Li ser Jiyana min a li Girtîgeha Girava Îmraliyê – Beşa Dawî

Her kesê ji xwe re şoreşger dibêje, her çi em navê sosyalîst, navê azadîxwaz, demokrat an jî kominîst lê bikin divê li ber şêweyê jiyana serwer a demên modern û xwe disipêre şaristaniyên mêtinkarî û zordestiya çîn, desthilatdarî û bajêr a zêde rabe û nerazîbûna xwe ji wan diyar bike. Naxwe bi awayekî din şêwazê jiyanê adil, azad, demokratîk û civakî nabe; bi gotinek din jiyan nabe ku mirov karibe bijî.

ABDULLAH ÖCALAN

Her ku min dît kapîtalîzma lîberal hegemonyayeke bi hêz a îdeolojîk e, min analîzên modernîteyê bêhtir bi hêz çêkirin. Min fêhm kir ku modernîteya demokratîk ne bi tenê pêkan e, ji modernîteya kapîtalîst hem rasttir e, hem jî hemdemtir e, û mirov dikare wê pêk bîne. Ji ber ku me nikarîbû em ji têgîna dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin û weke rastiya bingehîn a modernîteyê lê serwext bûbûn, me nikarîbû em bifikirin ku neteweparêziyeke din, mînak neteweparêziya demokratîk pêkan e. Tişta te jêre netewe digot, ma diviyabû ji sedî sed dewletek wê hebûya! Madem Kurd jî neteweyek in, hingê divê ji sedî sed dewleteke wan jî hebe! Lê dema ez li ser diyardeyên civakî ponijîm, min dît ku netewe bi xwe rastiya herî wendabûyî ya çend sedsalên dawî ye, di bin bandoreke bi hêz a kapîtalîzmê de şikil girtiye û nexasim min fêhm kir ku modela dewleta netewe ji bo civakan qefeseke ji hesin e, ya ji bo civakan hêja têgîna azadî û civakbûyînê ye. Min çiqasî fêhm kir ku şerê ji bo dewleta netewe ji bo kapîtalîzmê ye ewqasî di felsefeya min a siyasetê de veguherînên mezin çêbûn. Têkoşîna ji bo neteweparêzî û çînîgiriya teng (herdu bi xwe mirov dibin heman cihî) di encamê de ji xurtkirina kapîtalîzmê wêdetir bi kêra tiştekî din nedihat. Min dît ku ez bi xwe qurbanê modernîteya kapîtalîst im. Her ku çû min dît, zanistên civakî yên modernîte ferz dike, ne zanist in, mîtolojiyên hemdem in, û vê jî bîrbirina min a dîrok û civakê bi hêz kir. Di têgihiştina min a heqîqetê de tam şoreşek çêbû. Her ku min dogma ji hev parçe kirin, min dîrok û civak bêhtir bi xweşî û heqîqetbarkirî nas kirin. Di vê demê de navê min li xwe kiribû li gorî vê yekê bû ango min ji xwe re digot ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’. Gotina jiberkirî ya modernîteya kapîtalîst ‘kîvroşk bireve, tajî bigire’, min bi awayê xwe berevajî kiribû û weha digot “nêçîra modernîteya kapîtalîst bike.” Kengî têgihiştina li heqîqetê bi temamî bi pêş ket, hingê em der barê kîjan qada civakî de heta der barê qadên biyolojîk û fizîkî de bifikirin, bi awayekî em bi demên berê re nikaribin li ber hev bigirin, serdestiya maneyê xuya kir. Di şert û mercên zindanê de bi qasî ku min dixwest, min karîbû şoreşên heqîqetê yên rojane bikirana. Hewce nake ku ez bibêjim, hêza berxwedanê ya ku ev yek dide ti tişta din nikare bide.
Bihêzbûna têgihiştina li heqîqetê bandora xwe di warê pêşxistina çareseriyên pratîk de jî nîşan da. Zêhniyeta dewletdarî ya Tirk timî bi pîroztî û taybetî tê biwesifkirin. Dema rêveberî tê gotin timî dewlet tê bîra mirovan. Ev zêhniyet bi awayekî orjînal Sumerî ye, bi xwedatiyê re gelekî pevkeliyan e, timî derbasî nava çandên desthilatdariya Ereb û Îraniyan bûye. Di binyada têgîna yekxwedayî de diyardeyeke bi hêz a desthilatdariyê heye. Li cem Tirkan her ku elîtên desthilatdariyê pêk hatin, belkî jî versiyona çaremîn, pêncemîn a vê têgînê bi pêş xistin. Bêyî ku maneya wê ya etîmolojîk zanibin, timî ji encamên wê bi tesîr bûne. Li cem Selçûqî û Osmaniyan tam bi korfêhmî hatiye meşandin, ya rastî kirasekî bêmane lê kirine. Wer li wan hatiye ku bi carekê ji bo desthilatdariyê bi dehan xuşk û bira, xizm darve kirine. Bi Komarê re kirasek li vê têgihiştinê kirine; ya rastî, têgihiştina dewleta netewe û serweriya neteweyî yên ku vedîtinên Ewrûpayê ne, weke ku ji wan girtin bi desthilatdariyê ve monte kirin. Bi vî awayî dewleta netewe ya Tirk bêhtir bû Levîathanekî bi tehlûke. Kê destê xwe bidayê dihat darvekirin. Dewleta netewe di nava pîrozên mutleq de yek ji yên sereke bû. Nexasim ev ji bo çîna burokratîk bi vî rengî bû. Pirsgirêka desthilatdarî û dewletê di dîroka xwe de bûbû pirsgirêka herî tevlîhev a civakî.
Li Îmraliyê ji têgînên herî zêde li ser wan ponijîm û min mitale kir desthilatdarî û dewlet in. Her ku min fêhm kir ev herdu têgîn bi roleke çawa di têkiliyên Kurd û Tirkan de rabûne, min pirr bi xurtî his kir ku ez divê çareseriyên pratîk ên berbiçav bibînim. Min xwe hewce his kir ku ez rêxistinkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî giştî û di têkiliyên Kurd û Tirkan de bi qasî hezar salan heta bi Hîtîtan lêbikolim. Her ku min fêhm kir di navbera çandên desthilatdarî û dewletê yên Mezopotamya û Anatolyayê de têkiliyeke xurt a jeopolîtîk û jeostratejîk heye, min kirasê vê têkiliyê li têkiliyên Kurd û Tirkan kir û min bi hêsanî dît ku rêbazeke aqilane nîne mirov desthilatdarî û dewletê ji hev dûr bibîne û ji hev cuda bike. Ji ber ku ev herdu têgîn ango desthilatdarî û dewlet li dijî demokrasiyê bûn, min ew qebûl nedikirin. Eger mirov rêveberiyê hemûyî bi destê hêzên desthilatdarî û dewletê ve berde ji bo civakê zirareke mezin bû û lewma girîngiya demokrasiyê baştir derdiket holê. Lê ji ber ku min fêhm kir înkarkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî anarşîstî di pratîkê de rê li ber bêçareseriyê vedike, herçiqasî ez tercîh nekim jî min pirr bi xurtî dît ku înkarkirina parvekirina desthilatdarî û dewletê li gorî rastiyên dîrokî nîne. Rêveberiya demokratîk tercîha me ya bingehîn bû. Lê eger mirov çandên desthilatdarî û dewletê yên tevahiya dîrokê tekanebûyî înkar bike û aliyên wan ên civakî yên heq fêhm neke, min dît ku mirov ê weke encam nikaribe xwe bigihîne pratîkên çareseriyê yên berbiçav ên têkûz û lewma min girîngiya têgînên desthilatdarî û dewletê yên hevpar baştir fêhm kir.
Tevahiya dîrokê di polîtîka û stratejiyên desthilatdarî û dewletê yên li Anatolya û Mezopotamyayê de danûstendin û têkilî zêde çêbûne û timûtim modelên hevpar hatine ceribandin. Di têkiliyên Kurd û Tirkan de jî tevahiya demên krîtîk modelên bi heman rengî hatine tercîhkirin. Ev model herî dawî di Şerê Rizgariya Neteweyî de hatibû ceribandin. Ez di parêznameyê de gelekî li ser vê babetê rawestiyam. Min ev model weke modeleke teorîk pêşkêş kir û ji bilî vê, veguherandina wê ya projeyeke çareseriyê wê ne bi tenê di têkiliyên Kurd û Tirkan de, lê li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêkên asêmayî yên bi heman rengî jî qîmeteke xwe ya mezin hebe. Nexasim li dijî dogmatîzma pozîtîvîst a ku modernîteya kapîtalîst ferz dike hem bi rastiyên dîrokî re li hev e, hem jî ji bo çareseriyên pratîk xwedî hemanên nêzî îdealên her kesî ye. Li ber rohniya bûyerên dîrokî der barê desthilatdarî û dewletê de li ser têgînên modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk ponijîm. Mitalekirina min a der barê desthilatdarî û dewletê de ji bo fikirîna min a li ser têgînên modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk bandoreke girîng kir. Rastiyeke din a dîrokî ew e, îstîsnayîbûna têgîna desthilatdariya navendî û pîvanbûyîna têgîna desthilatdariyên xwecihî. Di vê çarçoveyê de roja me ya îro têgîna dewleta netewe ya weke modela mutleq û bi tenê tê pêşkêşkirin, her ku têkiliya wê bi kapîtalîzmê re hat fêhmkirin û rastiya wê hat eşkerekirin, girîngiya çareseriyên xwecihî ji bo demokrasiyê baştir tê fêhmkirin.
Ji bo têkiliya di navbera şîddet û desthilatdariyê de jî gihiştibûm encamên bi heman rengî. Eşkere bû ku bi şîddetê desthilatdarbûn û netewebûyîn wê tercîha me nebûya. Ji bilî pêdiviyên xweparastinê, bi şîddetê bidestxistina avantajên civakî ti têkiliya xwe bi sosyalîzmê re tineye. Ji bilî xweparastinê bi tevahî şêweyên şîddetê bi tenê dikarin ji bo yekdestdariyên desthilatdarî û sermayeyê bin. Di vî warî de pêşketina têgînî, dikir ku mirov bi pîvan û manedar nêzî pirsa aştiyê bibe. Elîtên desthilatdarî û dewletê ji bo Kurdan û heta ji bo tevahî beşên di mêtinkarî û zordestiya xwe de digirin gotinên tewş ên weke ‘cihêkar’ û ‘terorîst’ bi kar tînin û ji bo ez van gotinên wan pûç bikim, ez bûbûm xwedî daneheveke gelekî dewlemend a têgîn û teoriyê. Li ser bingehê vê daneheva têgîn û teoriyê diyalogên me yên bi rayedarên dewletê re bêhtir berdar dibûn û rê li ber çareseriyên pratîk ên afirîner vedikirin. Çawa ku wê di beşên cûrbicûr ên parêznameyên min de bê dîtin, di gelek qadên civakî yên bi heman rengî de bi saya pêşketinên di warê têgihiştina li heqîqet û azadiya civakî de pêkan bû ku mirov çareseriyên teorîk û pratîk bi pêş bixe.
Ji bilî sedemên fizîkî yên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, aliyekî jiyana Îmraliyê ku nikaribim xwe lê ragirim, tineye. Li gorî berê moral, bîrewerî û hêza îradeyê paşve neçûne; berevajî bêhtir xwe parzûn kirine, dawerivandine, bi estetîkê xwe xwedî kirine û bi aliyê xweşikbûnê ve dewlemend bûne. Her ku mirov ravekirina heqîqetên civakî bi zanist, felsefe û estetîkê xurt dike, derfet û îmkanên jiyaneke rast, qenc û xweşik çêdibin. Li şûna ku ez ê bi mirovên modernîteya kapîtalîst ji rê derxistî, ji riya heqîqetê derxistî re bijîm, ez tercîh dikim heta niqrîska dawî bi tena serê xwe di hucreya xwe de bimînim.
Der barê jiyana min a li Îmraliyê de pirseke din a gelê me bersiva wê meraq dike ev e, heye ku ez ji zindanê derketim, ez ê li ku û çawa bijîm. Ez ew kes nînim bi pey xeyalan bikevim. Divê baş were zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê me, jêre rastiya şoreşgerî tê gotin. Ne jiyana min a piştî derketineke muhtemel, xeta min a jiyanê ya ji zarokatiyê ve dikare bersiva pirsên bi vî rengî baştir bide. Ez hînê di bin deh salî re bûm ‘serîrakirinên min ên pêşî’ li dijî otorîteya malbatê dest pê kirin. Ji bo vê mijarê delîlên girîng di van serîrakirinên min ên pêşî de hene. Ez hê ji wê demê ve isyankarekî bi tenê bûm. Min hewl da nerazîbûna xwe ya ji civaka gund û bajêr di parêznameya xwe de car caran di hinek beşan de bînim ziman. Kesên pêwendîdar dikarin têde pirs û bersivên wan ên lê digerin bibînin. Ez divê pirr bi kurtî bînim ziman ku ji bo min jiyan kengî bi awayekî azad bibe pêkan e ku mirov bijî. Jiyana azad çi ye, û ne çi ye, min hewl da weke bingehê vê parêznameya xwe ya pênc cildan rave bikim. Jiyaneke ji aliyê civakbûyînê ve etîk, adil û polîtîk nebe, ew jiyanek e ku divê mirov nejî. Bi giştî şaristanî û bi taybetî jî modernîteya kapîtalîst, bi yekdestdariyên mêtinkarî û zordestiya îdeolojîk bi jiyanên tijî derew, bi demagojî û ferdî re jiyînê pêkan dikin û didin qebûlkirin. Bûyerên ji wan re pirsgirêka civakî tê gotin jî bi vî awayî derdikevin holê. Her kesê ji xwe re şoreşger dibêje, her çi em navê sosyalîst, navê azadîxwaz, demokrat an jî kominîst lê bikin divê li ber şêweyê jiyana serwer a demên modern û xwe disipêre şaristaniyên mêtinkarî û zordestiya çîn, desthilatdarî û bajêr a zêde rabe û nerazîbûna xwe ji wan diyar bike. Naxwe bi awayekî din şêwazê jiyanê adil, azad, demokratîk û civakî nabe; bi gotinek din jiyan nabe ku mirov karibe bijî. Lewma jiyan ê tijî derew, şaşî, xirabî û kirêtî bibe. Mirov ji şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê re dikare bibêje; şêwazê jiyanê yê ne li ser bingehekî rast. Min tevahiya jiyana xwe ev şêwazê jiyanê ji xwe re bi pirsgirêk dît an jî ev şêwazê jiyanê yê jixwe bi pirsgirêk bû, qebûl nekir û divê hewldanên min ên gelekî mezin li dijî vî şêwazê jiyanê baş bên fêhmkirin. Naxwe ez ê ne weke kesayet û ne jî weke Rêbertî bême fêhmkirin. Kesên min fêhm nekin û tevlî kesayeta min û Rêbertiya min bibin û bixwazin jê sûdê werbigirin, heye ku gelekî hêvîşikestî bibin. Rastfêhmkirin û rasttevlîbûn pirsgirêkeke şexsî nîne civakî ye.
Di vê mijarê de pirseke din a bersiva wê gelekî tê meraqkirin şêwazê min ê jiyana bi jinê re ye. Jiyan bi jinê re çawa dibe? Min bersiva vê pirsê jî di cildan hemûyan de car caran da. Nexasim di şert û mercên modernîteyê de jiyan bi jinê re gelekî girîng e. Ev pirsgirêkeke welê ye, bi awayê em keçekê bixwazin, li keçekê bigerin û bixapînin, bi mala ‘giştî’ [kerxane] an bi mala ‘taybet’, bi pirrzarok an jî bêzarok çareser nabe. Ji bo mirov vê pirsgirêka stûna navmalê ya dil û mejiyê pirsgirêkên civakî ye çareser bike, divê bi awayekî bingehîn bi zanistî, felsefî, etîk û estetîk nêzî meseleyê bibe. Di serdema me de, ji bo hevjiyana azad bi jinê re di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de berpirsiyarî û hêzeke mezin a zanistî, felsefî, etîk û estetîk divê. Mirov heta statuya jinê ya di dîroka şaristaniyê de û di serdema modern de nizanibe û nebe xwedî wê hêzê ku karibe helwesteke etîk û estetîk nîşan bide, pêre kîjan bihevrebûnê biceribîne bila biceribîne, her jiyana bi wê re wê bi şaşîtî, bêexlaqtî û kirêtiyê bi encam bibe.
Ji bo mirov jiyanê têk nebe, şert e ku beriya her tiştî jiyana bi jinê re bi awayên rast, bi exlaq û estetîk (bi awayê xweşik) pêk bîne. Di şexsiyeta jinê de bi tevahî şêweyên koletiyê hatine ceribandin û pê dane qebûlkirin. Lewma ji bo mirov bibe mêrê rast, bi exlaq û xweşik şertê pêşî ew e, divê mirov vê nasnameya jinê ji hev derxe, bike hevrê û hevjînê doza azadî û wekheviyê. Eger rêzên parêznameya min rast bêne xwendin, wê baştir bê fêhmkirin ka çima ez girîngiyê didim şêweyê jiyanê yê bi vî rengî û weke pîvan ferz dikim. Exlaqê şaristaniyê yê di çarçoveya desthilatdariya modernîteyê de têkiliya cinsî ya cinsiyetparêz a bi maneya ‘min karê wê temam kir’ ferz dike (şêweyekî welê yê têkiliyê ye, têkiliya cinsî ya biyolojîk jî dejenere kiriye) û ev şêwazê jiyanê yê paşvemayî bêexlaqî û kirêtiyeke mezin diafirîne. Eger şerê min ê mezin ku min li dijî vê meşandiye û encamên wê rast bêne fêhmkirin, jiyan ê bi jinê re bêhtir bi exlaq û xweşik bibe. Ji bo vê jî her mêr û jina ji berpirsiyariyê para xwe girtî, nexasim ji bo jin bi hêz û azad bibe, li tevahiya qadên civakî bibe xwediyê heman giraniyê divê pratîk û nêzîkatiyên zanistî, felsefî, etîk û estetîk hertim pêşde bibe û bi rêxistin bike, li zêhniyet û saziyên neteweya demokratîk bi cih bike. Çi li derve çi li hundir, çi di zikê dayikê de çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Li derveyî vê şêweyên jiyanê jirêderketî ne, ango bi nexweşî ne. Ji bo bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêreng ên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zêhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn.
Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku ev rastiya trajîk herî zêde bi serê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a riya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîran ên ku ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a ku riya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pirr asayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Bi hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a ku ev yek pêwîst dike kesayeta min a heqîqetê parake mezin bi dest xistiye, ez ê bi vê kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê wê bi her kesî re parve bikim.

21’ê Kanûna 2010’an
Abdullah ÖCALAN
Zindana Îmraliyê

Li ser Jiyana min a li Girtîgeha Girava Îmraliyê – Beşa I