Şehadeta RMCO hate eşkere kirin

Li bajara Raqa endamê RMCO, Egîd Elî, di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞê şehîd ket.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

RMCO rêxistina paqijkirina mayînan e. Niha RMCO şehadeta endamê xwe eşkere kir. Rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RMCO) bi daxuyaniyekê ragihand ku Egîd Elî li Reqa xebitî. Di vê kelî de mayîneke çeteyên DAIŞê teqiya û Egîd Elî şehîd ket.

Daxuyaniya RMCO wiha ye:

“Di 25’ê Kanûna 2017’an de endamê rêxistina me yê bi navê Egîd Elî dema ku maleke bajarê Reqayê ji mayînên çeteyan paqij dikirin, mayîneke çeteyan pêde teqiya û di encamê de şehîd ket.
Rêxistina me di van mehên borî de bi armanca ku welatiyên bajarê Reqayê di demek zû de vegerin malên xwe û jiyana xwe vejînin û bi hemû hêz û derfetên xwe lez daye xebatên xwe.
Em weke Rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RMCO) bi dilekî bi êş şehadeta hevalê xwe Egîd radigihînin û di heman demê de em soz didin ku em ê riya şehîdên xwe bişopînin û erka xwe ya mirovahî heta ku hemû herêm ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin berdewam bikin.
Em sersaxiya malbata şehîd Egîd Elî û gelê xwe dixwazin.”

Nasnameya Şehîd wiha ye:

 

Nav û paşnav: Egîd Elî
Navê bav: Fewaz
Navê dayîkê: Zimurod
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Serêkaniyê 1’ê Çileya 1992’an
Cih û dîroka şehadetê: Reqa 25’ê Kanûna 2017’an.