Li Mexmûrê 2. Konferansa YXA dest pê kir

Li Wargeha Mexmûr 2’yemîn Konferansa Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) bi tevlîbûna xwendekar, mamosta û dayikên şehîdan bi şiyara “Serî Hilde, şer bike, Rêbertî Azad bike” bi coşek mezin hate lidarxistin.

MEXMÛR – ROJACIWAN

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 2’yemîn Konferansa Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) saet 09:00’an bi tevlîbûna xwendekar, mamosta û dayikên şehîdan, bi şiyara “Serî Hilde, şer bike Rêbertî Azad bike” bi coşek mezin li salona konferansê hate lidarxistin.
Li salona konferansê li gel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên wargehê yên di nava YPG’ê, YJA-Star, YPG/YPJ, YPS-YPS-Jin û milîsên wargehê şehîd bibûn, hatin daliqandin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre jî endamê Meclîsa Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Bedran Yurkuk xêrhatina hemû ciwan û delgeyan kirin. Yuruk di destpêkê de qûrbaniyên erdheja Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî û ji birîndaran re şifaya xêrê xwest. Her wiha Yuruk banga alîkariyê li hemû Kurdan kir ku dengê xwe bigihînin mexdûrên erdhejê. Piştî hilbijartina dîwanê axaftina vekirinê hate kirin.

‘Divê em ji demê re bibin bersiv’
Serhildan bal kişand ser pêvajoya niha gelê Kurd têre derbas dibe û got: “Pêvajoya em têde dijîn di her alî de hesas û girîng e. Di vê wateyê de lidarxistina konferansa YXA’yê pir bi wate û girîng e. Divê xwendekar vê rewşê baş bixwîne û bikare ji demê re bibe bersiv. Di vî alî de erka me xwendekaran ew e ku em bikarin ji demê re bibin bersiv û têkoşîna ciwana bilind bikin û bibin layîqî Rêbertiyê.”

‘Her demê ciwan pêşengtiyê ji pêvajoyan re dike’
Endamê Koordînasyona Komelên Ciwanan Bawer Serhildan destnîşan kir ku Komelên Jinên Ciwan û Komelên Ciwanan pêngavek nû dane destpêkirin û wiha nirxand: “Ciwanên Kurd di vê serdemê de dest bi pêngaveke nû ya “Serî hilde” kirin. Divê di vê pêngavê de bi taybet YXA û ciwanên Mexmûr cihê xwe bigire û rola xwe ya bi mîsyon bilîze. Ji ber ku di her demê de ciwan pêşengtî ji van pêvajoyan re kiriye. Em li şoreşa xwe binêrin, bi ciwanan dest pê kir û hemû jî xwendekar bûn û li erka xwe ya demê rabûn û gihand asta îro em têde dijîn. Em dibînin îro li tevahî cîhan û Rojhilata Navîn bûye xwedî mîsyon û roleke girîng. Paradîgmaya wê bûye mînaka pêkve jiyan û hevpariya gelan a li herêmê. Di heman demê de bêyî wê ne mimkun e biryarek li herêmê bê girtin.”

Di dewama konferansê de saziya ÎŞTAR, Komelî Gencanî Welatparêz, Meclîsa Tenduristiyê ya Mexmûr û Meclîsa Wargehê peyamên xwe dan.

Her wiha di konferansê de peyamên pîrozbahiyê yên ciwanên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatin xwendin.

Konferans bi coş û nirxandinên ciwanan dewam dike.