Li Rojavayê Kurdistanê rengê jinê

Di ava kirina pergala Netewa Demokratîk jin rolekî giring dilîze. Bi rêxistinbûyîna jinê giştî civak dewlemendtir dibe

NAVENDA NÛÇEYAN (Mazda Mariya) – ROJACIWAN

Keda jinên Rojavayê Kurdistanê di avakirina pergalekî komînal û demokratîk mezin e. Di wê heftê jî rengê jinê diyar bû.


RADIYO

Bi dirûşmeya” Dengê Star dengê Jin û Jiyanê ye” Yekîtiya Jina Azad a Rojava – Bakurê Sûriyeyê radyoya jinê “Star FM”  li navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê vekir. Di radyoya Star FM de 10 jinên ji navçeya Tirbespiyê de dixebitin. Dê bernameyên siyasî, aborî, çandî û civakê derbarê jinê bêne weşandin.

Weşana radyoya Star FM dê ji 07:00 hetanî 19:00‘an li ser pêla 105 weşanê bike.


FIRIN

Jinên Qamişloyê yên ji Taxa Xerbî gaveke din ber bi aboriya xweser a jin ve avêtin û cara yekê firneyeke nan vekirin.

QAMISLO-VIKRNA-FIRNI-3

Di vê firneyê de 5 jinên Kurd û Ereb ku temenê wan di navbera 20 û 50 saliyê de ne, dixebitin. Firne ji saet 06.00’an hetanî 13.00’an ji bo welatiyan nan dipêje.


YPJ

QAMISLO-DAWIKRNA-BRORDI-YJS-9

Tevlîbûnên YPJ her roj zêdetir dibin.
Dewreya bi nave şehîd Arîn a Akademiya Şehîd Necbîr a herêma Cizîrê bi tevlîbûna 36 jinên ciwan dawî bû.

Li Akademiya Şehîd Şîlan a YPJ’ê ya li Kantona Efrînê jî “Dewreya Şehîd Xwînda” bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.


JINEOLOJÎ

Komîteya Lêkolînên Jinelojîya, bi semînerekê têgeha Jinelojiya ji jinên saziyan re pênase kir. Bi dirûşmeya “Pêşgotin li ser Jinelojiya, gelo Jinelojiya dê bibe altirnatîfa zanista civakî ya pozîtîvîzim” semînerek hate dayîn.

MINBIC-SEMINER-1-620x364