Navê avê gotina ku ji helandinê re bisekine û vejînê ye

sitee

Gelê Kurd ji yek gelên herî kevn ên cîhanê ye. Rabûrdiya wî li Rojhilata Navîn a herî bi kok e û ji civakekî Aryene.

QASIM ENGÎN – ROJACIWAN

Qasî ku di dîrokê de tê zanîn peyrewiyên avaker ên ku cara destpêkê cîwarbûyîne. Yên ku cara destpêkê gund dane avakirin. Ên ku cara destpêkê cotkarî kirine. Ewên ku di roja me ya îro de dijîn mohra xwe ji pir destpêkirinan re dayîne avêtinin. Di çêbûna neolîtîzmê de rista serekî lîstine. Ev gelê kevnare ku di dîrokê de di bin gelek navên cuda cuda de derbasbûne, dema em tên salên 1970’an bi tinebûnê re, bi berzebûnê re, bi helandinê re, bi hêviyên xwe re bi awayeke lezginî ber bi xala xelasbûnê ve gêr dibûn.

Ev çespandina rewşekî ye. Lê belê di vêderê de ji rexnekirina gelê Kurd wêdetir, qala hêzên dagirker û mêtînkeran a bi polîtîkayên xwe yên bi înkarker û îmhaker ve çiqasî bi hêz û bi bandor di dewrê de ye tê gotin.

Dagirkeran ji 1924’an û vir ve her tim bi îmhakirina Kurdistanê ve xerîk bûne. Piştî Îsyana Şêx Seîd û pêde weke bi tevgera êrîşekî ya giştî ve arasteyî ser Kurdistanê kirine. Tirkiya ku li Rojava xaka xwe winda dikir, her ku diçû li Rojhilata Navîn dihat derxistin û heta ji aliyê emperyalîstan ve li Anatoliyê asêkirin, bi vî awayî her ku diçû weke qada jiyanê ji xwe re Kurdistanê hildibijêre. Em li ser vê; lîstokên Ali Cengiz ên Îngîlîzan jî ser zêde bikin, weke Tirkiyekî bigiştî hatiye dîl girtin, her ku diçû bi rêbazên faşîzanî temisandin, helandinê re û bi polîtîkayên asîmîlasyonîst, ekspansiyonîst xistiye meriyetê û bi vî awayî hatiye ser Kurdan.

Berûvajî gotinên ku hatine kirin, Kurdan raperîn nekirine, Kurdan îsyan nekirine. Kurdan li dijberî dewleta Tirk a ku ber bi faşîstbûnê ve diçû, tenê ji bo ku xwe biparêzin derketine ser çiyayan. Raperînekî tine ye, tenê êrîşekî mijara gotinê ye. Yên ku bixwazin tevayî “îsyanên” qala wan tên gotin dikarin lêbikolin. Wê bibînin ku tenê û bi tenê ji bo ku Kurd xwe biparêzin li ber xwe dane. Îsyan û liberxwedan du têgehên ji hev cuda ne.

Li Kurdistanê weke kelha herî dumahî ya ku piştî ketina Dersimê ku tê zanîn û pêde, êdî Kurdistanê weke qada belavkirina çanda xwe dibînin, politikayekî faşîst a hîn kûrtir bi kar tînin û didin meşandin.

Kurd hatine mişext kirin, ango tehcir kirin. Li her cihên ku rêkirine weke hindikayî hiştin pir pê îhtîmam kirine. Dîsa ji bo avaniya nûfusa Kurdan bidin guhertin; ji der ve bi girseyekî Tirk a boş û gur re, yên ku nasnemeyên nîjadên/etnîsîteyên wan cuda cuda ji der ve dianîn û li her cihê Kurdistanê bi cih dikirin. Û piştî salan û pêde, ev avaniyên etnîkî yên ku hatine bi cih kirin weke nûnerên faşîzma Tirk ên herî har û şêt/dîn hîn îro jî li Kurdistanê weke cerdewan û ajanên herî pêşketî û qatlîmager erk digirin.

Dîsa bi dibistanên leylî re, bi qedexekirina ziman re, bi guhertina nav û qedexeyan re jî çi tişta bi navê Kurdîtî hebe hatiye tinekirin.

Bûyera 33 Guleyan a ku wê piştre bê dîtin, bi bûyera 49’an re dê her tim mîna Şûrê Demokles li ser serê Kurdan bê hejandin û her tim îmhakirinê bi wan bidin hîskirin. Hûn bi vê re girtana leşkeriyê jî weke felçkirina/şehtkirina mejî li ser zêde bikin.

Civak wisa tê temisandin ku weke her kes ji sîha xwe bitirse lê tê. Yên ku dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, wê çi were serê wan ew bixwe jî nikarin hesabê wê bikin. Û mamoste, memur, polîs û hwd. en dibin daqurtvanên pergalê bi rêveberiya nûnerên fermî re hema hema cihên nedawirîbin nahêlin. Bîrdoziya fermî dikeve her cihî û bi vî awayî serkeftina xwe îlan dike.
Ji ber ku êdî Kurd dest bi helandinê bûne. Ber bi ser jêr bûnê ve çûyîn bi hemû leza xwe di meriyete de ye. Yên ku wê dem bi dem bidin sekinandin (bidin frenkirin) ên derbikevin holê. Lê belê yên mîna Apê Mûsa rewşenbîrên helbestekî biçûk dinivîsîn, wê bi salan di zîndanan de bidin rizandin. Ên mîna Mamoste İsmail (İsmail Beşikçi) ji bo hinek lêkolînên civakî di derbarê Kurdan de kiriye, hema hema wê şaneyên zîndanê ji wî re bikin rûniştgeh/îqametgeh.

Rewşa ku Rêber Apo dibêje; “me ji sifrê girt û anî” ev e. Belam rewş di bin sifrê de bû. Apê Mûsayê me yê bi nirx li ser vê gotina Rêbertiyê; rast e, lê me jî di bin sifrê de aniye sifrê” helînekî qasî ku bibêje mijara gotinê bû.

Ger bê xwestin ku PKK bê fêmkirin; hema wisa pêdivî ji vekirinên bi teorîk, bîrdozî û felsefîk ên berfireh re tine ye. Bi gotina Apê Mûsayê me ya ku “me jî di bin sifrê de aniye sifrê” bes e.

Bi tinebûnê re rû bi rû hatiye hiştin, aliyekî wî/ê yên nehatiye helandin nemaye, weke qada belavkirina çanda Tirkitiyê çanda wan hem hatiye talankirin hem jî hatiye dizîn, mirovên wê dest bi jixwe revînê kiriye, weke ji bo bîrdoziya fermî bûye darîngeya/madeya xam a herî telp ku hatiye “kıro” kirin, di qada sînema û hûnerê de weke kirina mijara tinazên xwepêkirin ku ji her alî ve hatiye bi kar anîn, wan dest pê kiriye ku ji Kurdîtiya xwe nefretê bikin û ji bo memuriyetekî li ber deriyê dewletê sed teqle avêtiye, weke bi bîo-desthilatran ve Kurdistan û Kurdekî ku nefes girtin û berdana wan xistine di bin kontrole de, bi yek gotinê di roja me ya îro de; li ser piya ne. Hem jî zindî bi zindî.

Ji Kurdekî ku jixwe fedî dikir, di roja me ya îro de Kurdekî biqîmetbûyî hatiye afirandin.

Ji Kurdekî ku jixwe direviya, êdî Kurdekî ku pesnê xwe dide hatiye afirandin.

Ji Kurdekî ku çanda wî/ê hatibû talankirin, di roja me ya îro de Kurdekî çanda wê bi xurexurî diherike û belav dike hatiye afirandin.

Ji Kurdekî ku hema hema zimanê wê/î dayîne jibîrkirin, di roja me ya îro de qasî ku keçikeke 10 salî bikaribe potansiyela pêşketina waneya zimanê Kurdî nîşan bike û bide, Kurdeke wiha hatiye afirandin.

Ji gelekî ku dîroka wî hatî jêbirin, hatî înkarkirin, tine hatî hesibandin, rastiya ku çiqasî dîrokekî wan a bi kok heye hatiye afirandin.

Ji gelekî ku di warê siyasî de hatine helandin, di roja me ya îro de gelekî ku bûye sûbjeya herî dînamîk a siyasetê jê hatiye afirandin. Ji gelekî ku hatî bê rêxistinkirin û hatî pûçkirin, di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn belkî jî li cîhanê bûye gelekî ku herî bi rêxistinkirî jê hatiye afirandin. Beriya her tiştî bi Şoreşa Rojava re ji bo Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiya cîhanê gelekî ku bûye çavkaniya îlhamê hatiye afirandin.

Bi kurt kurmancî; ji Kurdekî ku di doşeka mirinê de yên mîna di komayê de dijiya, di roja me ya îro de Kurdekî ku pergela bexşandîbûna wî/ê herî bi hêz bûyî hatiye afirandin.

Weke me gotî pir zêde pêdivî ji raveyên teorîk û vekirênên bîrdozî re tineye. Piştî 40 salan û pêde di roja me ya îro de ji hemû aliyên xwe ve gelê hatiye afirandin li holê ye.

Belê, dema ku em di van rojan de 40. pîrozbahiyên salvegera PKK’ê dijîn, divê tiştên ku me li jor anîne ziman, em bizanibin û em ji pîrozkirina roja zayîna PKK’ê sûd werbigirin.

Û em ji bo vê dibêjin ku; PKK ji nû ve navê vejîna gelê Kurd e. Di vê rastekê de jî weke mîlada gelê Kurd girtina dest û roja di asta pîrozbahiyê de tê pîrozkirine. Sonda me ye, hem jî sonda me ya ku qet û qet em ji rêya wê venagerin…

TEVGERA REXNEYÊ

Beriya her tiştî rexne ne ecibandina rewşê ye. Ya heyî têr û bes nedîtine. Bûyîna xwediyê pîvanên ecibandinê ye. Zanistiya ya ji her tiştî re ne gotina erê ye. Û beriya her tiştî redkirina ya heyî ye û rastiya lêgerîna ya hîn xweşiktir û baştir e.

Rexmê ku Kurdistan xistine nava zordestiyê, her tim kirine îşkencexaneyekî, li gorî vê jî bi giranî beşekî mirovên wê vê rewşê ji nedîtî ve tên, bi vî awayî dixwazin jixwe razî vê jiyanê bidin berdewam kirin. Rexmê ku kêm tê dîtin, rexmê ku biçûk tê dîtin, rexmê ku bi zimanê xwe ve henekê xwe lê dikin, lê ew dîtina ji vê rewşê pir dûr e.

Rexmê ku li derveyî hemdemê xwe hatiye hiştin, bê ku ew vê yekê ferq bike, bê ku enerjiya afirandina yêkîtiya gelekî bihizire li pey berjewendiyên malbatî û berjewendiyên eşîrtî baz didin. Rastiyek balkêş e, lê rexmê ku ew xistine dijminê xwe bi xwe, hatiye wê astê ku hema hema wê ji vê dijmintiya navxweyî zewqê digire û ji bo ku wê zewq girtinê jî bîne rewşekî rewa tişta ji destê wî hatiye kiriye.

Me got balkêş e û em dewam bikin: Kurd, wê bikaribe ji bo mirîşkekî 9 mirovan bikuje, wê ji bo zeviyekî xwîn bavêje navtengê, wê di nijdeya xwînî de her roj mirov bên qetilkirin, lê belê dema ku dor tê tiştên ku dagirkeran kirine, wê li pêşiya çavên wî tecavûzî bûka wî bikin, lê belê ew ê qet dengê xwe dernexîne, wê kurê wî di îşkencexaneyan de lêxistina mirinê lê bê kirin, wê dengê pêjnekî jî ji wî dernekeve.

Wê Kurdê ku xwe herî zilam dihesibîne li hemberê leşkerokî çilmokî bi sertewandî bisekine, wê bejna xwe heta erdê jê re bitewîne, wê dudirûtiyên ku nayên aqil û xeyalên mirovan bike, lê belê dema ku heman Kurd dizivire malê tevayî hêrs û aciziya wan pêk anînên li ser wî hatine meşandin, wê destpêkê ji pevjîna xwe bigire, ger kerba wî neşikest wê vê carê jî zarokên xwe bixe ber rêza lêdanê û wê bi vî awayî kerba dilê xwe bişkîne.

Vê carê jî heman Kurdê ku qasî bê xwestin biçûk nebûye, enerjiya wî ya mayî –ger ew jî mayî be- di pevçûnên mezheban de, di şerê eşîretan de xerc bike û wê xwe li hember dagirkeran tine bike û bi vî awayî bê hêz bike.

Û helbet hûn jî zarava û devokên cuda cuda yên Kurdî jî li ser vê zêde bikin û tinazên xwe pê kirinê daynin ser. Mîna hinek din wî kêm dibînin…

Ya hîn jî girîntir rexmê ku evqasî hatiye xistin, Kurdekî bi awayekî balbêş jixwe razî û keyfxweş.

Weke mînaka, ger rê di nava sere min û laşe min de jî here gotin gotina min e, qaşo xwe jî qet ji navenda cîhanê nade aliyekî.

Tu ji Kurdekî wiha re nikarî bêjî; “li ser çavên te re birhên te hene.” Dema kêliya te got, tu yê kulmê bixwî. Lê belê ev mist tenê li hember Kurd tê bi kar anîn. Ya di mijara gotinê de ye ger vê yekê dagirkerî dibêje –em dev ji gotinê jî berdin, ger bi mudaxeleya kiryarî jî bibe- jiyanîkirina ji sertewandinê re dipejirîne. Herî dawî li hemberî êrîşên Iraqê yên li ser Başûrê Kurdistanê, ma ew rewşa derketî holê ne ev e?

Nehatina ji yêkîtiya ji navbera Kurdan re, rexmê ferq nekiriye ku bûye amûra parçekirinê ku ev jî tenê bi sere xwe dibe amûra parçekirinê, lê ew dibe “Kurdê herî baş.”
Vaye tu nikarî Kurdekî wiha rexne bikî. Jixwe di civakek feodal de li şûna rexneyê heqeret, biçûk xistin û dedikodu hene. Pêşderazî hene. Ya berûvajî vê jî ya ku heyî jixwe razî, xwe ecibandin û pesname ji hinekan re rêzkirin hene.

Vaye zayîna PKK dibe tevgera mudaxeleya tevayî ji van rewşan re. Beriya her tiştî ya heye ne eciband. Nepejirand jî. Red kir. Li hember a heyî şer kir. Di bingehê xwe de raperîn ji vêderê de dest pê kir.

Karê PKK’ê, yên herî sereke rexne bû. Pesnê gelekî neda û popûlîst nekir. Biwerimîne û ji xwe re layengiran bigere nekir. Rêya destpêkê hezkirina mirovekî, gelekî ji bo aliyên wan ên nebaş bên guhertin, pêdiviya bi zanistî şerkirinê tevger kir û rexne da pêşxistin.

PKK, ên ku li pêşiya yêkîtiya netewî dibe asteng ev yan jî ew –payebûna wî çi dibe bila bibe, navê wî çi dibe bila bibe- da ber topan. Ji bo ku yêkîtiya netewî bide avakirin jî çiqas hêmanên asteng û astendarên li pêşiya yekbûniya netewî hene, tev da ber topan.

PKK, tevayî taybetmendiyên paşverû yên civakekî feodal derxist zanebûnê, bi awayekî tûnd çû ser feodalîzmê.

PKK beriya her tiştî nêzîkatiyên bêwîjdan ên li hember jinê hene bê ku tawîzan bide têkoşîn kir. Hem jî tevayî civak da pêşberî xwe û ev yek kir.

Dema ku PKK’ê rexneyên herî tûnd li mirovê Kurd dikir, qet ti demî negot çavkaniya van tewanan ji gelê Kurd digire. Hêzên mêtînger dagirker emperyalîst kapîtalîstên ku Kurd anîne vê rewşê Kurd dane parçekirin, parvekirin û di encama vê de jî xwestine rê ve bibin, ji roja derketina PKK’ê heta niha bi zanebûn û bi bawerî li dijberî vê rewşê têkoşîn daye meşandin.

Û çawa ku PKK weke tevgerekî di zanistiya van tiştên hatine gotin de be, li hember gelê Kurd ji ber hezkirin û rêzdayîna xwe ya herî dijwar, ger rexneyan her tim jî bike, wê ji bo wî gelî amadeye ku her tim rih û giyanê xwe jî bide, ev yek bixwe jî di hebûna xwe de daye raberkirin.

Û PKK ev gelê ku xistine nava vê rewşê maf nekiriye, bi bîr û baweriya xwe ve bi vê yekê aniye û bi vî awayî weke pir bihişmet daketiye qadên têkoşînê.

PKK’ê gelê Kurd rexne kiriye, lê belê li hember gelê Kurd hezkirina xwe ya bêdawî jî her tim hewandî ye. Di bingehê xwe de hezkirin têgehekî pir kûr e. Ne tenê nirx dayîniyê vedibêje. Di heman demî de aliyên ku tu na ecibînî yan jî aliyên ne baş hebin guhertina wan aliyan jî ji xwe re dike armanc.

Vaye PKK ji bona vê ji aliyekî ve weke tevgerekî ya rexnegiriyê xwêdê daye, ji aliyê din ve jî guhertin û veguhertina civaka Kurd jî ji xwe re bingeh girtiye.

Û di roja me ya îro de ji gelekî hatiye parçe parçekirin, ger bi mîlyonan diherikin qadan û li meydanan bi girseyên sed hezarî bi hev re didin ber qirînê û helbet bi hezaran kes –hem jî ji erdnîgariya cuda cuda yên Kurdistanê- dikişîna zîrweyên çiyayan, sedemekî vê ya herî girîng jî PKK weke ji çavkaniya tevgerekî rexnekar a balkêş zaye û divê her kes jî vê yekê wisa bizani be.