Li Ranya pêşangeha pirtûkên Rêber APO hate vekirin

Di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ ji bo azadiya Ocalan li navçeya Ranya pêşangeha pirtûkên Rêber APO hate vekirin.

RANYA (Elî Qadir) – ROJACIWAN

Îro li navçeya Ranya ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li nav Baxê Giştî yê Ranye pêşangeha pirtûkên Rêber APO vekir.
Der barê vekirina pêşangehê de endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Sinor Mewlan wiha axivî; “Ji bo hîn zêdetir fikir û felsefeya Ocalan bi civakê bidin naskirin ku rêya çareseriya pirsgirêkên Başûrê ye, me di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir. Ez ji ciwanan û bi taybetî ji jinan daxwaz dikim pirtûkên Birêz Ocalan bixwînin. Ji bo bikarin pirsgirêkên xwe û civakê çareser bikin.”