KCK’ê agahî û belgeyên gelekî krîtîk ên li ser MÎT’ê eşkere kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, agahî û belgeyên krîtîk ên li ser 2 rêveberên payebilind ên MÎT’ê yên ji aliyê hêzên gerîla ve hatin girtin eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, encamên Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz eşkere kir, ku di encamê de 2 rêveberên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Milî ya Dewleta Tirk (MÎT) hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberên payebilind ên MÎT’ê yên hatine girtin ragihandine ku şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan bi fermana Erdogan bi rengekî taybet ew wezîfedar kirine.

KCK’ê diyar kir ku bi operasyona yekîneya taybet a HPG’ê re li ser rêveber, endam û xebatkarên MÎT’ê agahî û belgeyên gelekî girîng bi dest ketine û destnîşan kir, vê operasyonê derbeke gelekî mezin li MÎT’ê xistiye.

Wêne û agahiyên berfireh tên…