Pirsgirêkên Civakê yên Zêhniyetê

Civaka bê poltîka, yan weke keriyan li pey rêzik û pîvanên yên din diçe, yan jî weke mirîşka serê wê jêkirî virde wirde diperpite. Hêza fikrê ya civakê bi xwe saziyeke joravahî nîne; mejiyê civakê ye. organên wê jî exlaq û polîtîka ne.

STÊRKA CIWAN – ROJACIWAN

Ji Pareznameya 3. – Sosyolojiya Azadî

Bêguman ji bo civakek li mêtinkariyê were vekirin, yek ji şertên pêşî wê ji polîtîka û exlaqê mehrûmkirin e. Heta zêhniyeta civakî ya bingehê fikrî yê van herdu çaviyan e, neyê hilweşandin, ev mehrûmkirin pêk nayê. Ji ber vê sedemê tevahiya dîrokê serwer û yekdestdarên mêtinkar weke karê destpêkê ‘hegemoniya xwe ya zêhnî’ ava kirine. Ji bo civaka Sumer li berdarî û bereketê vebe ango li mêtinkariyê were vekirin, rahibên Sumeran bê sedem pêşî perestgeh (Zîggûrat) ava nekirine, ev jî rastiya em behsa wê dikin bi şêweyekî eşkere piştrast dike. Ev mînaka perestgeha Sumer gelekî girîng e. Ji ber ku di dîrokê de weke çavkaniya orjînal û bandora wê dewam dike tê zanîn. Ev mînak a berevajîkirin û fetihkirina zêhnê civakî ye.

Min bi girîngî hewl da diyar bikim ku xwezaya civakî ji avahiyên zêhnî yên herî nerm pêk hatiye. Heta neyê fêhmkirin ku civak xwezaya herî bi mejî ye, civaknasiyeke manedar bi pêş nakeve. Ji lewra zordar, serwer û xasûkên ku civakê weke çavkaniya mêtinê dibînin, karê wan ê pêşî ew e, mejiyê civakê û îmkanên wê yên fikrê qels dikin, yekdestdariya pêşî weke yekdestdariya zêhniyetê pêk tînin ango avakirina perestgehê weke wezîfeya bingehîn datînin pêşiya xwe. Perestgeh li gorî orjînalbûna xwe du fonksiyonan bi hev re pêk tîne. Ya pêşî, amûrê serweriya zêhnî weke amûrê hegemonîk heta dawiyê girîng dibîne û bi cih tîne. Ya diduyan, ji bo civakê ji nirxên wê yên zêhnî bi xwe (cewherî) qut bike, têra xwe derfet û îmkanan pêk tîne.

Zêhniyeta civakê bi xwe weke têgîn divê baş were fêhmkirin. Mirovatiyê wexta rahiştiye kevir û çoyê pêşî û xistiye destê xwe, li vê yekê fikiriye û kiriye. Ev çawa jê hatiye ango bi xerîzeyên hundir nekiriye, gavên pêşî bi fikra analîtîk têne avêtin. Tecrûbeyên di vî warî de çiqasî dikevin serhev û kom dibin civak bi pêş dikeve û ev bi xwe zêdebûna fikrê îfade dike. Civakek çiqasî tecrûbe û ezmûnên xwe ango fikra xwe zêde bike, ewqasî jî dibe xwediyê hêz û qabîliyetê. Dikare xwe baştir xwedî bike, bergiriya xwe bike, xwe biparêze û zêde bibe. Ev pêvajo pêşketina civakî çî ye, nîşan dide û ji ber vê yekê gelekî girîng e. Kengî civak xwe timî bide fikirîn, rêûresma exlaqî ya em jêre aqlê hevpar an jî wijdan dibêjin ango fikra kolektîv pêk tê. Ji ber vê sedemê exlaq gelekî girîng e. Ji ber ku ew xizna herî mezin a civakê ye, koma tecrûbeyên wê, sedema li ser piya mana wê, organê bingehîn ê dewamkirina jiyana wê û pêşdebirina wê ye. Ji ber tecrûbe û ezmûna xwe ya jiyanê civak baş dizane ku vê ji dest bide wê ji hev de bikeve, belav bibe. Lewma bi awayekî mîna xerîzeya hundir, hişk girîngiyê bi exlaq dide. Di civakên berê yên klan û qebîleyan de yên guh nedana rêzik û pîvanan an dihatin kuştin an jî ji civakê dihatin diavêtin û bi mirinê re rûbirû dihatin hiştin. Herçiqasî gelekî were berevajîkirin jî di bingehê ‘kuştinên namûsê’ de hê jî ev rêzik û pîvan hene.

Exlaq rêûresma fikra kolektîv temsîl dike, lê fonksiyona polîtîkayê hinekî cuda ye. Ji bo di karên rojane yên kolektîv de guftûgo bêne kirin û pê xwe bigihîne biryardariyê, pêdivî bi hêza fikrê heye. Ji bo polîtîkayê fikra afirîner a rojane şert e. Dîsa jî civak baş dizane ku weke çavkanî xwe nesipêre exlaqê ji kombûna fikrê pêk tê, ne fikra polîtîk çêdibe, ne jî polîtîka bi xwe tê kirin. Polîtîka ji bo karên rojane yên kolektîv (berjewendiyên hevpar ên civakê) bivênevê qadeke çalakiyê ye. Der barê karan de fikrên cuda û heta yên dijber hebin jî ji bo guftûgo û biryardana wan polîtîka şert e. Civaka bê poltîka, yan weke keriyan li pey rêzik û pîvanên yên din diçe, yan jî weke mirîşka serê wê jêkirî virde wirde diperpite. Hêza fikrê ya civakê bi xwe saziyeke joravahî nîne; mejiyê civakê ye. organên wê jî exlaq û polîtîka ne.

Organê din ê civakê, weke mekanê pîroz, bêguman perestgeh e. Lê ev perestgeh ne ya hêza hegemon (hiyerarşî û dewlet) bû, mekanê wê yê pîroz bi xwe bû. Gera civakê li mekanê xwe yê pîroz di vedîtinên arkeolojîk de li pêş cih digire. Belkî jî avahiya bi tenê ya girîng e ku heta roja me ya îro li ser piyan maye. Ev rastî xweber nîne. Mekanê civakê yê pîroz û pêşî ew mekan e, tevahî rabihuriya wê, pêşiyên wê, nasnameya wê û hevpariya wê temsîl dike. Cihê bîranînên civatî û perestinê ne. Mekanê xwe yadkirin û bi bîranînê ye; nîşaneya xwe veguhestina paşerojê ye; sedema girîng a bihevrebûnê ye. Civak baş serwext bû ku perestgeh çiqasî li devereke balkêş, bi heybet û hêjayî jiyana xweş were avakirin, ewqasî wê qabîliyeta wê ya temsîlê û qîmeta wê ya jiyanî hebe. Ji lewra heybet herî zêde li perestgehan hat nîşandan. Çawa ku di mînaka Sumer de jî hat dîtin, perestgeh di heman demê de cihê amûrên hilberînê, kewarên kedkaran û stergeha wan bû. Ango cihê karê palûte û zibareyê bû. Ne bi tenê cihê îbadetê bû, cihê guftûgo û biryarê bû. Navenda polîtîk bû. Hêlîna zenaetkaran bû. Cihê vedîtinan bû. Navend bû ku mîmar û zanyaran hunerên xwe lê diceribandin. Mînaka pêşî ya akademiyê bû. Bi tevahî navendên kehanetan ên serdemên destpêkê li perestgehan bûn û ev jî xweber nîne. Ev hêman hemû û hê bi sedan hêmanên din girîngiya perestgehê datînin holê. Bawer dikim ku wê duristir be, mirov bi hêsanî ji vê rewşê re bibêje, navenda zêhniyeta îdeolojîk a civakê.

Li Ûrfayê kevirên tîk ên dora xirbe deribandine heta beriya duwanzdeh hezar salan diçin. Şoreşa cotkariyê hê nehatiye kirin. Lê diyar e ku ev şêweyê kevir niqirandin, verotin û tîk danînê îşaret bi mirovên pêşketî dike ango hebûna civakê ji vê yekê re divê. Ew kî bûn, çawa dipeyivîn, çawa xwe xwedî dikirin û zêde dibûn? Fikir û rêûresmên wan çawa bûn? Çawa debara xwe dikirin? Ti şop nînin bersiva van pirsan bidin. Bi tenê kevirên tîk ên abîdeyî hene, ew jî bi îhtîmaleke mezin bermahiyên perestgehê ne ku weke şop mane. Li gorî ku îro jî gundiyên ji rêzê nikarin wan keviran biniqirînin û bi awayekî manedar deynin, wê wextê ew mirov û civaka kevir danîne ji gundî û civaka gund a îro paşvemayîtir nebûne. Xusûsên bi vî rengî bi tenê em dikarin pêşbîniya wan bikin. Herçiqasî hatibe berevajîkirin jî belkî pîroztiya Ûrfayê mîna çemekî ji vê rêûresma wêdetirî dîrokê diherike û tê. Di vê çarçoveyê de ez hebûn û girîngiya perestgeha civakî guftûgo dikim. Girîngiya hebûn û fonksiyona perestgeha hegemonîk guftûgo dikim.

Rahibên Misrê herî kêm bi qasî mînaka Sumeran di pêkhatina perestgeha hegemonîk de cih girtin. Brahmanên Hindî ji wan kêmtir neman. Rojhilata Dûr di wê rewşê de nebû ji wan kêmtir û jêrtir bimîne. Perestgehên Başûrê Emerîkayê jî hegemonîk bûn. Bê sedem ciwan weke qurban nedihatin neqandin. Bi tevahî perestgehên serweran ên serdemên şaristaniyan hegemonîk bûn. Mîna kopyayê orjînalê bûn. Ji bo civak li gorî berjewendiyên serweran bê bikaranîn navendên behsa wan tê kirin dixebitîn, ango fonksiyona wan a sereke ev bû. Milê eskerî yê yekdestdariyê bi awayekî xeternak û hovane serê mirovan jê dikir û di avakirina kelhe û bircan de bi kar dianî û milê rûhanî jî bi fetihkirina zêhniyetê heman karûbar temam dikir. Herdu xebatan jî di kolekirina civakan de bi qasî hev cih girtin. Yekê ji wan tirs, ya din jî îqna û razîkirin afirand. Bi vî şêwazî domkirina bi hezaran salan a civakên şaristaniyê, ma kî dikare înkar bike?

Di vê mijarê de şaristaniya hegemonîk a Ewrûpayê ji aliyê şêwe ve guhertinên mezin kirin. Lê dest neda cewherê wê. Ji çavdêriyên rojane jî tê dîtin, amûrên weke dêwan ên dewleta netewe yên li ser civakê bi vê jî qîma xwe nayînin, hûrûkûr bi çaviyên herî piçûk ên civakê ve dadikevin û wan hewcedarî xwe dikin, bi xwe ve girê didin. Zanîngeh, akademî, hê li jêrê wan lîse, dibistana navîn, dibistana seretayî û baxçeyê zarokan navendên pêkanîna zêhniyetê ne. Ya ku ew dide, dêr, hawra û mizgeft temam dikin. Qişle jî wê misoger dike. Ma ev tişt ne feth, dagir, asîmîle û mêtingehkirina zêhn, exlaq û çaviyên polîtîkayê yên civakê ye, ku bitenê bermahiyên wan mane? Wexta ku hin şîrovegerên hêja dibêjin, ‘girsekirina’ civakê kerîkirina wê ye, tewş û pûç napeyivin. Di heman demê de hê teze di hişê me de ye, tê bîra me ku bi vê mêtingehkirina zêhn civaka faşîst pêkanîn. Gola xwînê ya dîroka nêz jî encama vê fetihkirina zêhnî bû.

Zirara dubarekirinê nîne: Eger tu îkonên milliyetgirî, dîndarîtî, cinsiyetparêzî, sporgirî, hunerkariyê bihejînî dikarî civakê –pardon, keriyî -, girseyê bibî her devera tu dixwazî. Fetha zêhn bi qasî ku ti zor nikaribe bike, civaka îro li sermayeya fînansa global vekiriye. Careke din divê mirov rehmê li rahibên Sumeran û vedîtinên perestgehan bîne! Hûn çi fatihên jêhatî û yeman bûne, tevî ku di navberê re pênc hezar sal derbas bûne, nûnerên we yên dawî yên îro û yên di perestgehên wan de destê xwe ji ava sar di ya germ de danakin û daneheva sermayeyê ya herî mezin a dîrokê pêk tînin! Sî (zîlûllah) û pêjnên herî bi hêz ên xwedayan jî nikarîbûn evqasî karê bikin. Ev tê wê maneyê ku kombûna kumulatîf û dewamî ya sermayeyê têgîneke pûç nîne. Berevajîkirina zêhnan operasyonên sivik û ji rêzê nînin. Dr. Hîkmet Kivilcimli û Antonîo Gramsciyê Îtalî jî fetha hegemonîk bi heman awayî terîfkirine. Wexta ev terîf dikirin, dema herî zêde dewleta netewe dihat mezinkirin û pîrozkirin bû. Ew jî wê demê di zindanên wan de bûn. Zanîna wan ji serhatî û jiyana wan bû. Li gorî tehlîla dawî, ez jî ‘mehkûmê’ sermayeya global im. Eger min wê rast nas nekirana, di şexsê zêhnê xwe de (nasnameya xwe de) min ê xiyanet bi zêhnê civakê bi xwe bikirana.