Pirsgirêka Cinsiyetparêziya Civakî, Malbat, Jin û Şêniyan

4261-S.Gel (15 Agustus 1990)

»Dîroka şaristaniyê di heman demê de dîroka têkçûn û wendakirina jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe, bi hukimdar û tebaên xwe, bi ekonomî, zanist û hunerê xwe, kesayeta mêrê serwer bi hêz kiriye. Ji lewra têkçûn û wendabûna jinê, li ser navê civakê ketin û wendakirineke mezin e.«

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Jinê weke cinsekî mirov ê cudatiya xwe ya biyolojîk heye dibîne û fêhm dike. Ev yek ji wan hêmanên bingehîn ê girîng e ku dibe sedem di warê serwextbûna li rastiya civakî de kor bibe û nikaribe bibîne. Cudahiya cinsî nabe ku bi serê xwe bibe sedema ti pirsgirêka civakî. Li gerdûnê dualîteya di her zerreyê de çawa ku di ti hebûnê de weke sedema pirsgirêkê nayê dîtin, dualîteya di hebûna mirov de jî nabe ku weke pirsgirêk were bikaranîn. “Gelo hebûn çima dualî ye?” bersiva em bidin vê pirsê divê felsefî be. Analîza ontolojîk (zanista hebûnê) dikare li bersiva vê pirsê (ne pirsgirêk) bigere. Bersiva min ev e: Hebûn ji bilî dualîteyê nikare hebûna xwe pêk bîne. Dualîte, şêwazê mumkînbûna hebûnê ye. Jin û mêr bi rewşa xwe ya heyî nebin jî ango bêcins bin jî dîsa nikarin ji dualîteyê xwe xilas bikin. Bûyera jêre ducinsî jî tê gotin ev e. Divê mirov matmayî nemîne. Lê dualîte her tim ji bo pêkhatina cuda meyldar in. Bingehê mirov ji bo mejiyê gerdûnî (Geist) li delîl bigere jî di vê meyla dualîteyê de dikare bigere. Herdu aliyên dualîteyê jî ne xirab ne jî baş in; bi tenê cuda ne, divê cuda bin. Eger dualîte bibin wekhev wê wextê hebûn pêk nayê. Mînak du jin an jî du mêr nikarin pirsgirêka zêdebûnê ya hebûna civakî çareser bikin. Ji lewra bersiva pirsa “Çima jin an jî mêr?” qîmeta xwe nîne yan jî eger divê bersiva vê pirsê bê dayîn wê wextê divê bersiveke felsefî bê dayîn û bê gotin, ji ber ku gerdûn divê (neçar e, di wê meylê de ye, bi wî aqlî radibe, bi wê xwestekê) welê pêk bê.

Eger mirov jinê weke têkiliyên zêde yên civakî bigire dest, wê ev bi tenê manedar nebe, ji bo bihurîna (çareserkirin) ji girêkên kor ên civakî jî gelekî girîng e. Ji ber ku herkes hînî nêrtina mêrê serwer bûye, şikandina çavkoriya di warê jinê de bi awayekî mîna parçekirina atomê ye. Ji bo şikandina vê çavkoriya di warê jinê de hewldaneke mezin a entelektuel û hilweşandina mêrtiya serwer divê. Ji alî û bereyê jinê ve em li mijarê binêrin, hema hema ev şêwe kiriye hebûna xwe û ya rastî jina bi awayekî civakî hatiye avakirin divê ewqasî jî bê hilweşandin. Em dema li tevahiya têkoşînên azadî û wekheviyê, têkoşînên demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî dinêrin, em dibînin di serketin an jî serneketina wan de li ser hêviyên wan ên şikestî (pîvan, bername û utopyayên bi cih nehatin anîn) şopên şêweyê têkiliyên (di navbera jin-mêr de) serwer (desthilatdarî) ên naşikên hene. Bi tevahî têkiliyên newekhevî, koletî, despotî, faşîzm û mîlîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya bingehîn ji şêweyê van têkiliyan digire. Eger em dixwazin maneyên ku hêviyên me neşikînin, li gotinên wekhevî, azadî, demokrasî û sosyalîzmê bar bikin, divê em têkiliyên li dora jinê hatine deribandin û tevna têkiliyên bi qasî têkiliyên xweza û civakê kevin çareser û parçe bikin. Ji bilî vê rêyeke din nîne ku biçe azadî, wekhevî (li gorî cudahiyan) û demokrasiya rastî û exlaqê nedurû.

Ji dema derketina hiyerarşiyê ve îdeolojiya desthilatdariyê mane li cinsiyetparêziyê bar kiriye. Ji nêz ve têkiliya xwe bi desthilatdarbûn û çînîbûnê re heye. Bi tevahî çavdêrî û lêkolînên rojane û yên arkeolojîk, antropolojîk nîşan didin ku demên jin bûye çavkaniya otorîteyê hene û demên behsa wan tê kirin demeke dirêj meşiyane. Otorîteya jinê ya navbihurî li ser otorîteya desthilatdarî û berhemê zêde nehatiye avakirin, berevajî çavkaniya xwe ji berhemdarî û zayînê digire. Ji lewra otorîteyek e ku hebûna civakî bi hêz dike. Mejiyê hisî yê li cem jinê bandora xwe zêde ye, bi vê hebûnê re têkiliyên xwe gelekî bi hêz hene. Di şerên desthilatdariyê yên li ser desteserkirina berhemê zêde de jin zêde diyar nîne. Ev jî, şêwazê wê yê hebûna civakî jî bi vê rewşa wê re pêwendîdar e.

patriarka-gezegenimizi-yok-ediyor-1

Di pêşketina desthilatdariya girêdayî nîzamê dewlet û hiyerarşiyê de mêr bi rola pêşeng rabûye, çavdêriyên rojane û daneyên dîrokî vê yekê eşkere nîşan didin. Ji bo vê jî otorîteya jinê ya heta qonaxa dawî ya civaka neolîtîkê jî pêşketîbû diviyabû bihata şikandin û li dawiyê bihata hiştin. Dîsa çavdêriyên rojane û daneyên dîrokî der barê vê de têkoşînên mezin ên cûrbicûr û yên dema wan dirêj piştrast dikin. Nexasim mîtolojiya Sumer hema hema weke hafiza xwezaya civakî û dîrokê têra xwe mirov rohnî dike.

Dîroka şaristaniyê di heman demê de dîroka têkçûn û wendakirina jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe, bi hukimdar û tebaên xwe, bi ekonomî, zanist û hunerê xwe, kesayeta mêrê serwer bi hêz kiriye. Ji lewra têkçûn û wendabûna jinê, li ser navê civakê ketin û wendakirineke mezin e. Civaka cinsiyetparêz encama vê ketin û wendakirinê ye. Mêrê cinsiyetparêz, dema ku li ser jinê hakimiyeta xwe ya civakî ava dike, ewçend dilbijok û bi mehd e, her cure destdan û têkiliya xwezayî vediguherîne xwenîşandaneke serweriyê. Li diyardeyeke biyolojîk a mîna têkiliya cinsî timî têkiliya desthilatdariyê bar kiriye. Mêr ti carî ji bîr nake ku mîna serketin bi dest xistibe têkiliya cinsî bi jinê re datîne. Di vî warî de gelekî zêde hînbûyî ye. Di vî warî de jî gelek gotin çêkirine: “Min ew temam kir”, “Min karê wê qedand”, “dêlik”, “Divê tu ço ji ser serê wê, daşik ji zikê wê kêm nekî!” (Lê bixin bi tîran aş bikin bi qîran), “fahîşe, orûsipî”, “kurikê mîna keçikan”, “Eger tu qîza xwe serbest berdî yan wê bigihe daholvan an jî zirnevan” (Serê keçan bernedin), “Divê mirov wê zû bi mêrekî ve girê bide”. Gelek çîrok û gotinên pêşiyan ên bi vî rengî têne gotin. Gelekî eşkere ye ku têkiliya cinsî û desthilatdarî di nava civakê de gelekî bi bandor e. Di roja me ya îro de jî her mêr ‘mafê kuştina’ jinê jî di navê de xwedî gelek heq û mafan e, û ev jî rastiyeke sosyolojîk e. Ev ‘heq’ her roj têne bicihanîn. Bi giranî karektera têkiliyan bi awayê tacîz û tecawizê ye.

1296

Di çarçoveya vê civakbûnê de malbat weke dewleta piçûk a mêr hatiye avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya jêre malbat tê gotin bi şêwazê xwe yê heyî her çûye bi bandor bûye û ev jî bi sedema hêza mezin a daye amûrên desthilatdarî û dewletê ye. Yekemîn, malbatê li dora mêr desthilatdar dikin û bi vî awayî wê dikin şaneya civaka dewletê. Duyemîn, xebata jinê ya bêberdêl û bê sînor tê misogerkirin. Sêyemîn, malbat zarokan mezin dike û bi vî awayî pêdiviya bi şêniyan tedarik dike. Çaremîn, weke modela rolê koletî û çilektiya cinsî li tevahiya civakê belav dike. Bi awayekî bingehîn malbat bi vê naveroka xwe îdeolojiyek e. Ew sazî ye ku têde îdeolojiya xanedaniyê fonksiyonel dibe. Her mêr di nava malbatê de xwe weke xwediyê xanekê his dike. Mirov malbatê weke rastiyeke gelekî girîng îdrak dike. Di bin vê yekê de pirr bi tesîrbûna îdeolojiya xanedaniyê heye. Malbat çiqasî zarok û jinên xwe hebin, mêr jî ewqasî ewlehî û anorê bi dest dixe. Gelekî girîng e ku mirov malbatê bi rewşa wê ya heyî jî weke saziyeke îdeolojîk binirxîne. Eger hûn jin û malbatê bi rewşa wan a heyî jî ji bin sîstema şaristaniyê, desthilatdarî û dewletê bikişînin, li dawiyê zêde tiştek bi navê nîzamê namîne. Lê berdêla vê şêwazê, rewşa jinê ya di nava şerekî dewamî yê asta navîn de ye ku ev şêwazê hebûneke têkçûyî, piçûkketî, feqîr û bi êş e. Çawa ku yekdestdariyên sermayeyê tevahiya dîroka şaristaniyê li ser civakê zincîreke yekdestdariyan dewam kirin, mîna ku bi awayekî parelel zincîreke yekdestdariyan a duyemîn jî li ser dinya jinê weke ‘yekdestdariya mêr’ pêkanîne. Hem jî weke yekdestdariya herî kevin a xurt. Eger mirov hebûna jinê weke cîhana mêtingeh a herî kevin bigire dest, dibe ku me bigihîne encamên rast. Belkî jî mirov ji bo jinan bibêje, gelê mêtingeh ê herî kevin ê nebûye millet, rastir e.

Modernîteya kapîtalîst tevî hemû xeml û xêzên xwe yên lîberal, statuya ji berê mayî azad û wekhev nake, berevajî li vê statuyê wezîfeyên nû zêde dike û bi vî awayî jinê ji berê zêdetir dixe nava rewşeke girantir. Gotinên weke karkera erzan, karkera malê, karkera bê heqdest, karkera nerm û xizmetkar rewşa jinê ya nû û girankirî nîşan didin. Di ser de jî weke hebûneke magazînî û amûrê reklamê bikaranîna wê jî hûrûkûr tê kirin. Bedena wê bi xwe jî weke amûrekî îstîstmarê di asta metayê de sermaye jê nagere. Di karê reklamê de timî amûrê tehrîk û sorkirinê ye. Bi kurtî, nûnera herî berdar a koletiya modern e. Ma ji amûrekî bê sînor zewqê bide û ji koleya herî zêde karê bîne zêdetir malekî bi nirx heye?

Pirsgirêka nufûs û şêniyan ji nêz ve bi cinsiyetparêzî, malbat û jinê ve têkildar e. Çiqas şênî zêde bibin ewqasî jî sermaye zêde dibe. ‘Jina malê’ fabrîkeya nufûsê ye. Em dikarin jêre bibêjin, fabrîkeya meta û ‘dolên’ sîstem herî zêde hewcedarî wan e. Mixabin malbata di bin serweriya yekdestdariyê de xistine vê rewşê. Tevî ku zehmetî hemû para jinê dikevin, nirxê mal jî ji bo sîstemê diyariya herî hêja ye. Şêniyên zêde dibin herî zêde jinê dihilhilînin. Di îdeolojiya xanedaniyê de ev welê ye. Malbatgirî weke îdeolojiya herî nadîde ya modernîteyê, qonaxa dawî ya xanedantî gihiştiyê ye. Ev xusûs hemû bi zêdeyî bi îdeolojiya dewletdariya netewe re dibin yek. Ji dewleta neteweyî re timî zarokan mezin dike, ma ji vê hêjatir çi heye? Şêniyên dewleta netewe çiqasî zêde bibin, ewqasî jî hêza wan zêde dibe. Em bi vî awayî dikarin bibêjin, di vê zêdebûna şêniyan de ku sînorên xwe derbaskiriye, berjewendiyên heyatî yên yekdestdariya mêr û sermayeyê yên hişk rêxistinbûyî hene. Zor, zehmetî, qehr, êş, gunehbarkirin, feqîrî, birçîtî, cewr û cefa ji jinê re; bi destxistina kara kêfî ji ‘begê’ wê û sermayedarê wê re. Di dîrokê de ti serdem weke vê serdemê nebû xwedî hêz û ceribandinê ji bo ku jinê ji pirraliyan ve weke amûrekî îstîsmarê bi kar bîne. Jin weke mêtingeha destpêk û dawiyê di kêliya herî krîtîk a dîroka xwe de ye.

Felsefeyeke bi azadî, wekhevî û demokratiya bi kok barkirî, bi jinê re jiyaneke hevpar a were bi rêkûpêkkirin, jê tê ku di asteke bêqusûr de bedewî, qencî û rastiyê pêk bîne. Ez bi xwe di nava statuyên heyî de jiyana bi jinê re, bi qasî ku bi pirsgirêk dibînim ewqasî jî kirêt, xirab û şaş dibînim. Di nava statuya heyî de jiyana bi jinê re ji zarokatiya min ve yek ji wan mijaran e ku têde cesareta min herî kêm e. Ji ber ku jiyaneke welê ye, xerîzeyek mîna xerîzeya cinsî bi hêz dixe ber lêpirsînê. Xerîzeya cinsî ji bo xatirê dewamkirina jiyanê ye. Harîqayeke xwezayî ye, divê pîrozbûna xwe hebe. Lê yekdestdariya sermaye û mêr jin ewqasî qirêj kirine ku ev qabîliyeta harîqa ya xwezayê weke ‘fabrîkeyeke dolan’ a herî piçûkxistî veguherandine saziya hilberandina metayê. Bi van metayan civak tê serûbinhevkirin û hawîrdor jî di bin giraniya şêniyan de (niha şeş mîlyar e, em li hawîrdora bi deh û pêncî mîlyon şêniyî bifikirin) kêlî bi kêlî hildiweş e.
Bêguman mirov bi jinekê re bibe xwedî zarok bi xwe bûyereke gelekî pîroz e: Nîşan dide ku jiyan wê neqede. Bêserûbinîbûnê bi mirov dide hiskirin. Ma ji vê hisê hêjatir his dibe? Her cins û cure di bin vê rastiyê de ber bi heyecana bêserûbinîbûnê dikeve û bi vê hisê ditamije. Nexasim ev yek li cem mirovê roja me ya îro di asteke welê de ye, gotina hozanekî tîne bîra me. Hozan wisa dibêje, “Dola me bela serê me ye.” Kes nikare înkar bike ku em careke din bi şaşî, kirêtî û bê exlaqiya mezin a yekdestdariya mêr û sermayeya dijberê Xwezaya Yekemîn û Duyemîn rûbirû ne.

12592349_103471270038298_4766897521671471460_n

Ya bi destê mirov tê avakirin, bi destê mirov dikare were hilweşandin. Di vir de ne qanûneke xwezayê heye, ne jî çarenûsek mewzûbehs e. Li vir a em behsa wê dikin, nîzamên desthilatdariyê ne, ew destên jiyanê yên bi hormon û bi kansêr ên zilamê bi hêz û xasûk ên şebekeyê ne. Min her tim hûrûkûr manedarkirina jiyanê ya du cotên herî harîqa yên di gerdûnê de his kir. Min cesaret kir ku berê bi jinê re bifikirim û li pêşiya hemû têkiliyên xwe, li ku, kengî û çiqas xirabî hebin, pêre guftûgo bikim û ji holê rakim. Bi tenê jina bi hêz, difikire, qenc, bedew û rast biryarê dide, bi vî awayî jî wexta ji min dibihure min heyranî xwe dike û dikare bibe muxatebê min, bêguman di gera min a felsefî de kevirê çarqozî ye ango ya serê quncikê ye. Min timî bawer kir ku sirrên jiyanê yên di vê gerdûnê de diherikin herî baş, bedew û rast wê bi vê jinê re manedar bibin. Lê bi qasî ku ti mêr ê nikaribin bi ser bixin, exlaqê min ê min jê bawerkirî heye; ez ê bi malê ‘mêr û sermaye’ yê li pêşiya min, şêwazê hebûna xwe ti carî bi Hurmuza nod hezar mêrî re parve nekim. Hingê ji femînîzmê jî wêdetir têgîna ‘jineolojî’ (zanista jinê) dikare bi awayekî baş bersiva armancê bide.

MANÎFESTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK
(Pirtûka Sêyemîn)