Nêrîna Ciwanan ji Kampa Çand û Werzişê – Beşa duyem

“Me xwe baş tir nas kir. Em kî ne? Ciwanên Kurd kî ne û divê çi bikin ji bo ku di pergala kapîtalîst de neyin helandin?” (Babek)

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Ji 20.12-23.12.2017 yekemîn Kampa Çand û Werzişê ya ciwanan bi pêşengtiya endamên ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad li Venlo pêk hat. Ji bo ku hêst û tecrûbeyên xwe bînin ziman, ROJACIWAN reportajekî bi endamên kampê çêkir. Yek ji wan endamên kampê jî Babek e. Babek ji Berlînê tevlî yekemîn Kampa Çand û Werzişê bû.

Giringiya perwerde
Babek di axaftina xwe de tîne ziman ku bi vê perwerdê ve gelek tiştên nû di derbarê dîroka xwe de nas kir. Hêman demê de diyar dike ku rola ciwanan pir giring e, lewma her ciwan pêwîste perwerde bibîne: “Gerek ciwan xwe nas bikin, heya ku xwe nas neke nebe ciwanekî Kurd. Îro em li vir in ji bo ku em xwe nas bikin, Kurdistanê û kurdistanîbuyîn nas bikin.”

Bersiva herî xurt li hemberî faşîzm: ‘Serî Hilde’
Ber dawiya reportajê Babek nêrîna xwe di derbarê hemleya Serî Hilde tîne ziman: “Serî Hilde ne tenê ji bo Kurdan e. Gelek netewên din jî bindest in. Her netew gerek xwe nas bike û wisa li hemberî faşîzme Serî Hilde”

Ciwan reportaja ROJACIWAN bi strana ‘Zindana Diyarbekir’ dawî kirin.