Memê Cizîra Botan; Harûn Bagok – STÊRKA CIWAN

Dijmin we hertim wan gotin û berxwadanan bibinê. Heta azadiya Serok Apo û azadiya gelê me pêk ne, em e hertim bibin kabûsa wan. Em wekî rêhevalên wan divê heta dawî xwedî li têkoşîna wan, xeyalen wan derkevin û ala şoreşê bilindtir bikin.

KENDAL AMED – STERKA CIWAN

Di têkoşîna şoreşa gelê Kurdistanê de Cizîra Botan hertim bûye qela berxwedanê. Li hemberî her zordariye berxwe daye. Di dema Osmaniyan de Mîr Berdirxanan çawa serî rakiribin iro jî hemberî faşîzma dewleta Tirk şehîdên wek Asya Yûkselan, Mehmet Tunçan, Axîn Mahiran û Harûn Bangokan wekî wan bi hezaran serî hildan. Heza ku ji ciyayên Cudi, Gabar û Bagok girtin ne hiştin ku dijmin axa wan, bajaren wan dagir bikin. Bi vê sekna xwe ya bi rûmet û wêrek tirs da dilê dijminan. Ji bo gelê Kurd jî hertim bû heviya azadiyê û têkoşînê. Ji ber we yekê Cizîra Botan cihekê xwe yê dîrokî û giring heye.
Ser ve esasê Cizîra Botan di vê pêvajoya dawî de, pêşengiya têkoşîna Xweseriya Demokratîk kir. Çawa di salên 90’di de pêşengiya serhildanan kir û belavî her bajaran bû, iro jî berxwedana Xweseriya Demokratîk di pêşengiya Cizîra Botan de belavî her derê bû. Ev qehramantiya, fedakariya û berxwedaniya ku li Cizîra Botan derket pêş, di pêşengiya ciwanan de bû. Ew coş û moralê hate jiyan kirin bi hêza hevalên ciwan bû. Yek ji wan hevalên pêşeng Şehîd Harûn Bagok e. Ş. Harûn di tevgera ciwanan de di asta Komûtantiyê de li Cizîra Botan cihê xwe girt. Bû xwedî rolekî dîrokî. Ş. Harûn ji malbateke welatparêz e. Eslê xwe ji Mêrdîn, Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di nav çandekî Kurdistanî û waletparêz de mezin dibê. Ser vî esasî naskirana wi a bi partî û tevgera azadiyê zehmet û dereng nabe. Ş. Harûn wek rêhevalên xwe Ş. Gelhat, Ş. Xeyrî, Ş. Munzur, Ş. Kendal û Ş. Baran heman zanîngehê de û heman demê de bi hevre dixwînin. Dema çeteyên hov ên DAİŞ’ê êrîşî Kobanê dike, Harûn û rêhevalên xwe van êrîşên dijmanan qebûl nakin û ji zanîngeha çukurova tevlî rêfen gerilla dibin. Ş. Harûn dema zanîngehê de xebatê rêxistenê dimeşine. Bi sekna xwe pir moral dida hevalên xwe. Di aliyê wêjeyî û hunerî de xwedî tecrûbeyê bi salan bû. Helbestên wi ye pir xweş derbarê ’evîna welat’ de hebûn, û xweş tembûrê jî dixist.

Em dikarin bêjin ku şoreşgerekî pir alî bû. Heval Harûn piştî ku tevlî partiye dibe, di bajarên Kurdistan de xebatên tevgera ciwanan dimeşine. 15’ê Tebaxa 2014’an dema dijmin li Licêyê êrîşî peykerê komûtan Egît dikê, vê hovîtiyê qebûl nakê. Ji bo ve yekê li Amedê bi hevalên xwe re çalakiyên radîkal hemberî dijmin pêktîne. Ji ber ku di çalakiyan de hertim li pêş bû, bala dijmin dikişand. Dijmin taybetî ser wî disekinin û derheqê wî de lêpirsîn dikir. Dijmin dema çalakiyê gazên pir dijwar bikartîne û heval Harûn hişê wî je diçe. Bi wi awayî dijmin wî digirin. Dema digirin ji pir îşkence lê dikin. Ji ber heval ji aliyê dijmin vê te naskirin dema tê girtin keyfa dijmin pir tê.

Nezî 7/8 mehan girtîgeha Amedê de dimîne. Dema girtîgehe de ye çeteyên DAİŞ’ê dikevin nav Kobanê de. Ew ji vê pir aciz divê. Pir dixwest ku biçe Kobanê. Piştî ku ji girtigehê derdikevê Kobanê Azad dibe lê dîsa jî dixwaze biçe, lê rêxistin berê wî didê Cizîra Botan. Qela berxwedanê. Warê Mem û Zin e. Li cihekî wek Cizîra Botan xebat meşandin pir keyfa wi tine. Bi moral, baweriyeke mezin dide gel û hevalên xwe. Hem bi gel re hem jî bi hevalên xwe re pir têkildar bû. Hevaltiya xwe de pir fedekar bû. Girêdaniya xwe ya Serokatî û Şehîdan jî pir kur bû. Ewqas hez ji Kurdistan dikir ki dixwest her çiyayê we, her bajarê we bigerê û wan deran de têkoşîn bike. Evîna Mem ji Zin’ê re çawa bû, evina Ş. Harûn ji Cizîra Botan re ji wisa bû. Bi vê eşka xwe di kolanên Cizîrê de di eniyen şer de, wek Axinan, Felatan, Rodiyan, Nudayan li hemberî çeteyên faşîst yên AKP şer kir. Bi derfetên xwe yên kem li hember tank û topên dijmin berxwedaniyekê bêhempa nîşanda. Dijmin hemberî vê iradeyê, ve fedayitiyê nema karibû şer bike û xwe sipart taktîkên şerê qirêj. Bi sedan heval û gelê me di binê bodruman de şewitandin. Heta guleya xwe ya dawî şer kirin. Teslîmî dijmin nebûn. Wekî heval Mehmed Tunç got: “Me berxwa da, me serî netewand bi me serbilind bin.” Dijmin we hertim wan gotin û berxwadanan bibinê. Heta azadiya Serok Apo û azadiya gelê me pêk ne, em e hertim bibin kabûsa wan. Em wekî rêhevalên wan divê heta dawî xwedî li têkoşîna wan, xeyalen wan derkevin û ala şoreşê bilindtir bikin.

Nasnav:
Harûn BAGOK

Nav û Paşnav:
Mehmet DEMİR

Dîrok û Cihê Jîdayîkbûnê:
10.12.1988 Mardin (Derik)

Navê Dayîk-Bav:
Ebrize-Musa

Cihê Şehadetê:
Di berxwedana
xwerêveberiyê de li Cizîrê