Pakîze: Divê em ji bo gelê xwe bixebitin

Pakîze Nayir yek ji 3 jinên li Sîlopiyê hatin qetilkirin e. Pakîze ya ku bi hevlên xwe re hat qetilkirin Seroka Meclisa Gel a Sîlopiyê bû ku bi cezaret û hêza xwe dihat naskirin. Dema ku bahsa Pakîze tê kirin kesayeta ku qet paşve gavê nediavêt, hêz dida her kesî û her berpirsiyarî digirt sermilê xwe tê hişê mirov.

ŞIRNEX – ŞÛJIN

Pakîze Nayir yek ji 3 jinên li Sîlopiyê hatin qetilkirin e. Pakîze ya ku bi hevlên xwe re hat qetilkirin Seroka Meclisa Gel a Sîlopiyê bû ku bi cezaret û hêza xwe dihat naskirin. Dema ku bahsa Pakîze tê kirin kesayeta ku qet paşve gavê nediavêt, hêz dida her kesî û her berpirsiyarî digirt sermilê xwe tê hişê mirov. Ji hevalên Pakîze, Asya Tren ya ku bahsa wê kir got ku Pakîze her ji me re wiha diogot: “Hevalno divê ku em ji bo gelê xwe bişev û biroj bixebtin û xweseriya demokratîk bikin meriyetê. ”

Pakîze Nayir (24) ya ku bi 3 hevalên xwe re li Sîlopiyê hat qetilkirin, di temenê biçûk de barê malbatê girt ser milê xwe. Pakîze ya ku di 12 saliya xwe de li karê tekstîlê dixebitî dema ku demsal diguherî jî bi malbata xwe re diçû kedkariya demsalî dikir. Lê Pakîze li gel vî hemû karî jî zilma ku li Kurdistanê li ser gelê kurd dihat kirin ji bîr nedikir. Pakîze bi vê hişmendiya xwe û nêzîkatiya xwe ya li gel têkoşîna jinê xwe di nava xebatên jinan de dît. Li Sîlopiyê dema ku bahsa Pakîze tê kirinî di serî de cesareta wê tê bîra mirovan. Pakîze ya ku dukana kuafortiyê jî vekir bi vê helwesta xwe hem xwest ku xwe nêzî jinan bike û hem jî bi keda xwe li ser piyan bisekine. Pakîze bi vê xebata xwe hem piştgirî da malbata xwe û hem jî xebatên hevserokatiyê yên Meclisa Gel a Sîlopiyê bi rê ve birin.

‘Bi her awayî pêşve çûbû’

Dayika Pakîze, Behiye ya ku bahsa keça xwe kir wiha got: “Dukana kuaforiyê dixebitand. Li malê dinêrt. Hemû pirsgirêkên malê çareser dikirin. Pakîze xuşk û birayên xwe jî digihandin. Gelek mirov li derdora wê hebûn. Kîjan kesa ku bi Pakîze re biaxiviya fikra wê diguherî. Zanîna wê gelek zêde bû. Hevalên wê jê gelek bi bandor dibûn. Piştî şehadeta wê gelek hevalên wê ji vê derê çûn.”

‘Hevserokatî ji bo xeseriyê kir’

Dayika Pakîze, Behiye di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Pakîze di temenê xwe yê biçûk de êşa gelê xwe hîs dikir û wiha berdewam kir: “Pakîze tişta dihat serê gelê kurd ji nêz ve didît û dişopand ji ber vê jî di temenê biçûk de tevli nava têkoşînê bû. Li meclisa taxê ji bo kesên ku pêdiviya wan bi hatiniya aborî hebû dixebitî û piştgirî dida wan. Ji dewlemendan distend û dida xizanan. Keça min ji bo ku xweseriya demokratîk bikeve meriyetê li Meclisa gel a Sîlopiyê hevserokatî kir.”

‘Dewletê jinên têkoşer kuştin’

Behiye destnîşan kir ku keça wê her ji jinên li derodora xwe re gotiye mekevin bin bandora mêran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pakîze digot ku ew ê tu caran nezewice û nekeve bin emrê mêrekî. Ji min re digot ‘tu zewicî te çi ji xwe fam kir, jiyana te çawa derbas bû?’ Keça min cuda bû. Lê dewletê keça min û jinên mîna keça min difikirîn qetilkirin. Ji ber vê em dibêjin êdî bes e wê ev zilm û zor heta kengî bidome.”

‘Em ê ji cihê hiştine berdewam bikin’

Hevala Pakîze ya xebatê Asya Tren ya ku bahsa wê kir wiha got: ” Pakîze her j ime re digot ‘ divê em ji bo gelê xwe bişev û biroj bixebtin’ Ji tu tiştekî neditirsiya. Her derdora xwe bi pêş dixist. Tu caran li paş nedima û paşve gav nediavêt. Di xebatan de karê hemû hevalên xwe dida ser molê xwe. Dema ku biaxiviya mirov nedixwest ku ji balê rabe. Em ê bi têkoşîna xwe wan bidin jiyîn û jibîr nekin. Em ê heta dawiyê têloşîna wan ji cihê mayî berdewam bikin.”


Fatma Uyar: Li dijî mêran serî netewînin

‘Sêvê Demîr’ li dijî zilmê navê berxwedanê ye