Li ser Jiyana min a li Girtîgeha Girava Îmraliyê – Beşa I

serok-azadi-güvercin

“Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê li rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne.’’

RÊBER APO

Min heta niha di tevahiya parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên xwe yên devkî de zêde behsa jiyana xwe ya şexsî nekir. Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û pirsgirêkên bi îdareya girtîgehê re, sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike û vê bi tenê li ser min pêk tîne. Min heta niha behsa vê nekir û min neanî ziman ku ez çawa li hemberî vê li ber xwe didim. Ez yeqîn dikim ku yek ji mijarên herî zêde kakûnî û meraqa wan tê kirin, ev e. Ango meraq tê kirin ka ez li hemberî vê tenêtî û sekantiya mutleq çawa li ber xwe didim. Ezmûna min a jiyanê di vî warî de cihê meraqê ye. Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku weke zana dihat qebûlkirin, hal û hereketên min şopandibûn û ez hê jî ji bîr nakim gotinek weha gotibû: “Lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîwa heye?” Çawa ku tê zanîn, cîwa elementek e ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî kesekî wisa bi hereket bûm û di cihê xwe de nedisekinîm. Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana bi herhalî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidin û bi cezayekî giran ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreyeke yekkesî de duwanzdeh salên xwe temam kirin. Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîdkirinê jî bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne bêhtir dibe. Herweha di dema destpêkirina kalbûnê de ez anîm giravê. Demeke dirêj ez di kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de girtim. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke yek kanalî derfetên min ên têkiliyê bi derve re tinene. Bêguman mehê carekê hevdîtinên nîv saetî yên bi xuşk û birayan re û bi bahaneya rewşa hewayê ya nexweş gelek caran pêk neyê jî hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re cîhana min a têkilîdanînê pêk dianîn. Hemin ez van hêmanên têkiliyê piçûk nabînim, lê ji bo ku mirov xwe li ser piyan bigire têrê nakin. Li ser piyan mayîna min û nerizîna min, wê zêhn û îradeya min diyar bikirana.

Ez hê li derve bûm, min hem xwe bi tenê hiştibû hem jî min xwe ji tenêmayînê re amade kiribû. Min xwe ji têkiliya bi malbatê û xizmên nêz re ku mirovan gelekî hînî xwe dikin, heta ji têkiliya bi heval û hevriyan re gelekî mucered kiribû û di vî warî de tecrûbeyên min hebûn. Têkiliya bi jinê re tevî ku gelekî girîng bû jî qadeke têkiliyê bû, min ew jî gelekî mucered kiribû. Ez bi temamî berevajiyê Nazim Hîkmet bûm. Min ehd kiribû ku ez ê nebim xwedî zarok. Di dema lîseyê de min nivîseke kompozîsyonê nivîsandibû û mamoste ji bo wê deh pûan dabûn min. Sernivîsa wê gotara min wisa bû: “Tu ji bo min ew zarokî ku wê qet ji dayik nebe!” Ez yeqîn dikim ku bi vê nivîsê min xwestibû ez jiyanên zarokatiyê yên zehmet derbas dibûn, bînim ziman. Lê ev ezmûn û tecrûbe hemû jî têrê nakin ku hêza min a berxwedanê li Îmraliyê rave bikin.
Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû û pêk hatibû. Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji bilî nameyên hevriyên li zindanê yên ku beşekî mezin nedan min û wan pirr kêmên wan ên di kontroleke hûrûkûr re derbas bûne û ji bilî çend îstîsnayan, hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî rewşa ku tecrîdê rê li ber vekiriye qismî rave bikin. Lê rewşa min aliyên xwe yên xweser hene. Ez ew kes im ku min bi Kurdan gelek gavên ji wan re cara pêşî bê gotin, dabûn avêtin. Ev gavavêtinên nîvcomayî hemû ji bo jiyaneke azad pêk bên bivênevê hewce bûn. Min bi her kesê ji gelê me, der barê her qada civakî de gava pêşî dabû avêtin, lê min nikarîbû wan bisipêrim dest û şertên ewle. Li evîndarekî bifikirin: Ji bo evîndara xwe ya pêşî gav avêtiye, lê kêliya wê karibe wê himbêz bike destên wî li hewa dimînin. Di qadên civakî de gavavêtinên min ên ji bo azadiyê jî timî li hewa mane. Min xwe di qadên civakî yên azadiyê de bi awayekî helandibû. Ji ‘min’ zêde tiştek jî nemabû. Ji aliyê civakî ve pêvajoya zindanê di demeke wisa de dest pê kir.
Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî xwe radigirim. Divê mirov di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de li hêmanên sereke nepirse. Ya diyarker ew e, divê ez xwe ji bo şert û mercên tecrîdê îqna bikim. Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirtana û herçiqasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikira ku mirov dikare bibe xwediyê jiyaneke mezin. Dema ez bi vê fikrê rabim, serê pêşî divê ez behsa du têgînên sereke bikim.

nuce_25122013-103907-1387960747-2

Ya pêşî, der barê statuya civakî ya Kurdan de ye. Ez wisa difikirîm: Ji bo ku ez jiyana azad bixwazim, divê civaka ez endamê wê me azad bibe. Ya rastî, bêyî azadbûna civakê azadbûna ferdî nedibû. Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê li rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî nayînim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim. Ya diduyan, ji bo bi awayekî tam serwextbûna li têgînê, hewcedarî bi girêdana pîvaneke exlaqî heye. Divê tu xwe serwext bikî ku jiyan ji sedî sed bi girêdana bi civakekê ve dibe. Yek ji têgihiştinên girîng ên ku modernîteyê ew afirandine û bi wan ferd razî kirine ew e, bêyî girêdana civakî ferd dikare bijî. Ev îqna vegotineke qelp e. Ya rastî, jiyaneke bi vî awayî tineye, lê weke rastiyeke ferazî ya hatiye çêkirin, didin qebûlkirin. Mirov ji vê pîvanê mehrûm bibe, ev tê wê maneyê ku exlaq jî ji hev de ketiye. Li vir heqîqet û exlaq di zikhev de ne. Kengî civaka exlaqî ji hev de ket û têkiliya wê bi têgihiştina exlaqî re qut bû, hingê ferdperestiya lîberal dikare pêk bê. Di serdema me de weke şêweyê jiyanê yê serdest tê pêşkêşkirin û ev rastiya wê îspat nake. Çawa ku sîstema kapîtalîst a ku ew berdevkiya wê dike bi tenê bi jihevdeketina civaka exlaqî û jidestdana têgihiştina li heqîqetê pêkan e. Li ser pirs û diyardeya Kurd min mitale kir û di encamê de li ser vê babetê min ev hukim da.
Divê mirov di jiyana min de aliyekî dualî baş fêhm bike. Ew jî reva ji Kurdîtiyê yan jî berevajiyê wê min berê xwe da Kurdîtiyê. Li gorî qirkirina çandî şert û mercên revê li her deverê hazir û nazir bûn. Her tim rev tê teşwîqkirin. Tam jî di vê nuqteyê de pîvana exlaqî dikeve dewreyê. Di berdêla rizgariya ferdî de reva ji civaka xwe çiqasî rast e, yan jî baş e? Min heta bi sala dawî ya zanîngehê xwend û ya rastî ev dihat wê maneyê ku min bi awayekî ferdî xwe xilas kiribû û ev yek misoger kiribû. Tam jî di vê demê de min dest bi Kurdîtiyê kir û vê jî vegera li pîvana exlaqî îfade dikir. Di çarçoveyeke sosyalîst de pêkan bû ku ev civak ne Kurd bûya, dibe ku civakeke din jî bûya. Lê dîsa jî divê tu xwe ji sedî sed bi diyardeyeke civakî ve girê bidî da ku tu karibî bibî ferdekî bi exlaq. Eşkere dibû ku ez ê nebûma ferdekî bêexlaq. Ez li vir têgîna exlaq bi maneya etîk, ango bi maneya teoriya exlaq bi kar tînim. Naxwe ez li vir behsa exlagiriyeke paşvemayî nakim, mînak behsa kesekî tevahiya temenê xwe bi malbatekê ve yan jî bi komeke weke wê ve girêdayî dimîne nakim. Ji ber ku girêdana bi diyardeya Kurd û rewşa wê ya bi pirsgirêk ve bi tenê weke etîk bi exlaq dibe. Rewşa Kurdan a ji sedî sed koletî bû – ku hê jî bi vî rengî ye – ji sedî sed nehişt ku ez xeyal bikim “jiyana azad pêkan e”. Ez bi vê îqna bûm: Dinyayeke min tineye ku ez têde azad bijîm. Li vir min zindana derve û hundir gelekî da ber hev. Di encamê de ez pê hisiyam ku girtîbûna li derve ji bo ferd bêhtir bi tehlûke ye. Ferdekî Kurd xwe li derve azad bihesibîne û bijî, ev ê xwe xapandineke mezin be. Jiyaneke di bin xwe xapandin û derewê de derbas bibe, jiyanek e ku ji dest çûyiye, û xiyanet lê hatiye kirin. Encama min ji vê bi dest xistî ev e, ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan (di şertên kapîtalîzmê de ji bo kedkarên Tirk) têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e.
Min dema bi vê pîvanê jiyana xwe ya derve dipîva, min qebûl dikir ku ez bi exlaq rabûme. Di berdêla vê de kuştin an jî ketina zindanê li gorî xwezaya şer e. Li gorî ku jiyaneke bêyî şer sextekarî û bêrûmetî ye, kuştin an jî xweragirtina li zindanê li gorî xwezaya çalakiyê ye. Ez divê xwe li şert û mercên zindanê ragirim, ev li gorî sedema min a jiyanê ye. Çawa ku mirov nikare rûyê xwe ji têkoşîn, her şêweyê şer ê hebûn û azadiyê ba bide, divê mirov zindanê jî weke encam qebûl bike. Ji ber ku tu ji bo jiyana azad têdikoşî û bêyî wê jî nabe. Eger mijar Kurd be, û ew Kurd jî bawer bike ku sosyalîst e, û eger di bin fermana lîberalîzm, kapîtalîzm an jî fanatîzmeke dînî ya çeloxwarî de nebe, ji bilî şerê ji bo jiyaneke exlaqî û etîk, li derve ti tiştekî tu bikî û cîhaneke te ya tu lê bijî tineye. Dema ku min di çarçoveya vê têgînê de li jiyana hevalên di zindanê de temaşe kir, min dît ku bi awayekî gelekî ciddî xwe dixapînin. Bi wan dane bawerkirin an jî wan bi xwe daye bawerkirin ku li derve jiyaneke azad a mirov pê rabe heye. Jixwe dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve rola zindanan analîz bike, mirov ê bibîne rola wan ew e, li cem mirov hêviyeke azadiyê ya qelp biafirînin. Di şertên modernîteyê de zindan bi girîngî li ser vî bingehî hatine avakirin. Dema mirov ji zindanê derketine, du rê li ber wan hebûn; yan bi sextekarî û derewê jiyan qebûl kirine. Di vê rewşê de, divê mirov hêviya jiyaneke şoreşgerî, exlaqî û bi rûmet ji wan neke, bendewariyên bi vî rengî tewş in, pûç in. Yan jî pratîka zindanê wê wan bistewîne, bigihîne. Bi vê gihiştinê wê têkoşîna xwe ya civakî bêhtir bi awayekî serketî bi cih bînin.
Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne. Mirov bibe gerîllayê azadiyê ev tê wê maneyê ku mirov di asta herî jor de erkên xwe yên exlaqî û polîtîk der barê civakbûyînê de bi cih tîne; bi bîrewerî û exlaqî li ser vê erkê ye; ji bo azadbûyînê, erkên der barê xweparastinê de pêk tîne. Mirovê bibe gerîllayê azadiyê, ne ji bo ku bandora xwe ya ferdî zêde bike yan jî bibe desthilatdar, dibe gerîlla. Eger ne wisa be, ev ne şervantiya azadiyê ye, ev şervantiya ji bo desthilatdariyê ye. Yên bi vî awayî, derketina wan a çiyê û daketina wan exlaqî û civakî nîne. Jixwe yên bi vî awayî, kengî tiştên hêvî dikin nebînin, bi hêsanî xiyanetê dikin. Erkên xwe yên civakî li ti qadê bi cih nayînin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Kesên hebûna wan di nava koletiya mutleq de, heta kesên ji hev belav dibin, li ku dibin bila bibin xisletên her deverê ji bo wan yek in. Bi awayekî hundir xirab e, derve baş e, kesê bi sîleh xirab e, kesê bê sîleh baş e, bi vî awayî kategorîzekirin hewldana esasî ya têkoşîna ji bo hebûn û azadiyê naguherîne. Jiyana mirov kengî azad bibe maneyeke xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye.

imrali_160618173629-1

Têgîna diduyan bi ya yekê ve girêdayî pêşketina têgihiştina li heqîqetê ye. Di zindanê de ji bo mirov karibe xwe ragire dermanê bi tenê bipêşxistina têgihiştina li heqîqetê ye. Bi awayekî giştî bi hêz têgihiştina li heqîqeta jiyanê tê wê maneyê mirov li bêhnika herî bi kêf û tahm serwext dibe, ya rastî li jiyanê serwext dibe. Eger mirov bi awayekî rast serwext bûbe çima dijî, li ku dibe bila bibe jiyan jêre ne pirsgirêk e. Lê jiyan hertim di nava şaşî û derewan de derbas bibe wê maneya xwe ji dest bide. Bi vî awayî wê diyardeya jêre rizîna jiyanê dibêjin derkeve holê. Bêkêfî, nerehetî, şer, dijûn encamên xwezayî yên jiyana riziyayî ne. Jiyana mirov ji bo kesên têgihiştina wan li heqîqetê pêşketî, bi temamî mûcîzeyek e. Jiyan bi xwe çavkaniyeke mezin a coş û heyecanê ye. Di jiyanê de maneya gerdûnê veşartî ye. Mirov çiqasî li vê razê hayil bibe, di zindanê de be jî pirsgirêka wî ya xweragirtina li jiyanê çênabe. Jixwe eger zindan ji bo azadiyê be, tişta li wir mezin bibe têgihiştina li heqîqetê ye. Jiyana bi têgihiştina li heqîqetê mezin bibe, êşên herî mezin jî dikare veguherîne şadî û bextewariyê.
Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim. Li derve bêhtir gotin û çalakî xwedî hukim bûn, lê li zindanê mane bi hukim e. Fikrên ku min di parêznameyan de li ser felsefeya siyasetê bi awayekî berfireh û berbiçav anîne ziman, gelekî zor û zehmet e ku min li derve bianiya ziman. Ji bo têgihiştina li têgîna siyasetê bi xwe gelekî hewldan divê, têgihiştineke bi hêz a heqîqetê divê. Gotina min a “ez hûrûkûr hayil bûme, ez dogmatîkekî pozîtîvîst im”, têra xwe têkiliya xwe bi tecrîdê re heye û bi tecrîdê re pêkan bû ku ez vê gotinê bibêjim. Di şert û mercên tecrîdê de min bêhtir fêhm kir û serwext bûm ku têgînên cuda yên modernîteyê hene, bi awayên cûrbicûr avakirina modelên neteweyan pêkan in, herweha avahiyên civakî avahiyên bi destê mirovan hatine hûnandin in, û xwezayeke wan a nerm heye. Ji bo min nexasim gelekî girîng bû ku ez ji dewletgiriya netewe bibihurim. Ev têgîn ji bo min demeke dirêj pîvaneke Marksîst-Lenînîst-Stalînîst bû; bi rengê dogmayekê bû ku diviyabû ti carî neyê guhertin. Dema min li ser xwezaya civakî, şaristanî û modernîteyê mitale kir, min dît ti têkiliya vê pîvanê bi sosyalîzmê re tineye û gelekî girîng e ku min ê bidîta, ev desthilatgiriyeke zêde civakî ye, ji şaristaniya riziyayî ya bi çîn maye û bi destê kapîtalîzmê hatiye rewakirin. Lewma di redkirina wê de min dudilî nekir. Eger weke dihat gotin bi rastî wê sosyalîzma zanistî be, di vê mijarê de yên divê bên guhertin divê hosteyên sosyalîzma pêkhatî ango Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û Castro bin. Hosteyên navbihurî xwedî li têgîneke mîna kapîtalîzmê derketibûn, ev şaşiyeke mezin bû û zirareke mezin dabû doza sosyalîzmê.

Li ser Jiyana min a li Girtîgeha Girava Îmraliyê – Beşa Dawî

Leave a Reply