Konferansa Yekîtiya Jina Ciwan bi dawî bû

EFRIN-DAWEKIRNA-KONFRASA-JINEN-CIWAN-%u202B1%u202C-%u202B%u202C

Konferansa Yekîtiya Jina Ciwan bi girtina biryaran û avakirina Meclîsa Jina Ciwan, bi dawî bû.

EFRÎN – ROJACIWAN

Konferansa Yekîtiya Jina Ciwan bi girtina biryaran û avakirina Meclîsa Jina Ciwan, bi dawî bû.

Yekemîn Kongeransa Jina Ciwan li Kantona Efrînê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat lidarxistin. Konferans di bin dirûşmeya ″Bi pêşengiya jina ciwan serhildan û tolhildan, ji bo azadiya Ocalan″ bi beşdariya nûnerên saziyên jinan, hat lidarxistin.

Di konferansê de rewşa siyasî û rêxistinî hatin nirxandin. Piştre jî ropara sala borî ya hat xwendin û girîngiya têkîliya bi jinên hemû jinên civakê re, vekirina dewreyên perwerdeyê yên jinan, her wiha nîqaşkirina rewşa jinên ciwan, hatin vegotin.

Her wiha di konferansê de gelek biryarên wekî vekirina Komîna Jina Ciwan, semîner û deweryên perwerdeyê derbarî rastiya Rêbertiyê, vekirina navenda Jina Ciwan li Kantona Efrînê, avakirina HPC- Jinên Ciwan, vekirina Buroya Jina Ciwan, vekirina kargeha dirûtinê ya kincên jinan, vekirina pêşnegehekê ji bo bîranîna şoreşgera Kurd Zîlan, hatin girtin.

Piştre jî Meclîsa Jina Ciwan hat avakirin û di dawiya konferansê de, dirûşmeyên ″Bijî serok Apo″ hatin berzkirin û govend hat gerandin.