Li Maxmûrê teqîn- NÛ BÛ

son-dakika-752x440

Li qampa Maxmûrê îro berî êvarî teqînek pêk hat.

MAXMÛR – ROJACIWAN

Li Başûrê Kurdistanê li Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ya nêzî bajarê Mexmûrê teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, hêzên girêdayî dewleta Tirk êrîşeke sûîkastî li dijî yekîneyeke ewlehiyê ya gelê Mexmûrê pêk anî.

Tê payîn ku têkildarî êrîşê di saetên pêş de wê agahî werin dayîn.

Teqîn saet di 18.30’an de pêk hat û tê diyarkirin ku gelek mirî û birîndar hene.

Li gorî agahên nû 9 kes birîndar e û hejmara şehîdan hê jî ne diyar e.