Welatiyên Mexmûrê: ‘Dewleta Tirk tecrîda ser Rêber Apo meşru dike’

d3faac50e411

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin tecrîdeke giran de tê girtin û hiqûqeke taybet li ser tê pêkanîn. Ne parêzer ne jî malbata Ocalan nikarin hevdîtin li gel bikin û têkildarî rewşa wî ya ewlekarî û tendûristiyê ti agahî nayê girtin. Penaberên wargeha Mexmûrê jî diyar kirin ku ew ji rewşa tendûristiya Rêber APO bi fikarin û ragihandin, dewleta Tirk tecrîda ser Ocalan meşrû dike.

MEXMÛR – ROJACIWAN

Ji sala 1999’an ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha yek kesî ya Îmraliyê de tê girtin. Heya niha di gelek qonaxên tecrîd û îşkenceyê re derbas bûye. Ji sala 2011’an ve destûr nayê dayîn ku parêzerên wî hevdîtinê li gel pêkbînin. Her wiha qasî saleke ku malbat jî hevdîtin li gel ne kiriye û di nav tecrîdekê giran de tê girtin. Têkildarî tecrîdê welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji ajansa me re axivîn û ragihandin ku divê em jiyaneke bê Rêber Apo jixwere ne pejirînin.

8ccf44ce5f

‘Tecrîda ser Rêber Apo tê meşru kirin’

Welat Îke têkildarî tecrîda ser Ocalan axivî û diyar kir li hember Rêberê PKK’ê lîstik hene û got: “Dewleta Tirk dixwaze tecrîda girankirî ya liser Rêber Apo wek rewşek asayî ji raya giştî re bide nîşandan. Bi tecrîdkirina Rêber Apo re jî dixwazin bi psîkolojiya gelê Kurd bilîzin û xirap bikin. Divê li dijî vê yekê helwesta me pir radîkal û dijwar be. Em wekî ciwanên Kurdistanê bi taybet ciwanên Wargeha Mexmûrê pêwîste rabin serhildanê, vê tecrîdê qebûl nekin û ji bo Rêberê xwe di nava çalakiyan de bin.”

d3faac50e4

‘Em di derbarê tenduristiya Rêberê xwe de bi fikarin’

Jina ciwan a bi navê Bêrîvan Sayin jî di derbarê tecrîda liser Ocalan de axivî û diyar kir ku ev demeke dirêje agahî ji serokê xwe nagirin û got: “Wek tê zanîn ev demeke dirêje ji Rêbertî agahiyek bi tendurist nayê girtin. Ji 2011’an ve parêzer nikarin hevdîtin li gel bikin. Ev jî nişaneya tecrîdek herî girane. Em wekî ciwan û wekî gelê Kurd tu agahî ji Rêberê xwe nagirin, ji bo vê em di derbarê rewşa Rêberê xwe de bi fikarin. Dewleta Tirk a faşîst jî dixwaze vê rewşê bime bide qebûlkirin û bide pejirandin. Banga min ji bo ciwanan bi taybet ji bo jinên Kurd, jinên ciwan, xortên ciwan û hemû gelê Kurdistanê ewe ku li her bajarê Kurdistanê û li her welatên cîhanê rabin ser piyan, vê tecrîdê nepejirînin.”

e59f283258

‘Ji bo Rêberê xwe rabin serhildanê’

Herî dawî dayîka bi navê Xoxê Ocer jî têkildarî heman mijarê axivî û got: “Em heya dawî li gel Rêberê xwe ne, li gel şehîdên xwe ne. Rêberê me îro di bin tecrîdek girankirî de ye. Divê em vê ji bo xwe qebûl nekin. Divê em bê serokê xwe jiyan nekin. Ji niha şûnde divê heya em ji Serokê xwe agahî negirin qadan neterikînin, li her derê bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ em li Rêberê xwe xwedî derkevin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS