23’yê Îlonê de hem li ser rêya di navbera Çelê û Colemêrgê de hêzên wan ketin kemîna gerîla, derbe xwarin û ji dehan zêdetir windahî dan; hem jî heman rojê li ser rêya di navbera Oremar û Geverê de hêzên wan ketin kemîna gerîla, şer jî hat jiyîn û derbeyek giran xwarin. Li gor tiştên gerîla tespît kirî, tenê di van 2 rojan de ji 40’î zêdetir windahiyên wan çêbûn. Ma qet behsa van dike? Na. Tu dibêjî qey ev şer qet nehatine jiyîn! Behsê nakin; ji ber ku şerê psîkolojîk dimeşînin û her tim dibêjin, “em qezenc dikin”; tabî ev ne rast in. Lê şerekî tê jiyîn jî heye; ev jî rastiyek e. Carina bê hemdê xwe hebûna vî şerî qebûl dikin. Erdogan got, “Ji wan 10 diçin, ji me 1 diçe.” Esas ev qebûlkirina şer e. Tabî ev tiştê dibêje jî derew e, hemû windahiyên xwe nade. Ew li gor xwe, li gorî bîlançoyên şer ên ku wan îlan kirine dide. Rastî ne wisa ye. Lê şerekî cidî heye û ev şer şerekî stratejîk e; êdî zîrve ye. Yanî ger vê carê jî dewleta AKP-MHP’ê encam negire û bişkê, êdî dagirkeriya Tirkiyeyê nikare li Kurdistanê bihewe; wê hilweşe. Ji bo vê jî bi rastî şerê îro di serdemeke stratejîk de tê meşandin.

Tabî ev nayê wê wateyê ku em windahî nadin. Em jî windahî didin û em windahiyên xwe jî îlan dikin. Dibe ku carina ji ber derfetan hinek heval me tam tespît nekiribin û ji bo vê jî me îlan nekiribin; tabî her ku bên tespîtkirin wê bên îlankirin. Lê bîlançoyeke şer a bi awayê ku dijmin dibêje jî tune ye.”

DEWLETA TIRKIYEYÊ SERKEFTINA XWE DI KUŞTINA SIVÎLAN DE DIBÎNE

“Êdî di asta herî jor de jî kuştina însanên sivîl tê parastin. Erdogan eşkere qetilkirina gundiyan diparêze. Li gundê Talê yê milê Colemêrgê însanên me şehîd kirin û birîndar kirin; dîsa li Lîcê bi heman awayî li însanên sivîl xistin. Tên û însanên bê çek, sivîl, di gundê xwe de, di nav baxçeyê xwe de dixin û peyre dibêjin, “ew gerîla ne”; derewan dikin. Yek jî vê ji bo xwe wek serkeftinê dibînin. Ev jî raber dike ku dewleta Tirkiyeyê ketiye çi halî. Dîsa rastiya AKP-MHP’ê çi ye, radixe ber çavan. Ev dijminên gelekî ne. Tiştên ew dikin eşkere dijminahî ye. Herî dawiyê li milê Behdînan, li însanên me xistin. Dewleta Tirkiyeyê kuştina Kurdan ji bo xwe wek mafekê dibîne û heya kengî wê wisa bidome, ew jî li ser me maye. Divê êdî em hesabê vana bipirsin. Hesabê ku em bipirsin hesabek dîrokî ye. Divê êdî em ji vana re bibêjin “bisekinin” Gerîla niha hewl dide ji vana re bibe bersiv.”

ŞERÊN ROJA ÎRO HÎN ZÊDE PROFESYONELIYÊ DIXWAZIN

“Divê gelê me û hemû raya giştî bizane: Bi rastî ev dema em tê de, di şeran de guhertinek hatiye jiyîn. Divê wisa neyê fêmkirin ku tenê di şerê li Kurdistanê û Tirkiyeyê de guhertin çêbûn. Na. Di hemû cîhanê de di şeran de guhertinek mijara gotinê ye. Di şerê nû de teknolojî û elektroteknîk pir tê bikaranîn. Lewma êdî di şeran de rêbazên klasîk, ji rêzê cihê xwe nagirin. Her wisa leşkerên ji rêzê jî êdî nikarin şer bikin. Di şerên roja îro de encex leşkerên têgihîştî-profesyonel dikarin şer bikin. Gerîla dikare van şeran qezenc bike. Lê bi rêbazên klasîk ên berê nikare vê bike. Divê gerîla hîn zêde xwe bigihîne, hîn bi zanebûn nêzîk bibe, hîn bi dîsiplîn be; divê wek xeyaletê bêdeng, wek firtoneyê dijwar be ku dema lê bixe, tam encam bigire. Em niha li ser vê kûr dibin. Divê em di gerîla de nûbûnê pêş bixin, gerîlayek modern-profesyonel biafirînin. Gerîla êdî divê ne tenê bin nekeve, heman demê divê bibe gerîlayê zaferê. Rêya vê jî ew e ku hîn zêde kûr bibe, hîn zêde xwe perwerde bike û însanên hîn xurt û xwedî kalîte biafirîne. Em ji bîr nekin ku teknîka herî mezin însan bi xwe ye. Eger însan xwe afirîner bike, aqilê xwe bi dewlemendî bişixulîne, dikare bi her awayî teknîkê vala derbixe û qezenc bike. Niha gerîlayê azadiya Kurdistanê li ser van rêbazan kûr dibe, li cihê ku tê de kûr dibe encam digire, dijmin vala derdixe û bi vî awayî hîn zêde dikare encam bigire.”

WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR TU CARAN RAST NABÊJE

“Wezîrê Karê Hundir derewkarek e, ku tu caran rast nabêje. Xwe wekî kesekî şerê psîkolojîk dimeşîne dibîne. Yanî tim derewan dike; jixwe bingehên dewleta Tirkiyeyê yên di Kurdistanê de jî li ser derewan hatine avakirin. Ji ber ku welatekî herî kevin û xwedî çandeke herî dewlemend înkar dikin û dibêjin ew tune ye. Ji bo vê her tiştê ku dibêjin, ji serî heta binî derew e û ew wezîr hîn zêde derewan dike. Herî dawiyê got, “heta 20’ê Mijdarê em ê li ser serê wan bin; em ê destûr nedin ku ew amadekariyên xwe yên zivistanê bikin û zivistanê jî em ê wan tune bikin.” Heman kesî, heman derew zivistana bihurî jî, dîsa dîrok dabû û heman derew kiribûn. Heta gotibû, “di meha Nîsanê de wê kes êdî navê PKK’ê neyne ser zimanê xwe.” Niha jî dibêje, “payîzê em ê biçin ser wan; em ê derbeyê li wan bixin, lê îhtimala ku ew jî çalakî bikin heye.” Yanî bi awayek ne yekser hebûna şer qebûl dikin. Ji ber ku şerê tê jiyîn rastiyeke mezin e, nikarin veşêrin. Mecbûr dimînin bi vî awayî îtiraf bikin. Di vê mijarê de divê ez careke din diyar bikim ku, dijmin bi temamî dixwaze têgihîştinekê ava bike, li gorî vê propaganda dike. Karê wî ew e derewan hilberîne; erka me jî, em bi cidiyetek mezin xebatên xwe bi pêş bixin, bingehên serkeftina mezin saxlem bikin.”

DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BI HEMÛ DERFETÊN XWE LI HEMBERÎ KURDAN SEKINIYE

“Bi wesîleya referandûma li Başûrê Kurdistanê hat çêkirin, dagirkeriya Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe ketiye dewrê û gefan li Başûrê Kurdistanê dixwe. Xwe amade dike. Ev du hefte ne li deşta Sîlopya tetbîqat dikin. Heta dibêjin, vê tetbîqatê tevî leşkerên Iraqê dikin. Yek vê dikin û yek jî bi awayekî balkêş roja 27’ê Îlonê li hemberî qada ku dikeve navbera çiyayê Govendê û gundê Adilbegê de operasyonek dan destpêkirin. Ev xet, sînor e û aliyekî Başûrê Kurdistanê ye. Adilbeg gundekî girêdayî Şîrwanê ye. Yanî bi herêma ku wekî mintiqeya Barzan tê binavkirin ve girêdayî ye. Li wê derê jî tiştekî wekî tetbîqata li Sîlopya dikin. Bi vê armancê ev operasyon bi pêş xistin. Sîlopya deşt e, em li wê derê tune ne û yek jî sînor derbas nekirine. Lê di xeta Adilbeg de cih cihan sînor derbas kirin; helbet gerîla jî bersiv da wan. Li wir şerek hate jiyîn. Operasyon û şer hîna berdewam dike. Li milê Adilbeg 3 hevalên me şehîd ketin; bi grûbeke hevalên me ya ji 5 kesan pêk tê, niha têkiliya me bi wana re qut bûye. Yanî di nava şer de ne. Wekî din, li wir di astên cuda cuda de hinek çalakî hatin pêşxistin. Wekî me berî niha jî diyar kir, dijmin dîsa bi giranî hêzên xwe yên hewayî bi kar tîne. Armanca wan ji vê yekê ew e ku, hem derbeyê li me bixin, hem jî peyamên xwe yên gefxwarinê bigihînin rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî herêma Barzan herêmek taybet e. Yanî adeta dixwazin bibêjin, “binêrin, em li ser serê we ne!” Ji ber dixwazin teslîm bigirin. Yanî ev hemû gef û hewldanên wan ji bo bibêjin, “teslîm bibin, dev ji hebûna xwe berdin, dev ji referandûmê berdin, tenê yek çareya we heye, ew jî teslîm bibin!” Vê operasyonê jî ji bo wê dimeşînin. Lê niha gerîla bersiva pêwîst daye wan. Niha şer berdewam dike; dijmin hinek pêşde hat, lê derbe xwar. Ji bo vê jî heya niha pêşveçûneke cidî çênekirine. Berxwedana gerîla ya di wê xetê de wê berdewam bike û bersiva pêwîst jî bê dayîn.”

EGER KURD YEK BIN, TU KES NIKARE DEV BIAVÊJE KURDAN

“Wekî gel û siyasetmedarên Kurdistanê em di nav xwe de nîqaş dikin, divê em nîqaş jî bikin. Wekî gelê Kurd em di nav xwe de dikarin bibêjin, “ma ev referandûm niha wextê wê bû, yan jî ne wextê wê bû; referandûm bi rastî çareserî ye, yan ne çareserî ye; biryara vê çawa hat girtin” û bi vî awayî hevdû rexne bikin, di nav xwe de nîqaş bikin. Ev pirsgirêkeke me ya gel a navxweyî ye. Lê belê îro li hemberî gelê Kurd amadekariyên êrîş, tehdît û dagirkirinê hene. Referandûm çawa ku mafê hemû gelan e, mafê gelê Kurd jî heye ku qedera xwe bi xwe diyar bike. Lê hinek dibêjin, “hûn çawa wisa dikin; Kurd nikarin wisa bikin” û pir zêde dev diavêjin Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî jî dewleta Tirkiyeyê ji her kesî zêdetir dev diavêje. Tu dibê qey Başûrê Kurdistanê ne bi dewleta Iraqê ve, bi dewleta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Jixwe ev nêzîkatiyên dewleta Tirk nebûna, Îran û Iraq jî ewqas xwe hişk nedikirin. Tirkan ew hîn zêde tehrîk kirin, çûn Tehranê hevdîtin kirin; bi rêya telefonê bi Ebadî re axivîn. Yanî Tirkan serkêşiya vî karî kirin. Tu dibê qey Hewlêr û Kerkûk a wan e û ji destê wan derdikeve. Bi vî awayî xwe dan pêş.”

DI MIJARA AKP’Ê DE ME PDK HIŞYAR KIR; EM GUHDAR NEKIRIN

“Me berî vê der barê rastiya dewleta AKP û îtifaqa AKP-MHP’ê de nêrînên xwe bi hêzên Başûrî re parve kirin. Me got, “hûn bi qasî me AKP û Erdogan nas nakin. Erdogan Sedamê nû ye; heta ji Sedam hîn xetertir e, ji ber kesekî nijadperest e. Ji bo ku me berde hev, têkiliyên di navbera me de xira bike, ji we îstifade bike, wekî ku bi we re dostaniyê dike xwe nîşan dide, lê ne wisa ye. Ew dijminê we ye jî. Rast e, ew niha xwe tenê wekî dijminê PKK’ê nîşan didin, lê ew dijminê hemû gelê Kurd in.” Bi taybetî me xwest em konsepta di navbera AKP û MHP’ê de bi pêş dikeve ji wana re vekin. Me got: “Dewleta Tirkiyeyê ketiye konseptek nû. Di vê konsepta nû de stratejiya wan ew e ku, hemû destkeftiyên gelê Kurd tune bikin, ji bo vê ewqas li hemberî Rojava disekinin. Naxwazin gelê Rojava mafê xwe bi dest bixe. Ji ber ku ew dixwazin hemû destkeftiyên gelê Kurd ji destê wan bigirin.” Min bi xwe 2 caran ev ji birêz Mesûd Barzanî re anî ziman. Lê mixabin em guhdar nekirin. Dibe ku wisa jî fikirîn; “PKK li dijî Tirkiyeyê ye, ji ber wê wisa dibêje.” Nexwe em dewleta Tirkiyeyê pir ji nêzîk ve dişopînin. Sala 2015’ê piştî ku AKP’ê agirbest bi dawî kir, me fêm kir ku ew ketine nav konseptek nû. Û ev konsept ne tenê li hemberî PKK’ê, li hemberî hemû Kurdan ketiye nav êrîşê. Me ev baş fêm kir. Jixwe Rêber Apo jî 5’ê Nîsana 2015’ê ji heyeta ku çûyî cem wî re got: “Dibe ku ev bibe hevdîtina me ya dawiyê.” Heta Rêber Apo got: “Dibe ku jiyana we jî bikeve xeteriyê.”

Yanî hem Rêber Apo bal kişand ser, hem jî me wekî rêveberî ev baş fêm kir û me xwest em bi wan jî bidin fêmkirin. Bi taybetî me ev bi rayedarên PDK’ê re parve kir, ji bo ew jî di vê mijarê de şiyar bin. Lê mixabin van hewldanên me encam negirtin. Çûn bi dewleta Tirk re dostaniyên kûr bi pêş xistin. Niha li Başûr ewqas endamên Hêzên Taybet ên Tirk hene, nîvê Hêzên Taybet ên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ne. Ji ber vê dengê Tirkan ewqas derdikeve. Ji ber vê wekî ku herêma Başûrê Kurdistanê bi wana ve girêdayî be diaxivin. Pêwîst e mirov ewqas bawerî bi dijminên xwe neyne. Ev nêzîkatiya siyasî rast nîn e. Eger ewqas bawerî bi Tirkiyeyê neanîna û xebatên Kongreya Neteweyî yên me sala 2013’ê bi hev re dayî destpêkirin û meşandî bigihanda serkeftinê, îro rewş wê bi vî awayî nebûya. Nimûne, referandûm ger wekî biryareke neteweyî biketa rojevê, wê rewşa Tirkiyeyê jî bihata hesapkirin û li gorî wê dê biketa rojevê, tedbîrê wê bihata girtin û piştî wê bixistan rojevê. Yanî rewş bi vî awayî nedibû. Lê nêzîkatiyeke wisa çêbû. Bala xwe bidinê, gotinên me yek bi yek rast derketin (ger di pêş de derfet çêbibe ez ê hîn zêde li ser vê mijarê biaxivim). Gotinên me yên der barê AKP-MHP’ê de, mijarên ku me ji bo Erdogan anîbûn ziman yek bi yek rast derketin. Wê çaxê me got, li ku derê destkeftiyeke Kurdan hebe, ev wê êrîşî wir bikin. Ji ber ku tehemûla wan heta li hemberî têla porê Kurdan tune ye. Heta me got, “ger hemû cîhan jî qebûl bike, dewleta Tirkiyeyê dîsa jî qebûl nake.” Naxwazin hebûna Kurdan qebûl bikin, wê çawa serxwebûna Kurdan qebûl bikin! Eger niha dewleta Iraqê bibêje, “ez pê re mijûl nabim” jî, ev wê êrîş bikin. Bi vî awayî xuya dibe.”

EGER DEWLETA TIRKIYEYÊ ÊRÎŞÎ BAŞÛR BIKE EM Ê TEMAŞE NEKIN

“Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê bizane, em wekî PKK eger dewleta Tirkiyeyê êrîş bike, em ê wisa temaşe nekin. Em wek Hêzên Parastina Apoyî yên parastina Kurdistanê dikin li hemberî vê êrîşkariya Tirkiyeyê gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê bi tenê nahêlin, em ê gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Dîsa ger pêvajo bi vî awayî dewam bike, ev bar wê li ser milê me be. Em di ferqa vê de ne. Lê li vê derê rastiya derdikeve holê, rêya herî rast yekîtiya netewî ye. Çi li Başûr dibe, çi jî li giştî welat dibe divê em pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi hev re çareser bikin. Dîsa divê stratejiyeke me ya hevbeş hebe. Êdî divê stratejiyeke Kurdistanî hebe. Êdî navê wê kongre dibe, konferans dibe, komxebat dibe her çi dibe bila bibe, divê ev stratejiya neteweyî bê pêşxistin. Eger em dixwazin gelê me ji van şert û mercên niha li Rojhilata Navîn îstifade bike û ev doz bigihe serkeftinê, wê çaxê divê stratejiyeke me ya hevbeş hebe. Dema em vê dibêjin em nabêjin, “hema em berê xwe bidin dijmin”, jixwe kengî Kurdan pişta xwe dabe dijmin wê çaxê civaka Kurdistanê winda kiriye. Ev tişt di dîrokê de bi dehan caran îspat bûye. Va ye di vê demê de jî îspat bû. Ji ber vê sedemê hemû siyasetmedarên Kurdistanî divê vê rastiya eşkere bûyî li ber çavan bigirin û hîn zêde nêzîkatiyeke neteweyî bi pêş bixin. Ji ber ku yekane rêya rast, wekî gelê Kurd em mil bidin milê hev, di rastiya xwe de israr bikin û li hemberî dijmin gav paşde neavêjin.“

MADEM GAVEK HATIYE AVÊTIN, DIVÊ MIROV LI PIŞT BISEKINE

“Nêçîrvan adeta wekî li ber Tirkan bigere diaxive. Tiştên wekî “me tu caran li hemberî berjewendiyên we xeterî çênekir. Niha jî em ne xeter in” û tiştên hwd. dibêje. Zilam, darê xwe rakiriye li ser serê te disekine; tu çima wisa diaxivî? Şerm e! Yanî kesek wê bê bi tangên xwe li hemberî te bisekine; tê jî biçî li ber wî bigerî! Madem te gavek avêtiye, wê çaxê divê tu dewam bikî. Divê mirov di tiştên wisa de tenezûl neke, gav paşde neavêje. Rast e, polîtîk axaftin pêwîst e, lê bi awayê ku terefê hember polîtîka avêtiye aliyekî, leşkerî xistiye dewrê û gefan li ser te dixwe, wê çaxê divê em jî xwedî helwest bin. Rûmet û kerameteke vî gelî jî heye. Yanî kesên bi navê vî gelî diaxivin, pêwîst e di van mijaran de xwedî pîvan bin. Li gorî me, di bin navê polîtîkayê de ewqas tenezûl kirin rast nîn e. Gelê me îro di Rojhilata Navîn de rastiya xwe îspat kiriye. Êdî aktorek e. Gef û gurên ku ew li ser me bikin, divê me tengav neke. Em wisa difikirin ku piştî vê her kesek wê vê rastiya di van rojan de derketiye holê li ber çavan bigire, li gorî wê helwesta xwe nû bike û bi vî awayî em ê hîn baştir bikaribin destkeftiyên gelê xwe jî biparêzin. Di vê serdema dîrokî de divê em têkoşîna azadiya Kurdistanê bi vî awayî bigihînin encamê. Gelê Kurd jî mafê xwe heye li ser van erdan bi awayekî azad û serbixwe bijî. Lê ji bo ev mafê xwezayî û rewa cihê xwe bibîne divê em bi rêbazên rast, bi siyasetek rast tevbigerin û yek jî, li hemberî dijmin bi rastî bi cesaret bisekinin. Madem gavek hatiye avêtin, wê çaxê bedêla wê çi dibe bila bibe divê em bidin ber çavan û li hemberî êrîşan helwesta pêwîst jî raber bikin.

Em bawer in di vê çarçoveyê de wê pêşketin çêbibin. Em wekî Tevger di çarçoveya sekin û helwesta neteweyî de her tim li cem gelê xwe ne. Lê belê israrkirina di xeta şaş de jî feydeyê li tu kesî nake. Ya girîng, bi rastî em ji bo berjewendiyên gelê xwe siyaseteke neteweyî-demokratîk bimeşînin û li ser vê bingehê di vê serdema dîrokî de doza azadiya Kurdan bigihînin serkeftinê.”