Roja rêka çuyîna ber bi guleya despêkê

sitee

QASIM ENGÎN – ROJACIWAN

Mirovê Kurd bi rêbazên çewisandin û îmhayê mînakên wê yên li cîhanê tine pê hatine temisandin. Bi bizdokî hatiye kirin. Hatiye tirsandin. Li hundir hatiye vegerandin.

Di kîjan demî de mirovê Kurd dest bi îsyanê kiribe yan jî li dijberî êrîşên hatine ser wan ji bo ku xwe biparêze derbasî berxwedanê jî bûbe, her tim dumahiya wan bi xemginî bûye. Çawa ku li gel Elewiyan her tim bûyera Kerbelayê di bin zanistiya wan de bi psîkolojiya/derûniya îmha û tinebûnê dayîbe afirandin, temisandin û li gel Kurdan qetlîam jî rewşekî dişibe wê daye afirandin.

Di encama vê tevkujiya mirovên Kurd de kesayetiya wan hatiye parçekirin. Dervebûn û hundirê wan cuda cuda çêbûye (şekil û cewher ne yek e). Ger kesayetiyekî ku bi xwe re biyanî bûbe, em dev ji yên din berdin, ma wê li hember xwe jî çi xêra wî/ê hebe? Ma gengaz e? Bersiva ku bê dayîn; helbet wê bi yek gotinê bibe na.

Ger ji derviyî wî/ê û bi hundirê wî/ê re ne yek be di bingehê xwe de xirabûna kesayetiyekî/ê vedibije. Kesên xirabûniya kesayetiyê dijîn, bila qet guman neyê kirin ku wê ji berdayînê re vekirî bimînin. Herî zêde derew û fetil di bingeha van avaniyan de tên dîtin. Û helbet ku herî zêde ketina di bin tewareya hinekan de li van deveran tê jiyankirin.

Trajediya Kurdan a herî gewre jî ev bixwe ye. Ger bixwazibin jî bi vê avaniya kesayetiyê re wê di berxwedanan de ne bi serkeftî bin. Wê her tim berxwedanên wan nivçe bimînin. Wê encax berxwedanên wan bi takekesî bimînin, ew jî wê li kêderê bitefe her û her bi awayekî nediyar bimîne. Di rastiyê de kar û barê derbasbûna ji berxwedanan re di bingehê xwe de kar û barên rêxistinkirin û rêxistinê ye. Lê hema weke takekes kesayetiyên ku rasterast hatine pûçkirin di bingehê xwe de ji ber ku mekanizmaya wan a têraxwekirinê hatiye parçekirin, ev rewş dernakeve holê. Di avaniyên wiha de ji ber ku berjewendiyên teng, berjewendiyên malbatî, hesabên biçûk, takekesok, egoyên wan kesan li ser bingehê hizirandinên teng hatine avakirin, dema tevgerên wan bingeha jiyankirinê dibînin ew jî weke taybetmendiyên belavkar ên bingehîn dikevin nava himêza civakê.

Bi cewherî; mêtînger û hêzên ku Kurd dagirkirine, dema ku tirs xistine nava hinavên Kurdan, zanîne ku wê ev tablo derbikeve holê û li gorî wê êrîş kirine. Wan tine dikin. Tecavûzî jinên wan dikin. Zarokên wan ên xwêdê nedane mîna li Dersimê hatiye jiyankirin bi singûyan diçin ser. Pîrên/extiyarên mîna çinaran tememên wan Biçûk dikin di sêdaran de qetil dikin, zarokên ku temenê wan biçûk temenê wan Mezin dikin di darê îdamê de didaliqandin. Mîna ku li Maraşan dibû mirovan bi copan dixirandin. Mînaka ku li Sîwasan dibû di nava agiran de dişewitandin. Dema ku van tiştan dikin bi tevayî dizanin û pêk tînin. Ger ev têrê neke mîna bûyera 33’ê Guleyan bûyî, mirovên bê tewan di îfazkirinên bêdaraz de qetil dikirin, da ku ji her kesan re bibe mînak.
Weke me gotî armancekî tevayî van pêk anînan heye; ew jî afirandina xirakirina kesayetiyê ye, da ku mirovên ditemisin û jixwe ditirsin bidin afirandin. Da ku mêtîngeran weke Ezraîl bibînin. Bi vî awayî di bingeh de armanc ew e da ku kesayetiyên mêtînger bidin afirandin, ên ku ji siya xwe ditirsin û di mejiyên wan de qerekolan bidin avakirin. Ger carekî ev hatibe avakirin êdî li wêderê pêdiviya ku mêtînger lê bimînin namîne. Êdî ji ber ku li her cihê di mejî, dil û bedenên mîlyonan de qerekol hatine avakirin.

Ji bo vê yekê:

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, em ê demil dest weke roja parçekirina tevayî van çêkerên tinekirinê hatine avakirin bi bîr bînin.

Ji bo vê:

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, ew Kurdê hatiye rewşa ku ji siya xwe ditirse, em ê weke parçekirina ji wê tirsê bi bîr bînin.

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, ew Kurdê ku hundir û derveyî wî/ê ne yek in, em ê weke Kurdê ku hundir û derveyî wî/ê bûye yek û xwebûniya wan hatiye afirandin bi bîr bînin.

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, ew qerekolên di mejiyên Kurdan hatine avakirin, em ê weke destpêkirina hilweşandina wan bi bîr bînin.

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, em ê weke guleya destpêkê ji kesayetiya waswas re hatiye teqandin bi bîr bînin.

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, em ê weke destpêka hevgirtina bin zanistî û ser zanistiya Kurdan bi bîr bînin.

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, em ê bi awayekî heybet bizanibin ku hevrûbûyîna Kurdan a ji kesayetiyên xwe re hatiye avakirinê bi bîr bînin.

Ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin, bi cewherî daxwazên Kurdan ên avêtine bin zanistiya wan, jixwe bêbawer, jixwe direve, nexweş, bi kompleksî, ji ber çavkaniya kesayetiya hatiye hestiyarkirin û lewazkirin hev gijgijandin, hev kişkişandin, pûç û xiloxeyî, tasfiyekariya ku li hundirê vegeriyayî, mîna mayînekî serserî ji tahrîkan re vekirî, mîna bombaya ku ji aliyê kî ve û çawa wê bê teqandin an jî bidin teqandin em ê weke guleya dijberî wê hatiye avêtin bi bîr bînin. Û em ê weke li pey hev serûbinkirina ji tevayî van pêk anînan re ye bi bîr bînin.

Û helbet ji bona wê ye ku di van rojan de ew nirxên neolîtîk ên di bingeh de cih digirin û qala wan tên kirin, vekirina rêya ku wan nirxên komûnal derbixîne holê û belav bike û mayîn de bike. Ew nirxên cewheran wan paqij, hezkirina safbûn û dadweriyê, ku bûye dergûşa mirovahiyê, egîd, lêgerîvan, ji bo mirovahî û cîranê xwe bê ku çavên xwe bimiçiqîne xwe avêtina ber mirinê, tevayî ew xweşikbûnên layigirê dayikê, erê em ê weke carek din roj roja derxistin, eşkerekirin û ji nû ve jiyankirina wan destpêkiriye bi bîr bînin.

Û ger em bixwazibin roja 27’ê Mijdarê fêm bikin;

Rexmê ku tevayî temisandin, kuştin, tasfiyeyên vegerîna hundirîn ên dijmin pêk anîne; gelekî nû, mirovekî nû, mîlîtanên ku stûyê xwe natewînin û bi ewletiya generalên biçûk re weke mînakek herî baş a pêşerojê wê bê bi bîranin û em ê bi xwêdêwandan û abîdeyên çinarên bi temen re afirankariya wê bi bîr bînin.

ROJA 27’Ê MIJDARÊ BILINBÛNA JINÊ YE

Jinê hîn beriya vê li ser xakên Kurdistanê pir şahidî kiriye ku di asteke bilind de cihê xwe girtiye. Jin di wateyeke din de xakên ku bi awayeke bihişmet derketiye ser dika dîrokê ev xak in.

Lê belê çerxa dîrokê bi hevpeymana fêlbazên/qurnazên sêbareyan re hatiye guhertin. Hatiye çewtkirin. Wê jin her roj bihişmetbûna xwe hinek tiştên din winda bike, heta ku tenê jin bibe zeviya zilam a ajotinê rast hatiye.

Hevpeymana fêlbazên sêbare ya dibêjin ku tê zanîn –serkarê leşkerî, zilamê fêlbaz ên pîr/extiyar û şaman an jî rahîbê ku tevayî razên jinê didize- ew nirxên komûnal ên jinê dayîne afirandin ku xwe dispêrin jiyana dadwerî, wekhevîxwaz, azadîxwaz, bidilovanî, parvekar û hevbeş ji bo mebestên xwe yên qirêj destdirêjî kirine û gav bi gav ji holê dayîne rakirin. Û her ku derbas bûye li şûna jiyana komûnal ji bona berjewendiyên xwe, destdanîne ser nirxên zêde, bi vi awayî gav bi gav pergala xwe ya hiyerarşîk û desthilatparêzî dayîne pêşxistin. Ev jî bi xwe re çêbûna çînan, serdest û bindest, kole û koledar, ên ku tên mijokdarkirin û mijokdar, ên ku kar dikin û wan didin karkirin dayîne afirandin û bi vî awayî jiyana mirovahiyê qîrêj kirine.

Bi vê yekê tenê jî nemane; weke netewa mêtînger a destpêkê ji bona ku jinê bi awayeke giştî ji bûyîna muxalefetê bidin derxistin, pir balkêş di ser jinê de çûyîne. Weke ku di her dema dîrokê de ji bona carekî din ew pergala jiyana bihişmet a jinê neyê jiyankirin çiqas nebaşî û xirabî hebin lê anîne û jê re gotine.

Ji serî de; taybetmendiyên îblîs li wê bar kirine. Jinê ji bona ku li buhiştê fêkiya qedexekirî xwariye weke berpirsiyarê qewitandina ji buhiştê girtin, bi taybetmendiyên herî kirêt û nebaş ve hatiye pênasekirin. (Em kevanê vekin; ger jinê ew fêkiya qedexe ya ku tê hesibandin nexwaribana yan jî nedaba xwarin, gelo wê îro ev cîhan hebûna yan na, bi rastî mirov vê pirse neke nikare derbas jî bibe!)

Jin şibandine mar, hatiye nivîsîn ku jin ji parasûyên zilam çêbûye, (Yên ku mîtolojiya Sûmeran xwendine dizanin ku, li wêderê Dumuziyê di doşeka mirinê de ye divê ku bê rizgarkirin, xwedawenda dayik Înanna, xwedayê zilam rizgar dike. Û ji bona ku ji yek lebetên mirinê yên parasûyên wî sağ/baş dike ji Înannayê re Nîntî hatiye gotin, ango di wateya xatûna/xanima ku jiyanê dide de ye. Ka li vê rasthatinê binerin: Hawaya ku di Tewratê de derbas dibe, tê wateya xatûna jiyanê dide. Kê/î ji parasûya kê/î hatiye afirandin êdî hûn bifikirin…)

Jina mîna Lîlît weke yeke zuwa û hişk girtine dest. Li Yewnanîstanê bûye Medûsa, li Xirîstiyaniyê gunehbar hatiye hesibandin, li Îslamiyetê kirine ya ku ji rêderdixîne. Bi cewherî her tim jin kirine sembola nebaşiyê û çiqas nebaşî û xirabî hebin ji wê re rewa hatiye dîtin.

Ew amûra zilam a xwe têrbûn/tetmîn kirinê ye, ya ku jê re li mitbexê xwarin çêkirinê ye, ji bona ku secereta xwe bide berdewamkirin makîneya zarok anînê ye, ji bona ku di kapîtalîzmê de bê firotin tê xemilandin û dikin metaya herî ku li bazaran bê kirin û firotin, weke ku jin ji jinbûnê hatibe derxistin lê hatiye kirin.

Kanê gotina Simon Behovoir; “jin bi jinê xwêdê nade, jin bi jinê tê çêkirin” hema wisa tê çêkirin. Jin tê pîrek kirin. Her çawa be bûyer û diyardeyên civakî, bûyer û diyardeyên hatine avakirinin. Jin, bi pergala fêlbaziyên zilam ên tejî hatiye pîrek kirin. Jin, ji mirovbûyînê derxistine.

Ma li Kurdistanê pêwîst dike ku mirov qala jinê ya beriya 27’ê Mijdarê bike? Ger jin li cîhanê evqasî hatibe xistin, li holê ye ku jin li Kurdistanê hîn zêdetir hatiye xistin. Gotiye namusa min e çiqas bi hezaran keçên xweşik û ciwan ên Kurdistanî hatine kuştin? Çiqas keçên pir û pak dafdayîne ji xwekuştinê re? Çiqas keçên ciwan di bin navê qelen de dayîne zilamên extiyar û bi vî awayî negihîştiye miradê xwe? Çiqas keç an jî jin ji bona ku negihîştine xeyalên xwe ji derveyî jiyanê hatine hiştin? Em qet pêdivî pê nabînin ku nêzîkatiyên tehn û niçikên ên ji derveyî jiyanê hiştin û li hember hatine raberkirin binivîsîn.

Vaye roja 27’ê Mijdarê bûye navê sekinandina ji gotina jin “a dinê ye.”

Tê bîra min; dema ez hîn biçûk bûm xaltîkên min bi xalên min re ji bona ku li çaya bibin gerîla û derketina wan, di bingehê xwe de ev dibe hinek nîşaneyên ku wê guhertinê bixwe bûn. Û piştre lê pir piştre ew hêvî û daxwaziyên xaltîkên min ên di wan salan de hebûn, dema ez ê bûbûma gerîla, min ê hingê fêmkiribana.

Roja 27’ê Mijdarê bûye navê ku roja jin ji milkbûyînê hatiye derxistine. Ne jin kirina jin e, dibe roja ku jin bixwe weke jin zanistiya xwe dayîna avakirinê ye.

Bê ku dirêj bikim, di roja me ya îro de tiştên derketine holê mirov wan bi kurtî bîne ziman, em dikarin afirandinên 27’ê Mijdarê ji bona jinan dayîne çêkirin, bi hêsanî jî bibîne:

Jin, di roja me ya îro de li Kurdistanê di refên herî pêş de dimeşin.

Jin, di roja me ya îro de li Kurdistanê yên herî zêde tevlî gerîla dibin.

Jin, di roja me ya îro de li Kurdistanê di çalakiyan de herî zêde ew li pêş in.

Di roja me ya îro de rengê herî zêde li Kurdistanê bi bandor e, rengê jinê ye.

Di roja me ya îro de li Kurdistanê herî zêde jin bi siyasetê re têkildar e.

Di roja me ya îro de li Kurdistanê di qada çandî de ya herî bi bandor dîsa kesayetiya jinê ye.

Di roja me ya îro de li navenga herî dijwar fermandariyê dike dîsa jin bixwe ye.

Dîsa hêza pêşeng û fermandar a Şoreşa Rojava jin bixwe ye.

Di roja me ya îro de yên ku bi awayeke sereke ber didin siyasetê jin bixwe ye.

Li çiyayan pêşengên herî sereke jin bixwe ne.

PKK xwe weke Partiya Jinê dide bi nav kirin û kesayetiyên di nava PKK’ê de herî bi bandor jin in.

Em hîn jî li ser zêde bikin; hedê kî ye ku cihên PKK lê bandor be, bi devekî çelexwarî li hemberî jinê bê axavtin.

Û hedê kî ye ku cihên PKK lê bandor be bikaribin bi nêzîkatiyên negatîf raberî jinê bikin.

Di dîroka PKK’ê de nêzîkatiyên negatîf tenê li navbera demekî hatiye jiyankirin; ew jî weke îxanetkar, karbidest û çetewarî yên ku me piştre nav lê kiriye, di serdemên alçaxên Ferhat û Botan de bi bandor bûne. Yekem care ku di nava PKK’ê de darazên nirxên feodal bingeha bi awayekî hêsanî xwe vegotin kirinê bi van çeteyan re daye jiyankirin.

Ji derveyî vê dîroka PKK’ê ji destpêkê heta niha dîroka jinê ye. Dîroka cihê ku jin her tim dixwaze rengê xwe lê bide pêşdebirin û pêşxistinê ye.

Û jin, di roja me ya îro de astekî hîn li pêş li jora femînîstane, hem jî weke civakî ger îro li tevayî qadên polîtîk rengê jinê lê tê pêşxistin, ev rengê jinê bi hebûna PKK’ê ve girêdayî ye.

Û ger di roja me ya îro de mîna ku li ti ciyê cîhanê nehatiye dîtin, jin li Kurdistanê weke subjeya herî bi bandor bin; li qada siyasî, li qada gerîla, li qada çandî û li eniyên herî pêş li qadên çalakiyê cih digirin û rengê jinê gur û berz diqîrin, ev ji nêz ve bi roja 27’ê Mijdarê ve girêdayî ye.

Û em ji bona vê dibêjin ku; ji her kesan zêdetir roja 27’ê Mijdarê roja jinê ye.

Û em dibêjin ku; roja zayîna PKK’ê ya 27’ê Mijdarê di heman demê de li Kurdistanê dibe roja zayîna jinê bixwe jî.

Û bila her tim tevayî zayînên me mîna rojên zayîna 27’ê Mijdarê bi pîrozî bibin.