Li Başûrê Kurdistanê Nasnameya Kurd a Hemdem

pesmergenin-maasini-abd-odeyecek-8606709_1247_m

Dewletdariyeke netewe ya Kurd timî weke potansiyel yedek tê girtin, bi awayê, ha ava bû wê ava bibe, hem dewletên netewe yên herêmê kontrol û terbiye dikin, hem jî li şûna xwe bisipêrin hêza xwe, hêviya xwe bi pêkhatineke muhtemel a bi destê hêzên hegemonîk ên derve pêk bê girê didin û bi vî awayî ji wan nayê hebûna Kurdan biparêzin û potansiyela azadiya wan zêde bikin ango hêza wan bi xwe ditevize. Li ser vî bingehî dikevin rewşekê ku ji xwe piştrast nînin, timî xwe hewcedarî hêzên derve dibînin û ditirsin ku her kêlî felaket û tevkujî bi serê wan de bên û lewma dibin evd û bendeyên dilsoz ên efendiyên xwe.«

RÊBER APO

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên Iraq û Sûrî hatin çêkirin. Rewşa Kurdên di nava sînorên van welatan de hatin hiştin, ji bo analîzkirina nasnameya Kurd a hemdem gelek dersên kêrhatî pêşkêş dike. Di pêvajoya parçebûna Împaratoriya Osmanî de, li gorî Peymana Sykes-Picot (1916), di bin hegemonya Ingilîstan û Franseyê de rejîmên mandater ên Iraq û Sûrî hatin pêkanîn. Rejîma mandater tê maneya rêveberiyên demî yên mêtingehê. Rêya trênê ya di navbera Komara Tirkiyê û dewleta Sûrî de sînor hat qebûlkirin. Sînorên Iraq-Tirkiyê jî li gorî Peymana Mûsilê (1926) hatin destnîşankirin û di diyarkirina sînoran de berjewendiyên petrolê esas in. Peymanên herdu sînoran jî di ber binpêkirina Mîsaq-î Millî ya pîroz îlankirî de hatin îmzekirin. Berjewendiyên yek ji sê dewletên Lihevkirî yên Şerê Cîhanê Yê Yekemîn Franseyê li ber çavan hatin girtin û hê di destpêka Şerê Rizgariya Neteweyî de Peymana Enqerê di Çileya 1921’ê de hat îmzekirin. Paşê dewleta bi navê Komara Ereb a Sûrî hat îlankirin. Kurdên di nava sînorên wê de hatin hiştin, heta Tirkmenên hatin hiştin qet li ber çavan nehatin girtin, bi tenê tewazuna eskerî û siyasî hesibandin û weke meseleyeke, bû çû qediya, nêzîk bûn. Jixwe rewşa Ereban jî bi çi awayekî qanûnî ve nehatibû girêdan, bi tenê berjewendiyên dewleta mêtinkar ango Franseyê li ber çavan hatibûn girtin.
Ji ber statukoya destpêkê çêkirin diyar bû ka wê bi serê xwe rê li ber pirsgirêkên çiqasî ciddî veke. Jixwe dewleta Sûrî ji 1920’an ve bi ti awayî nebû normal û neket rêyekê. Hê jî bi awayekî fermî bi îdareya orfî tê birêvebirin. Xwedî sîstemeke destûrî ya ku civakê li ser li hev kiribe, nîne. Beşekî mezin ê Kurdan hê nebûne welatî jî ango ji aliyê huqûqî ve bi hukmê tinene têne hesibandin. Jixwe yên mayî jî ti heqekî wan ê qanûnî, çandî, ekonomîk, îdarî û siyasî tineye. Rewşa Kurdan pêşî ji ber berjewendiyên mandater ên Franseyê û paşê jî ji ber berjewendiyên millî yên Ereb ji statuya mêtingehê jî gelekî paşdetir e, û li ser hebûna wan (mîna sîstema dewleta netewe ya Tirkî) pêvajoya înkar, îmha û qirkirina çandî hatiye destpêkirin. Ev statuko li gorî hesabên tawazunê yên desthilatdariyên hegemonîk, bi guhertinên qismî, lê di encamê de bi awayekî bêhtir mezinbûyî heta roja me ya îro dewam kiriye.
Di destnîşankirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalan ên piştre kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye. Li ser vê demê gelekî xweş tê axaftin û wêje tê kirin û tê gotin Kurdistan di vê demê de kirine çar parçe, lê mixabin naveroka wê demê bi awayekî rastî qet nayê ravekirin û şîrovekirin. Eger ev rastî bi awayekî eşkere û berbiçav neyê analîzkirin û şîrovekirin, bi tevahî bûyerên li Kurdistanê diqewimin, rastiya Kurd û hebûna wî ya civakî, nabe ku rastûdurist bêne terîfkirin.
Di çarçoveya sînorên Iraqê de parçebûna Kurdistanê û Kurdan di sedsala 20. de yek ji bûyerên herî trajîk e. Bi vê re, ne bi tenê bingehê dîroka Kurdan, ji bombeya atomê bi bandortir bombeyekê dixin bin hîmê dîroka Ereb, Fars û Tirkan. Di wê demê de li parlementa Tirkiyê li dijî vê rêveçûnê îtîrazeke mezin çêbûbû. Rewşenbîrên Kurd ên wê demê û efserên di artêşê de li ser piyan bûn. Di bingehê isyana 1925’an de ev rastî heye. Berevajî rewşa di dîroka fermî de li hev anîne, yên bi hegemonya Ingilîz re li hev kirine Kurd nînin, rejîma Tirk ê Spî ye. Divê mirov ji bîr neke ku vê rejîmê M. Kemal jî bi komployê bê tesîr kiriye. Tê zanîn, M. Kemal ev peyman weke bûyera herî nexweş û zor a jiyana xwe nirxandiye û aniye ziman ku vê peymanê erê nekin Komar ê bi temamî bikeve tehlûkeyê. Pêşî li Rojhilat bi Peymana Qersê (1921), paşê li Rojava bi Peymana Lozanê yên bi destxistibûn, di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Peymana Mûsil-Kerkûkê bi awayekî stratejîk têkbirin. Dagirkeriya dawî ya Iraqê bi awayekî eşkere nîşan da ku ev têkçûn çiqasî stratejîk e. Dîsa, berevajî yeqînan, bi xêzkirina van sînoran bi tenê petrolên Mûsil-Kerkûkê ji dest neçûne, di heman demê de Kurd ji dest çûne, biratiya dîrokî ya Kurd-Tirkan ji dest çûye, yekparebûna tevahiya çanda gelên Rojhialta Navîn ji dest neçûye.

Hê jî rojane virde wirde sînoran dişemitînin qaşo hewl didin sererast bikin, dîwaran lê dikin, têlên rêsayî yên bi elektrîk datînin, qereqolên mîna kelhan rêz dikin û bi rêbazên mîna artêşa taybet bawer dikin ku wê van sînoran biparêzin û sererast bikin. Bikaranîna van rêbazan bi temamî xeflet e, ji dîrokê ders negirtin e, pişta xwe bi komployê germkirin e, yan jî xwe dikin destikê wê. Eger şaşiyên bingehîn bêne rakirin û li şûna wan rastiyên bingehîn bêne danîn wê bêne sererastkirin. Jixwe Ingilîzan ev lîstika xwe li tevahiya Ewrûpayê, Asya, Efrîka, û Emerîkayê, heta li parzemîna Awisturalyayê lîstin û bi vî awayî hegemonya xwe xurt kirin û dewam kirin. Bi sedan, bi hezaran çandên civakî bi sînorên bi cedwelan xêzkirî hatin parçekirin, ew berdan hev û bi vî awayî ew bi rê ve birin. Dewletdariya netewe di nava vê lîstikê de weke pevçûna di asta desthilatdariyê de şêweyê herî bi tehlûke ye. Dinya îro heta dabeşî ji dusedî zêdetir dewletên netewe nebûya, hegemonya kapîtalîst pêk nedihat û nikarîbû xwe dewam bike. Eger bi vê rêbazê were ravekirin wê dîroka rastî derkeve holê û em ê bi vî awayî serwext bibin ka kî bi vê rêbazê bi ser ketiye û kîjan îdeolojî û çand bi ser ketiye û kîjan têkçûne.
Dîroka Kurd a hemdem û hebûna wî, bi tenê di nava vê yekparebûnê de û bi parçebûna sînorên Iraq-Sûriyê dikare bê zelalkirin. Ev parçekirin û dabeşkirineke wisa ye, qirkirin jî di navê de, mîna ku tevahiya potensiyela alternatîfên îmhayê têde hatibin depokirin. Li ser pirralî hesab hatine kirin. Ya yekê, Kurdên Iraqê ji bo Erebên Iraqê kontrol bikin yedek hatine hiştin. Karekterê Tevgera Kurd a Iraqê têra xwe vê rastiyê piştrast dike. Herî dawî bi awayekî bingehîn xwe sipartin Kurdên Iraqê û rejîma Saddam Husên hilweşandin. Ya diduyan, di nakokiya Iraq-Îranê de amûrê herî girîng ê bikaranînê ye. Dîrokê ev jî têra xwe piştrast kiriye. Ya sisiyan, ji bo Komara Tirkiyê kontrol bikin yedek hiştine. Ji 1925’an ve, heta ji isyana pêşî ya hemdem a Kurd a bi pêşengiya Babanzade Ebdurrehman Paşa Isyana Soran a 1806’an ve tevahiya bûyerên girîng ên dîrokî ji bo rêveberiyên Osmanî û Komarê mijûl û kontrol bikin, kirine amûrên girîng. Ya çaran, ji bo Rojhilata Navîn di kontrola hêzên hegemonîk ên dinyayê de bihêlin ango di kontrola Ingilîstan û Emerîkayê de bihêlin (ji salên 1800’î heta salên 1945’an hêza hegemonîk Ingilîstan e, ji salên 1950’î ve DYE ye), yek ji amûrên herî kêrhatî bûn. Ya pêncemîn û ya herî girîng, di statuya baregeha bingehîn de wê bi kar tînin, ji bo bi xwe tevahiya Kurdistanê û potansiyela şoreşger a gelê Kurd di kontrolê de bigirin û karibin ji rê derxin (ji 1920’an ve bi gotina wan ji bo Rêveberiya Kurd a Iraqê hewl didin statuyekê pêk bînin. Herweha hewl didin bikin navenda îdolojiyên eşîrên paşvemayî, dîndar û modernîst ên bi wan ve girêdayî.) Kengî tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd bi vê rêveberî û parçeyê piçûk ve girê bidin hingê wê wan bikin amûrekî stratejîk ê kontrolê. Ya şeşan, dewlemendiyên wê yên binerd ku têra xwe hene, ava wê û cografya wê ya xweş, bi hêsanî wê bêne bikaranîn û îstîsmarkirin.
Dema ku mirov van sernavên sereke bêhtir ji nêz ve analîz bike, mirov ê bibîne, dewletdariyeke netewe ya Kurd timî weke potansiyel yedek tê girtin, bi awayê, ha ava bû wê ava bibe, hem dewletên netewe yên herêmê kontrol û terbiye dikin, hem jî li şûna xwe bisipêrin hêza xwe, hêviya xwe bi pêkhatineke muhtemel a bi destê hêzên hegemonîk ên derve pêk bê girê didin û bi vî awayî ji wan nayê hebûna Kurdan biparêzin û potansiyela azadiya wan zêde bikin ango hêza wan bi xwe ditevize. Li ser vî bingehî dikevin rewşekê ku ji xwe piştrast nînin, timî xwe hewcedarî hêzên derve dibînin û ditirsin ku her kêlî felaket û tevkujî bi serê wan de bên û lewma dibin evd û bendeyên dilsoz ên efendiyên xwe. Di şexsê wan de heman dekûdolab li serê tevahiya Kurdan tê gerandin. Tevgerên bi rastî şoreşger, demokratîk, neteweyî û welatparêz ên hewl didin vê dekûdolabê xira bikin bi hêsanî tecrîd dikin, wan gunehbar dikin ku Kurdan dixin tehlûkeyê (ya rastî ev lîstikek e ku ew bi xwe baş dilîzin), ji dîplomasiyê fêhm nakin (dilsoziya bi efendiyan re), Kurdan parçe dikin (sînorên ku Kurd û Kurdistan ji can û dil parçe kirine, weke wezîfeyeke xwe ya sereke rewa dikin) û tewazuna dinyayê (parastina statukoya ku hêzên hegemonîk ew afirandine) li ber çavan nagirin. Timî hewl didin bi teorî û pratîk bînin ziman ku gelê Kurd bi tena serê xwe nikare tiştekî bike (lê divê qîma xwe bi tifingên hêzên hegemonîk bîne) û bi vî awayî hewl didin nîşan bidin ku avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev pêkan nîne. Gelê Kurd ê belkî karîbû bibe yek ji gelên şoreşger ê hemdem, bi vê zêhniyeta hegemonîk kirin gelê dinyayê yê herî di binî de maye, kirin gelekî kole yê li ber qirkirinê. Ji gelê Kurd re gotin ‘gelê bêparêzer’ û bi vî awayî xwestin gelê Kurd timî li pey parêzerên sexte biçe û bibeze. Jixwe ya rast ew e ku gelek bibe parêzerê xwe bi xwe.
Lîstikeke din a girîng ku li ser Kurdên di nava sînorên Iraqê de dimînin, tê lîstin di pêkanîna nasnameya neteweyî ya Kurd de karekterê bûrjûwa yê Sunnî yê lihevçêkirî û çeloxwarî ye. Rastiya qewm û gelê Kurd ku yek ji çandên herî dewlemend ên dîrokê gihand heta roja me ya îro, çanda wî ya dewlemend a qebîle, eşîr û baweriyê tine tê hesibandin û hewl didin neteweyeke Kurd a lihevçêkirî ya bi bermahiya herî bêkêr û paşvemayî ya milliyetgiriyê û paşverûtiya Îslama Sunnî xwe xwedî dike, ava bikin. Hewl didin bi çandeke neteweyî ya ne demokratîk, li azadî û wekheviyê girtî û dijminê jinê, li şûna civaka neteweyî ya demokratîk dewletdariya netewe weke utopya xwe ya pîroz dihesibîne û fena rastiya bi tenê ya civakî û ew tenê dikare wan temsîl bike, têgihiştineke li heqîqetê biafirînin.

Li ser Kurdên di nava sînorên Iraqê de diman, hesabekî wan ê kûr heye. Dixwazin her kes bawer bike ku pirsgirêka Kurd bi tenê bi modernîteya kapîtalîst çareser dibe. Di plansaziya demdirêj a têkiliyên hegemonîk de Kurdên Iraqê timî weke amûrên laboratûwarekê têne bikaranîn. Ji bo rastiya Kurd a neteweyî bi gewde bibe, wisa plan kirin ku bi tenê dikare bi têkiliyên kapîtalîst ava bibe. Fêhm û têgihiştineke dibêje rastiya neteweyî ya bi xisletên şoreşger, demokratîk û sosyalîst nabe, timî di rojevê de dihêlin. Di vê mijarê de destikê herî girîng ê hêzên hegemonîk pê radibin, Ereb-Sunnî ya navend Bexda ye yan jî milliyetgiriya Şîî ye. Tehlûkeya milliyetgiriya Ereb timî li ser serê wan digire û bi vî awayî Kurdan dixe rewşekê ku timî xwe biavêjin bextê wê. Tehlûkeyê berevajî dike û vê carê tehlûkeya Kurdan li ser serê Ereban digire. Bi heman awayî, bi gotina, dewleta Kurd ha ava bû wê ava bibe, gefan li rejîmên dewletên Tirkî, Sûrî û Îranê dixwe. Li aliyê din, van hêmanên sêber an jî çarber weke çavkaniyeke tehlûkeyê zindî dihêle û bi vî awayî girêdan û dilsoziya Kurdan bi xwe bi temamî pêk tîne. Çawa ku tê dîtin, laboratûwar ji bo çêkirina lîstikên polîtîk têra xwe berhemdar e. Sîstem têne avakirin û xirakirin, lê di laboratûwara Kurd a Iraqê de bi ti awayî amûrekî mayînde ango polîtîka pêk nayê. Timî wan di bin fermana efendiyên wan de dihêlin û bi vî awayî wan berhemdar dikin. Tevî ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî kevin ên Rojhilata Navîn e, hê jî nehatiye çareserkirin. Di bin vê rastiyê de ev mentiq heye û lewma çareser nabe.
Çawa ku ji bo Siyonîzma Îsraîlê neteweparêziya Tirk a Spî li Anatolyayê bi roleke Proto Îsraîl rabûye, milliyetgiriya Kurd a li Başûrê Kurdistanê jî nexasim qebîleya Barzaniyan bi roleke heman rengî radibe. Ev bi awayekî neteweparêziya Kurd a Spî ye. Ji aliyê heman hêzan ve bi awayekî îdeolojîk û pratîk hatiye avakirin. Di navbera neteweparêziya Tirk a Spî û neteweparêziya Kurd a Spî de ne bi tenê di warê teoriyê de, di warê pratîkî de jî têkiliyên xurt hene. Partiya Demokrat a Kurd PDK weke CHP hatiye plankirin û parçeyek ji xebatên hêzên komploger e ku ji sala 1925’an ve li ser kar in. Hêzên komploger, ji aliyekî ve Kurdan di dema 1925-1940’î de dixin nava çerxa tevkujiyan, ji aliyê din ve jî ji sala 1926’an ve ne ku bi tenê bi zorê Kurdistanê parçe dikin, li ser parçeyê Iraqê vê carê hîmê neteweparêziya Kurd a Spî datînin ku wê di pozîsyona xelaskar de dihêlin.

Ya rastî, tevahiya provokasyonan li ser rêya diçin Îsraîlê qonax in. Mirov heman tiştî dikare ji bo milliyetgiriya Şîa û Ereb BAAS jî bifikire. Li Rojhilata Navîn ekolên netewegir ên milliyetgir (milliyetgiriya dînî jî di nava vê de) bi qasî xuya dikin çiqasî antî-Siyonîst û antî-Îsraîl xwe bihesibînin jî bi awayekî ontolojîk (hebûn weke zêhna avakirinê) varyanteke milliyetgiriya Îsraîlê ne. Çawa ku dînên yekxwedayî ji dînê pêşî Mûsewiyetê (Tewratê) zêde bûne, varyantekê wê ne, di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de, ne bi tenê li herêmê bi tevahî milliyetgirî û neteweparêziyên dinyayê varyanteke Îsraîlê ne. Li navenda fermandanê ya milliyetgiriya dinyayê milliyetgiriya Îsraîlê disekine, lewma herçiqasî milliyetgirî, partiyên netewegir û dewletên netewe hemû di pozîsyona dijber de xuya bikin jî bi awayekî ontolojîk bivênevê wê ji Hêza Sereke ya Fermandanê re xizmetê bikin. Ji ber ku sîstem (milliyetgirî û dewletdariya netewe) li ser vî bingehî hatiye avakirin. Di vê mijarê de aqûbeta trajîk a Saddam Husên mînakeke balkêş e, û mijarê piştrast dike. Saddam Husên sîstem nas nedikir û bi awayekî şaş li ber wê radibû. Ezmûna sosyalîzma pêkhatî ya heftê salî ya Rûsya Sovyetê jî li gorî tehlîla dawî di sîstema hegemonîk de ji ber rola sereke ya hêzên avaker ên kapîtalîzmê û dewleta netewe ji hev de ketiye. Çiqasî nirxandina rast a sîsteman girîng e, ewqasî jî dijderketina wan bi awayekî sîstematîk ji ber vê sedemê girîng e. Naxwe, mirov nikare pêşî li trajediyan bigire. Di ser re heftê sal jî derbas bibe, dawiya sîstemên şaş bi xem e. Ji ber van sedeman, ji bo Iraqê û Kurdên Iraqê bi modernîteya demokratîk dijberiya modernîteya kapîtalîst gelekî girîng e. Em ne mehkûmê dîndarî, milliyetgirî û dewletdariyên netewe ne. Em kengî xwe ji paradîgmaya milliyetgir û dewletdariya netewe ya mirovan serkorî dike rizgar bikin hingê em ê civaka rastî fêhm bikin û em ê karibin wê demokratîze bikin.
Çawa ku ev danasîna me ya kin jî nîşan dide, parçebûna Kurdan li ser bingehê pêkhatina dewleta netewe ya Iraq û Sûrî, rastiya civaka neteweyî ya Kurd birîndar kiriye û bandoreke welê lê kiriye ku ji xwebûnê derxistiye û bûye derbeke mezin a ku li pêşketin û yekparebûna civaka neteweyî ketiye. Ev jî bi awayekî dişibe mirovekî gewdê wî ji mil û piyan hatibe kirin. Kurd nebûn civakeke neteweyî, timî birîndar û seqet hatin hiştin û di vê de sînorên Iraq û Sûrî bi bandor in, lewma divê mirov bi girîngî li ser xêzkirina van sînoran raweste, û li dijî modernîteya kapîtalîst a berpirsê van sînoran e, modernîteya demokratîk bi pêş bixe. Em dema ku behsa yekparebûna civaka neteweyî ya Kurd dikin divê jê dewleta netewe neyê fêhmkirin, berevajî divê mirov jê civaka neteweyî ya demokratîk fêhm bike. Ji bo vê jî hewcedarî bi sînorên nû yên dewletdariya netewe nîne. Bi tevahî çandên civakî yên di nava hev de û nexasim jî gelên cîranên hev in, pêdiviya wan bivênevê bi çareseriyên xwe disipêrin xweseriyên demokratîk heye. Pirr baş eşkere bûye ku dewletokên netewe yên ku modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ava kirine, nikarin bi hev re bijîn û nikarin civakan bextewar bikin. Li hemberî vê, sîstema modernîteya demokratîk a hedefa wê xweserî, wekhevî û azadkirina mîrateya çandên hezar salan e, riya rast, baş û xweş a jiyana bextewar û aştiya civakî ye.