Pirsgirêka Civakê ya Ekolojîk

B-01 - 00353-2

Bêguman bersivên xweza jî wê bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê, wê dilê wê bi mirovan neşewite. – Rêber Apo

RÊBER APO – ROJACIWAN

Eşkere ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojîk e, hem jî sedema wê yê bingehîn e. Di bin navekî din de şîrovekirin dibe ku bê maneya dubarekirinê. Lê ekolojî ji îndustriyalîzmê zêdetir mijareke civakî û bi pirsgirêk e ku xwedî mane ye. Herçiqasî weke têgîn were maneya zanista hawîrdorê jî bi awayekî bingehîn ew zanist e ku têkiliya hişk a pêşketina civakî bi hawîrdora wê re analîz dike. Kengî felaketên hawîrdorê li defa hewarê dan, bi giranî ketin rojevê; xwedî hin maneyên divê mirov xwe jê dûr bigire di nava xwe de hilgire jî kirin şaxekî lêkolînê yê xweser. Ji ber ku ew jî weke îndustriyalîzmê pirsgirêkeke ji aliyê civakê ve hatiye afirandin nîne, ew weke marîfeta dawî ya yekdestdarên şaristaniyê di rojeva dîrok, dinya û civakê de hatiye danîn.

Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûn ku karibin rûyê rastî yê nîzamên kar-sermayeyê ango şebekeyên rêxistinkirî bixista rojeva mirovatiyê. Bîlançoya sîstema şaristaniyê ya kar û sermayeyê (tevahiya dîrokê weke koma yekdestdariyên eskerî, ekonomîk, bazirganî û dînî hemûyan) bi tenê ji her alî ve jihevdexistina civakê nîne (bêexlaqî, bêpolîtîkatî, bêkarî, enflasyon, fuhûş û hwd.), hawîrdor tevî jiyana ruhberan hemûyî xistiye tehlûkeyê. Em ê dij-civakbûna yekdestdariyê bi rengekî ji van rastiyan balkêştir û bibandortir, bi çi karibin ispat bikin?

Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gişan re tê naskirin, jixwe di tehlîla dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne, û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke ciddî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivênevê tevahiya beridînê wê jê bi tesîr bibe. Ekolojî zanista van bûyer û pêşketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bişkê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor welê nînin. Hin komên çavkaniya xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin bibin sedem ku ji xelekên hawîrdorê xelekên ciddî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin.

Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi beridîna mîlyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pirr kin de pêk anîne. Reaksiyona şikestinê destpê kiriye. Pêşbînî nayê kirin ka wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li ber qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halê hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Encamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê eşkere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên hewarê S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine ber sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyamet ê bi rêveçûna heyî ne bi bêbalansiyeke xwezayê, belê bi destê hin komên xwe weke şebekeyan birêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xweza jî wê bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê, wê dilê wê bi mirovan neşewite. Lewma hemû wê ji xiyaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan kirî re berpirsiyar bêne girtin. Ma jixwe pêşbîniya qiyamet jî welê nehatibû kirin?

Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsiyariyên xwe rabe, em jî bi berpirsiyariya hewce, bi têgihiştina li wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên ku sedema hebûna me ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de ya pêwîst bibêjin û bikin.

Di dîroka mirovatiyê de li ser aqûbeta Firewn û Nemrûdên kişiyan kelhe û pîramîdên xwe, gelek tişt têne gotin. Sedema vê yekê eşkere ye. Ma ne Nemrûd û Firewn jî çi weke kes çi jî weke nîzam YEKDESTDARÎ bûn ku bi îdeaya xwedayî radibûn. Belê, di serdema destpêkê de mînakên herî bi heybet ên yekdestdariyên sermayeyê bûn yên ku timî li pey karê diçûn. Çawa dişibin yekdestdariyên niha li bajaran kişiyane PLAZA’yan! Hemin di navberê de bi xwe cudabûn nebe jî di şêwe de heye. Kelhe û pîramîd tevî heybeta xwe hemû jî nikarin bi plazayên roja me ya îro re qayişê bikişînin. Jixwe weke hejmar hîç nikarin qayişê bikişînin. Eger hûn hemûyî bidin ser hev, tevahiya firewn û nemrûdan ji çend sedî derbas nabin; lê hejmara firewn û nemrûdên hemdem bi her halî ji niha ve ji sed hezaran bihurî ye. Mirovatiyê di serdemên berê de nikarîbû barê çend firewn û nemrûdî rake. Di bin barê wan de mirovatiyê her kir nalenal. Baş e, bi sed hezarên wan ên tevahiya hawîrdor û civakê ji hev de xistine, mirovahî wê barê wan hê heta kengî rake? Of, axîn û êşên bi şer, bêkarî, feqîrî û birçîbûnê rê li ber wan vekirin, wê çawa bidebirîne?

Wexta em dibêjin civaka dîrokî yekpare ye, me xwest li ber rohniya beridînê van rastiyan careke din bînin ziman. Ma ev rastiyên kêm dijwar û ne girîng in?
Zanista modernîteya kapîtalîst bi avahiya xwe ya pozîtîvîst gelekî ji xwe razî bû. Bawer kir ku keşfên mezin ên diyardeyî her tişt in. Heqîqeta mutleq bi tenê ji zanîna seresere ya diyardeyan hesiband. Ji sedî sed bawer bû ku ketiye pêvajoya pêşketina bêserûbinî. Lê nikarîbû pêşbîniya felaketa hawîrdorê ya li ber pozê xwe bibîne, mirov dikare vê çawa şîrove bike? Di serî de şer, ji bo felaketên civakî yên çarsed salên dawî yên ji tevahiya yên dîrokê bihurî pêşbîniya çareyeke bi kok û pratîze nekir, mirov dikare vê çawa şîrove bike? Şer weke desthilatdarî ketiye çaviyên civakê hemûyan, em bihêlin ew vî şerî asteng bike, ma em ê ji rast tespîtnekirina wê ya vê rastiyê re çi bibêjin? Eşkere ye ku di vê serdema serweriya yekdestdariyê de ku hegemoniya wê herî zêde vê serdemê heye, ji yeqînan wêdetir ji aliyê îdeolojîk ve dor li zanistê hatiye girtin û ketiye xizmeta sîstemê, bêguman zanista di vê rewşê de nikarîbûya bersivê bide van pirsan. Zanista bi avahî, hedef û şêwazê xwe bi armanca rewakirina sîstemê hatiye îlankirin û rêkûpêkirin, nîşan daye ku bi qasî dînan jî bi tesîr nebûye. Lê divê mirov fêhm bike ku zanista ne îdeolojîk be jî nîne. Ya girîng ew e, mirov hay jê hebe ku zanîn û zanista kîjan îdeolojî û çîna civakî ye, û li gorî wê rewşa xwe diyar bike. Ekolojî weke yek ji zanistên herî nû di vê çarçoveyê de rewşa xwe diyar bike, ne bi tenê ya hawîrdorê, dikare bibe hêza çareseriya herî îdeal a xwezaya civakî jî.