Li Başûrê Sudanê bi hezaran kes rastî îşkenceya zayendî tê

Rêxistina Efûyê raporeke der barê pevçûnên di kanûna 2013’an de li Başûrê Sûdanê dest pê kir û bi hezaran kes rastî şîdeta zayendî hatiye weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê pevçûnên di Kanûna 2013’an de li Başûrê Sûdanê dest pê kir û bi hezaran kes rastî şîdeta zayendî hat de raporek weşand. Di raporê de hat diyar kirin ku Başûrê Sûdanê û cîranê wê Ugandayê li kampên penaberan roportajên 168 kesên mexdurên şîdeta zayendî cih digirin. Di rapora nû ya Rêxistina Efûyê de hat diyar kirin ku jin û mêrên Başûrê Sûdanê ku rastî êrîşa zayendî tên bi tena serê xwe têdikoşin.

280717-sudan-05-2-800x445

Ligel vê 10 parêzvanên mafê mirovan yên Başûrê Sûdanê ku nasnameya wan hatiye veşartin bi Rêxistina Efûyê re bûn yek û xebitîn. Li gorî raporê berpirs ji kesên her du aliyên pevçûnan pêk tê. Di raporê de hat destnîşan kirin ku gelek kes di encama şîdeta zayendî de, hişê xwe wenda kiriye, kabusan dibîne û întîxarê difikire.
Dîrektorê Herêma Rojhilatê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê Muthonî Wanyekî da zanîn ku hinek êrîş ji bo qurbanên xwe terorîze bikin, têk bibin û bidin şermê pêk tên û di hinek rewşan de jî ji bo komên siyasî yê raqîb bên sekinandin êrîşan pêk tînin.