Komploya Navnetewî li Stockholmê hate protestokirin

Stockholm'de Kompoyu Kınama Yürüyüşü.mp4.00_06_17_15.Standbild005

Komploya Navnetweyî li paytext Stockhol a Swêdê bi meş û mîtîngekê hate protestokirin.

STOCKHOLM-ROJACIWAN

Ciwanên Kurdistanî û gelê wê li jîngehên cuda cuda yên Swêdeyê dijîn, saet derdorî 13:00’an li pêşiya avaiya Konferderasyona Sendîkaya Karkeran a dîrokî ya li navendê kom bûn. Çalakgerên ku alên PKK’ê yên mezin û posterên Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan radikirin, dewleta Tirk protesto dikir û pankartên azadiya Ocalan dihate xwestin hildabûn, di tevahiya meşê de axaftinên ku dewleta Tirk û komplo şermezar dikir hatin kirin.

Oktay Tûrgay ê bi komek hevalên xwe yên ji bajarê Karskoga tevlî çalakiyê bûn diyar kir ku 300 km meşiyane ji bo tevlî çalakiya ji Ocalan re azadî bibin.

Tûrgay ê got: “Baran, befir, serma ji bom e ferq nake. Divê hemû Kurd beşdarî çalakiyê azadiya Ocalan bibin. Bi teqez wê Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Wê azad bibe, azad bibe. Ti alternatîfek din nîne.” Tûrgay bang li hemû Kurdan kir piştgiriyê bidin têkoşînê.

Di çalakiya di bin baranê de derbas bû dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”, “Bê Serok Apo jiyan nabe”, “Qatil Erdogan”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve” û “Em ê Ocalan azad bikin” hate qîrkirin.

Ciwanên Kurd û gel li QadaNorrmalm piştî ku belavokên ku komployê şermezar dike û daxwaza azadiya Ocalan dike hate belavkirin.