Birîndarên li Mexmûrê rakirin nexweşxaneya li Hewlêrê- Bi wêne

maxmur

Kesên di êrîşa dijî Kampa Mexmûrê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê. Birîndar niha di emeliyatê de ne û pêwîstî bi rengekî lezgîn bi xwînê heye.

MAXMÛR – ROJACIWAN

Îro danê êvarê saet di 18:30 de li dijî yekîneya ewlekariyê ya Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî), hêzên ser bi dewleta Tirk ve êrîşek kirin. Kesên di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Rojava ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê.

Ji cihê buyerê wêne hate destê me.

Birîndar niha di emeliyatê de ne. Bi rengekî lezgîn pêwîstî bi xwîna ji her komê heye.