Mîna xencerekî li singa îxanetê çikilî -3

Heya niha hesap ji îxanetê û karbidestî ne hatiye pirsin.Vaye PKK dibe navê dumahiya vê hesap nepirsîn û lênepirsînê. Bawer bikin ku ev ji îxanetê re, ji karbidestiyê re û ji xayîntiyê re darbe ye

KASIM ENGÎN-ROJACIWAN

Dîroka Kurdistanê weke dîrokekî îxaneta wê ya pir zêde tê zanîn. Qet guman tineye ku ger heta îro kariye bijî jî tê wê wateyê ku dîrokekî qehremanên wê jî pir zêde ne.

Bi kurt kurmanci dema dîroka Kurdistanê tê gotin, ya ku bi sereke tê hişê mirov; ev herdu karekter in.

Di dîroka Kurdistanê de yên ku îxanet kirine, yên ku bi dijminên xwe re ketine nava karbidestiyê, yên ku gelê xwe biriye ber dîlgirtinê, yên ku li gel dagirkeran cih girtine û welat ji dagirkirinê re pêşkêş kirine, yên ku hatine dewşîrmekirin, ên ku Mankurt bûne, yên ku xwe bi xwe înkar kirine û yên ku înkarkirin pêşxistine hema hema qet lêpirsîna wan nehatiye kirin û nehatiye lêpirsîn kirin. Sedemê wê jî di dîroka Kurdistanê de hema hema her tim rastiya ku îxanet û karbidestî ser dest bûyînê ye.

Îxanet wisa li Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên wan ve hatiye rûniştandin ku êdî yên ku îxanetê dikin, ên ku zexeltiyê dikin, ên ku karbidestiyê dikin bixwe jî ne di ferqa wê de ne. Ji ber ku wisa genên wan ji îxanetê re hatine fêrkirin ku tiştên dibin û diqewimin bi “asayî” dibînin. Sedemê wê jî mîna me gotî; hesabê ku ne lêpirsînkirina îxanet û karbidestiyê ye.

Enkîdoyê ku di dîroka Kurdan de tê zanîn hesabê ku li hember eşîreta xwe kiriye nehatiye lêpirsînkirin. Û encam; karbidestî serdest bûye.

Di dîroka Kurdan de hesabê Matîzawayê prensekî Mîttaniya ye li dijberî qewmê xwe li gel Hîtîtiyan cih digire, êrîş dike û piştre mîna tê xuyakirin rê ji hilweşandin û belavbûna Mîttaniyan re dayî vekirin jî nehatiye lêpirsînkirin.

Ji ber ku ew Herpagosê nav û deng di Medan de jî hesabê wî nehatiye lêpirsînkirin, Kurd Berî Zayînê di 520’an de rû bi rûyê li Maganomiyan rast hatine û êdî careke din nekarîne pişta xwe jî rast bikin.

Her wiha encamê vê ye ku dema desthilatdariya Ereban li Kurdistanê pêşdikeve, desthilatdarên Kurdan xwe ji nişkan ve kirine Ereb, şecereyên xwe birine heta kokên Ereban, navên xwe kirine navên Ebereban, bi Erebî axaftin, wergirtin û lixwekirinên xwe li gorî rewşa binyadê Ereban diyîne jiyankirin. Bi awayekî giştî ji cewherê xwe qutbûn, jixwe mandelebûyîn (înkar) û jixwe rev encamên ku hatine jiyankirin in. Lê belê yên ku ji vî qasî mandeleyê re bêje; “bese” jî derneketiye holê. Yên ku di kûrahiya çiyayan de xwestibin hesabên wê bibirsin hebin jî, lê serkeftin bi dest ne xistine û her tim dumahiya wan bidilêşî bûye.

Îxanet vîrûsekî wisa ye ku dema li xwediyê wê bê sîrayetkirin, mîna ku xwediyê wê xebatekî pir mezin kiriye dikeve nava hewayekî cuda. Dema ku em tên sedsaliya XVI. Îdrîsê Bedlîsî –çiqasî di ferqa wê de ye- ew jî nayê zanîn, lê tevayî Kurdan pêşkêşî Osmaniyan kirin. Wêdetir weke ku meth û pesnên ji padîşahên Osmaniyan re rijandine hîn îro bixwe jî kûrahiya kokbûyîna karbidestiyê diteyîsîne.

Û helbet Nakşîbendiya ku di sedsaliya XVIII. de bi destên Îngîlîzan li Rojhilata Navîn dayî belavkirin re dê hema hema Kurdistanê bibe ber paramparçe kirinê. Nakşîperestî, piştî parçebûna Mîrîtiyan û pêde, bi avakirina pergala axatiya sexte re weke din bûye xencerekî ku li dîroka Kurdistanê hatiye çikilandin. Ên ku hesabên vê jî bipirsin û lêpirsîn bikin jî çênebûne.

Em dev ji lêpirsînê berdin; piştî ku çewisandina îsyanan û pêde zarok, bira û xizmên ên ku îsyan kirine; bi gotina axayên ku hatine çêkirin (gihandin) çiqasî tîpên hatine ku kontrolkirin ew tev di dibistanên Babı Âli de bi taybetî hatine perwerdekirin. Wê weke hîşedarên îxanet û karbidestiyê di pêşerojê de bispêrin civaka Kurdistanê. Û ev Mankurtên ku mejiyên wan hatine fetihkirin, dema ku gelê Ermenî bi navê Osmaniyan qetl dikin, qet nezanîne ku wê dor were wan jî. Wê piştre gelê me yê Sûryanî jî bixin, lê belê dema ku dor tê ji wan re –ango ji Kurdan re- wê yên ku li cîhanê dengê wan bibihîsin jî tinebin. Mînaka ku “tu çi biçînî, tu yê wê bidûrî/biçînî…” Dîsa îxanet û karbidestî hatiye spîkirin, ango efokirin.

Û piştî tevkujiya sor û pêde nûhatiyên ku tevkujiya spî dayîne afirandin bi xwe re biyanîkirin, bermahiyên şûr ên xwe bi xwe bûyîne dijminên xwe û Mankurtan…

Em ê van Mankurtan ji nû ve bibînin. Piştî tevkujiya Dersimê di dibistanên leylî (yatılı) de, di leşkergehên (kışla) bûne makîneyên şûştina mejiyan de, di dibistanên Kemalîstên ku qambostî de em ê wan ji nû ve bibînin.

Dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşket pasnê hinek malbetên diyar kirin û derbasî bazarê kirin, ew dibin ewladên wan malbatên ku hatine bê kasayetî kirin û hatine Mankurt kirin bûn. Dîsa li gorî serdema xwe dibin mîna ew darikokên ku qelp hatine perwerdekirin. Hatine perwerdekirin in/xwedîkirin in, tovik in, bi zorî xwe spartina ji civakekî re ye. Hesabê vê jî nehatiye lêpirsînkirin û nehatiye pirsin jî.

Vaye PKK dibe navê dumahiya vê hesap nepirsîn û lênepirsînê. Bawer bikin ku ev ji îxanetê re, ji karbidestiyê re û ji xayîntiyê re darbe ye.

Hewrê Haki Karer dema ku “di rojekî vejenîna 18’ê Gulanê de di nav xwîna sor de xelimî” jî têkoşîn nehatibû sekinandin. Berûvajî vê beriya her tiştî tevkujên Hewrê Haki Karer hatine dîtin û hesabê wê hatiye lêpirsîn, pey wê re jî bi girêdayî bîranîna Hewrê Haki Karer –madem ku evqasî dixwaze dijminên xwe tine bike- divê bi înadî têkoşînê hîn bilindtir bike. Navê vê jî Partîbuyîn e; ango damezrandina PKK’ê ye.

Hîn jî; ew Helbestvanê ku ji bo PKK’ê gotîn; “Mîna Xencerekî Li Singa Îxanetê Hatiye Çikilandine” ew hevoka wî, çespandinekî dîrokî ye. Ji vir û şûnde tişta divê bê kirin; li dijberî Îxanet, Karbidestî û Xayîntiya ku hatiye eşkerekirin, sekna raberkirina jiyanekî sexlam pêwîst dike.

Û navê vê seknê vaye PKK ye. Bûyîna PKK’yîbûne…