JCA û CA li Heîlbronê pankarta ‘Azad bike’ daliqandin

IMG_3107

Li bajarê Heîlbronê, endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad pankarteke bi nivîsa “Azad bike – Ji hemû girtiyên siyasî re azadî” bi pirekê ve daliqandin.

HEÎLBRONN – ROJACIWAN

Li bajarê Heîlbronê, endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad pankarteke bi nivîsa “Azad bike – Ji hemû girtiyên siyasî re azadî” bi pirekê ve daliqandin.

Ciwanan daxuyaniyek dan û gotin, “Weke jin ên ciwan û xortên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin û em ê li dijî vê têkoşîneke mezin bimeşînin. Di şexsê Rêberê me de bi komploya 15’ê Sibatê re hewl hat dayîn gelê Kurd bê tinekirin. Paradîgmaya Rêberê me pêşî li hemû komployan girt û ji bo jiyana azad a gelan alternatîfek da me. Şoreşa gel a îro li Rojava pêk hat, bicihatina paradîgmaya Rêberê me ye.”

Ciwanan her wiha bang li her kesî kirin ku beşdarî meşên dirêj bibin.

Facebook Comments