Tîma Tolhildanê ya Şehîd Elî Çîçek li Parîsê wesayetek AKP’ê şewitand

paris-pembe-hekimcioglu

Li paytexta Fransa Parîsê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Elî Çîçek otomobîla Pembe Hekimoğlu şewitand. Pembe Hekimoğlu ji bo rejîma AKP/MHP’ê li Parîsê xebata dimeşine.

PARÎS – ROJACIWAN

Li paytexta Fransa Parîsê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Elî Çîçek otomobîla Pembe Hekimoğlu şewitand. Pembe Hekimoğlu ji bo rejîma AKP/MHP’ê li Parîsê xebata dimeşine.

Tîma Tolhildanê ku çalakî pêk anî, têkîliyên Pembe Hekimoğlu bi rejîma AKP/MHP derxist holê û di daxuyaniya xwe ya niviskî de wiha got:

“Ev dem dirêjê em Pembe Hekimoğlu dişopinîn û gihştin vê encamê ku ev kes ji bo rejîma faşîst ya AKP-MHP xebat dimeşine û li hemberî gelê Kurd di nava dijminiye de ye. Ev kes taybetî li ser Jinên Kurd lêhûrbûn dikir ji bo ku wan ji bo rejîma AKP-MHP qezenc bike. Pembe Hekimoğlu di nava gelek plansaziyên meş, miting û semineran cihê xwe girtiye û ev birêxistîn kiriye. Têkîliyên Hekimoğlu bi Konsulxaneya tirk û Parlamenterê AKP’re jî eşkere ye. Ji ber sekna Pembe Hekimoğlu li hemberî gelê Kurd me çalakiya hişyarkirine pêk anî û wesayeta ev kes da ber agir. Em wek Tîma Tolhildanê ya Şehîd Elî Çîçek soz didin ku em hemû kesên ku li hemberî gelê Kurd di nava tevgerên dijmantî de bin wan ji xwe re hedef bigrin û li hemberî wan çalakiyên xurt pêk bibin. Pêngava ‘Serî Hilde’ ku Ciwanên Kurdistanî da destpê kirin em silav dikin û diyar dikin ku emê bi coşek mezin tevlî vê pêngavê bibin. Di vê çerçoveyê de em bang li hemû Ciwanên Kurd ên li Ewrûpa dikin ku çalakiyên xurt li hemberî faşîzma AKP-MHP lidarbixin.“