Li Stuttgartê gel û Ciwan ji bo roja cihanê ya Kobanê meşiyan

DSC08502

Li bajarê Elmanya Stuttgartê gel, jin û ciwan ji bo bajarê serhildan û berxwedan Kobanê meşiyan.

STUTTGART – GÜL GÜZEL

Pîrozbahiya li Stûttgartê jî ji aliyê Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re hate organîzekirin û girseya gel ji Laûtenshclagerstrasseyê dest bi meşê kirin. Parlamenterê Partiya Çep Tobîas Fluger li vir peyivî û got, “Em dixwazin qedexeya li ser PKK’ê ya li elmanyayê bê rakirin.” Piştî meşa li navenda bajêr, li Schlossplatzê mîtîngek pêk hat û pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.