Pirsgirêka Civakê ya Mîlîtarîzmê – RÊBER APO

img_4434

Bêguman tevahiya civaka xwezayî û di tevahiya dîroka nivîskî de civak bi şêweyên cûrbicûr li dijî pêşketina mîlîtarîst a şaristaniyê xwe gelekî parastine, bergiriya xwe kirine. Rêûresma jê re xweparastin tê gotin jî di nava hezarê salan de bi berxwedan û serhildanên cûrbicûr, bi şêweyên artêşên parastinê yên gel û gerîlla bi sazî bûne û şerên mezin ên parastin û bergiriyê meşandine.

RÊBER APO – STÊRKA CIWAN

Mirov dikare mîlîtarîzmê weke yekdestdariya herî pêşketî ya antî-civakgiriyê terîf bike. Mirov dikare qebûl bike ku li ser xwezaya civakî cara pêşî bi armanca zordestî û îstîsmarê hewldanên otorîtedanînê ji rêûresma nêçîrvaniya ‘zilamê bi hêz û xasûk’ weke encama mejiyê wî yê analîtîk û çalakiya wî hat pêşxistin. Yê herî xurt hewl dide otorîteya xwe bi awayekî esasî li ser du komên sereke ava bike: Li ser koma nêçîrvan a li cemê û li ser jina ku wî hewl dida wê di malê de bigire. Piştî ku hêmanên Şamanîstîk (Proto-rahib) û Jerontokratîk (koma kalemêran) tevlî pêvajoyê bûn, mirov dikare bibîne ku otorîteya hiyerarşîk a pêşî yekser li cem gelek civakan bi gelek awayên cûrbicûr pêk tê. Bi gavavêtina dîroka şaristaniyê re em dibînin ku zilamê bi hêz û xasûk û berdestiyên wî weke desthilatdariya fermî dibin, xwe weke milê eskerî yê dewletê (yekdestdariya pêşî ya li ser ekonomiyê bi desteserkirina berhemê zêde pêkhatî) bi sazî dikin. Di civaka Sumeran de yekser piştî dema rahib-qralan Xanedaniyên I., II. û III. yên Ûrê vê pêkhatinê nîşan didin. Di gelek civakan de rastiyên bi heman rengî pêk tên. Di Destana Gilgamêş de jî bi awayekî pirr eşkere mirov dikare gav bi gav bişopîne ka çawa qraltî ji rêûresma Xwedawend Înannayê (ji rêûresma jinê ya xwedawendiyê-rahîbetiyê) tê qutkirin û çawa rahîbe tê bêhêzkirin û li mala taybet û giştî (kerxane) tê girtin.

Eger mirov Gilgamêş weke fermandarê pêşî yê di dîrokê de sembolîze bike, mirov ê karibe pêkhatina rêûresma eskerî-mîlîtarîst- baştir ji hev derxe. Karê wan ew e, ji bo pêdiviya bi koleyan a bajêr tedarik bikin bi armanca nêçîra mirovan derdikevin seferê (Bi hevkartiya Enkîdoyê navê wî di Destana Gilgamêş de derbas dibe li Bakura Iraqa îro dima, diçin nêçîrê) û ji qebîleyên ji wan re barbar û koh-hovî (Hûmbaba) digotin nêçîra mirovan dikin. Pirr eşkere ye ku di çavkaniya hovîtî û barbartiya rastî de zordariya bajêr heye. Gotina ‘barbar’ a di rêûresma çanda Grek de berevajîkirineke bajêr e, weke propagandayeke wê ya derew li hev hatiye çêkirin. Bi armanca serdestiya îdeolojîk e. Qebîleyên li derveyî bajaran ên li gund û zozanan diyar e ku li gorî rêxistiniya bajêr hê bêtir qels û bê rêxistinî ne, ji lewra eşkere ye ku wê bi qasî ku tê gotin barbar nebin. Têgîna barbartiyê di dîroka şaristaniyê de di serê derew, berevajîkirin û jirêderxistinê de li rêza pêşî tê. Duyemîn wezîfeya zordarê bajêr ‘ewlekarî’ ye. Ji bo vê jî rêbaza herî zêde serî lê dide, hê bêtir avakirina kelhe û bircan e, û hê bêtir vedîtin û pêşdebirina sîlehên bi hêz û kujêr e. Bi vê armancê jî bi mîlyonan mirov hatine kolekirin, serfkirin û kirine karker, yên ev rewş qebûl nekirine hatine kuştin. Mirov bibêje ev çalakî weke dîrok hatine nîşandan, ev ê bibe nêzîkbûneke heqîqetgir a neyê redkirin.

Milê eskerî li gorî hêza xwe, di vedizîna nirxên ekonomîk de para herî mezin ji xwe re vediqetîne. Di dîrokê de seferên bi armanca xenîmetê vê rastiyê têra xwe baş eşkere dikin. Herweha eşkere ye ku di bingehê dewletê de milk, di bingehê milk de jî fethên eskerî û desteserkirin hene. Yê fetih dike xwedî ye. Vê yekê jî weke mafekî xwezayî û dest jê nabe yê encama çalakiya xwe dibîne û îlan dike. Dewlet, di serî de erdên ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve têne zevtkirin û fetihkirin, ji tevahiya milk û xenîmetan (milkê tê veguhestin) pêk tê. Mînak, “Memalîkeyê (milkên) Osmanî hemû yê padîşah e” ev pîvan têkiliya dewlet û fethên eskerî îfade dike û ev pîvan ji dewama rêûresma pêşî û sereke pêve maneyeke xwe ya din nîne. Rêûresm welê hatiye avakirin û di avakirina her dewletê de hatiye huqûqîkirin û bi vî awayî hatiye meşandin. Beşê eskerî, ji ber van sedeman wexta xwe weke xwediyê rastî yê dewletê dibîne ango xwediyê rastî yê milk dibîne û terîf dike, rêûresma dîrokî li ber çavan digire. Milê herî bi hêz ê yekdestdariyê ye, û ev jî li gorî xwezaya desthilatdarî û dewletê ye. Jixwe hêza sîleh û mirovan a di dest de bi hêsanî vê jêhatîbûn û qebîliyetê didiyê. Burokrasiya sivîl car caran hewl dide para xwe (yekdestdariya xwe) zêde bike û hewldanên bi vî rengî jî bi darbeyên eskerî bi encam dibin. Li ber rohniya van rastiyan mirov baştir dikare serwext bibe. Bêguman yekdestdariyên burokratîk û îdeolojîk ên ji wan re çîna ‘ilmiye’ û ‘qelemiye’ tê gotin di avakirina dewlet û desthilatdariyê de bivênevê xwedî rol in. Lê bi qasî rola eskeriyê diyarker nînin. Amûrên dewlet û desthilatdariyê yên di dîrokê û roja me ya îro de bi seresere jî bêne lêkolînkirin wê van rastiyan piştrast bikin.

Ji aliyê mijara me ve ji xusûsên herî girîng a yekemîn, eskeriye yekdestdariya herî pêşketî û diyarker e. Çawa ku bi awayekî îdeolojîk tê pêşkêşkirin, esker û artêş ji bo şan,şeref û qehremantiyê nînin, (ev bi armanca berevajîkirin û veşartina cewherê mijarê propagandayên îdeolojîk in) weke hêmana yekdestdariya desthilatdariyê ya dest jê nabe, ew hene. Bi xwe ekonomîk e. Artêş yekdestdariyek e ku xwe disipêre ekonomiyê, di ser ekonomiyê re û nêzî wê disekine, lê hatina ji wê (mûçeyên xwe) misoger kiriye, li ber rabûna wê gelekî zehmet e, bi tevahî beşên din ên yekdetdariyê neçar in pêre parve bikin û pêre li hev bikin. Di tevahiya pêşketin û bingehê xwe yê dîrokî de yekdestdariyeke bi kok a xwedî sazî û rêûresm e. Bi xwe yekdestdariyeke ji nêz ve bi pêşketina ekonomîk re pêwendîdar e, lê yekdestdariya çîneke (burokrasî) welê ye ku pêdivî dibîne xwe ji ekonomiyê dûr bigire. Ji vî alî ve mîna ku xwe ji civakê dûr digire nîşan dide. Ya rastî, beşê wan yekdestdaran e, xwe bi sîlehên eskerî û yên ekonomîk ên herî baş gurçûpêç kiriye. Em analîza eskerî rast nekin, em bi temamî ne dikarin li yekdestdariya ekonomîk, ne jî li yekdestdariya dewlet û desthilatdariyê serwext bibin. Hersê jî yekpare ne. Bi heman cewherî ango bi nirxê zêde yê civakê xwe xwedî dikin. Di berdêla vê de îddîa dikin ku ewlekariya civakê, perwerdeya wê, tenduristiya wê û hatina wê ya aborî tedarik dikin, tenzîm dikin. Dewletgirî, dewleta îdeolojîk xwe bi vî awayî pêşkêş dike. Lê rastî bi awayekî din e, çawa ku me nîşan daye.

Eskerî û mîlîtarîzm, milê herî xurt ê rêxistinkirî yên sermaye û desthilatdariyê ne, lewma li gorî xwezaya wê ye, herî zêde civakê bixe qada xwe ya hukim lê dike û wê di qefesa xwe de bigire. Mîlîtarîzm tevî ku bi giştî di tevahiya dîrokê de û di dewletan de ketiye çaviyên civakê, civak kiriye kontrola xwe û hukim lê kiriye, herî zêde di serdema çîna navîn de (bûrjûwazî) di bin yekdestdariya dewleta netewe de gihiştiye asta herî mezin. Di dewleta netewe de li ser navê artêşa fermî tevahiya civakê bi awayekî fermî ji sîlehan tê kirin, yekane yekdestdariya sîlehê dikeve destê artêş û dewletê û ev jî weke xisleteke wê ya diyarker derdikeve pêşiya me. Di ti dema dîrokê de bi qasî ku çîna bûrjûwayê civak ji sîlehan kiriye, civak ji sîlehan nehatiye kirin. Sedema vê rastiya gelekî girîng ew e, mêtinkarî gelekî zêde bûye û li dijî wê berxwedanên mezin pêk tên. Civak bi awayekî berfireh û dewamî ji sîlehan neyê kirin, desthilatdarî nikare heta bi çaviyên wê yên hundir biçe û xwe bide ferzkirin. Jixwe wekî din jî civak nayê birêvebirin. Wisa xuya ye ku civakê nexin ‘qefesa hesinî’ a modernîteyê nikarin serî pêre derxin. Herweha ji aliyê artêşa medyatîk a serdema yekdestdariya fînansa global ve dor li civakê neyê girtin, civak nayê birêvebirin. Şaxên yekdestdariyên mêtinkar, weke yekdestdariyên îdeolojîk-medyatîk, burokratîk-eskerî pêk tînin û nîşan didin. Bi tayên qut nabin hevdu girê didin. Şaristaniya navendî ya mezin û dawî, bi hegemonê super û hegemonên din ên herêmî re bi hevkarên xwe hemûyan li ser û hundirê civakê xwedî sermayeya îndustrî ya sîlehan a dêwane ya xwe disipêre mîlîtarîzmê, li gorî yekdestdarên din li pêştir e, ev jî ji vê rewşa wê ya dîrokî û rojane bi xwe tê. Mîlîtarîzm bi faşîzma yekdestdariya kapîtalîst re tê wekhevkirin û ev jî maneya xwe ji cewherê vê rastiya wê digire.
Bêguman tevahiya civaka xwezayî û di tevahiya dîroka nivîskî de civak bi şêweyên cûrbicûr li dijî pêşketina mîlîtarîst a şaristaniyê xwe gelekî parastine, bergiriya xwe kirine. Rêûresma jê re xweparastin tê gotin jî di nava hezarê salan de bi berxwedan û serhildanên cûrbicûr, bi şêweyên artêşên parastinê yên gel û gerîlla bi sazî bûne û şerên mezin ên parastin û bergiriyê meşandine. Bêguman em nikarin şerên parastinê û şerên yekdestdariyên mîlîtarîst wekhev bibînin. Ji aliyê naverok û cewher ve di navbera wan de cudahî heye. Yek ji wan karektera xwe antî-civakgir e (mêtinkar, dejenerekar, tineker), yê din jî civakgir e (civakê diparêze, qabîliyetên wê yên exlaqî û polîtîk azad dike). Şaristaniya demokratîk li ser bingehê sîstematîzekirina xweparastinê, li dijî mîlîtarîzma şaristaniya navendî civakê diparêze û bergiriya wê dike.

MANÎFESTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK (Pirtûka Sêyemîn)