Kobanê: 48. Cadde’ye Şehit Sarya’nın adı verildi

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û şervanên MLKP`ê şehîd Sarya Ozgur ku di berxwedana sedalê ya Kobanê de şehîd bibû, bi bîr anîn. Bi vê boneyê navê kolana 48`an a Kobanê hate guhartin bû û bû Kolana Şehîd Sarya Ozgur.

Kobanê – ROJACIWAN

Bi merasîmeke heybet ku bi dehan şêniyên Kobanê, fermandarên YPJ, endam û şervanên MLKP`ê amade bûn, şehîd Sarya Ozgur di salvegera sêyemîn a şehadeta wê de hate bibîranîn. Merasîma bîranên li Kolana 48`an hate organîzekirin.KOB-BIRANINA-SEHID-SARIYA (2)

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Ji fermandarên YPJ`ê Denîz Qamişlo di merasîmê de axivî û got ku şehîd Sarya ji bo azadiya gelê herêmê û rûmetê wê canê xwe feda kir û bû mînaka jiinên herêmê.

Ji fermandarên MLKP`ê Şingul Dozya jî axivî û destnîşan kir ku şehîdên Kobanê ji bo têkbirina projeyên hêzên faşîst ku dixwazin li herêmê pêk bînin canê xwe dan û roj bi roj hêviyên şehîdan bi cih dibin.

Her wiha yek ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Sîtra Hisên axivî û got ku ji bo wefadariya û bîranîna şehîd Ozgur, navê Kolana 48`an bû Kolana Şehîd Sarya Ozgur.

Piştî axaftin bi dawî bûn, bi dûrişmeyên bijî berxwedan li Kurdistanê cawê ku tabloya şehîd Sarya pê hatibû veşartin ji aliyê hevreyên wê ve hate rakirin.