Polîsên Almanan êrîşî otobusa Serokatî kirin – DEQQA DAWÎ

hannover-bus-aktion-angriff

Îro “Pirtûkxaneya Serokatî û otobosa ji Rêber Apo û girtiyên polîtîk re azadî” ji Berlînê derket çû Honneverê. Lê polîsên Elman wexta ku otobos gihîşt Hannoverê êrîşî gel û otobosê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Îro “Pirtûkxaneya Serokatî û otobosa ji Rêber Apo û girtiyên polîtîk re azadî” ji bajarê Elmanya Berlînê derket çû Honneverê. Lê polîsên Elman wexta ku otobos gihîşt navenda gara Hannoverê êrîşî gel û otobosê kir. Polîsên Elmanan ji xwe re al û posterên Serokatî kirin hincet û êrîş kirin.

Di dema êrîşê de hin çalakvan birîndar bûn. Êrîş jî bi sloganên û berxwedana çalakvanan ve bi dawî bû. Lê belê hê jî rewş germ e.

Li gori agahiyên ku ketiye destê me doktorê otobosê jî hatiye binçavkirin.

Agahiyên ku têkevin destê me, em ê bi we re parvebikin.