Biyografiyên Şehîdên Meha Gulanê

Ew bi jîyana xwe ya serbilindî û bi şeref, bûn rêberê gelan…

STÊRKA CIWAN

Hakî Karer

Hakî Karer di sala 1950 an de lî Ordû, Ulubey dayîk bûye. Mekteba seretayî û lîse li Ordû xwend. Di fakûteya A.Ü Fen de dest bi zanîngehê kir. Piştî sala 1970 an pêşketinên tevgera ciwanan a şoreşger bandor bû. Di demeke kin de ev nêrin ecibandin. Di heman pêvajoyê de Kemal Pîr û Rêber Apo nas kir. Di sala 1973 an de, di ADYÖD de di asta organîzaturiyê de berpirsiyarî rakir. Di sala 1976 an de, di civîna Dîkmenê de bi girtina biryara zivirandina welat ve despêkê derbasî Batmanê bû pişt re çû Entebê. Li Entebê piratîkek serkeftî da meşandin. Tevgera kontra ‘stêrka sor’ ku di bin kontrola MÎT ê de hatibû avakirin xistine dewrê. Li Entebê ji bo ku Alaatin Kapan re niqaş bike dawet kirin. Hevdîtin di 18 ê Gulanê de lî Antebê di qeweyekî de pêk hat. Di encama vê xefika qirêj de, 18 ê Gulana 1977 an Hakî Karer hat şehît kirin. Di 18 ê Gulana 1977 an qehremanê şorekagerê mezin ên enternasyonal Hakî Karer ji aliyên Stêrka Sor ku têkîliya wî bi  îstîbaratê re hebû ve hat qetil kirin. Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk wê demê ji bo Hakî Karer ev şîrove kir; “dema ku pêwîstiya şoreşa Kurdîstanê fêm kir, beşa dawiyê ya zanîngehê terk kir û çentê xwe rakir bê ku teredut bike hat welatê me, ne kêmên ku rojên pênc pereyê wî tunebû, hemaltî dikir û bi vî pereyî jî şorej dimeşand. Yên ku wî nas dikin tu carî ji bîrnakin ku wî kincên herî kevin li xwe dikir û bi rojan danêkî bi xûryaniyek sivik ve jiyan dikir. Ji bo ku hemû neyînî werin derbas kirin ji bo devdora xwe çavkaniya peyamê bû. Yên ku li kêleka wî nizanibûn dem çawa derbas dibe. Her kesekî dixwas bi wî re jiyan bike” buyera ku Rêbertiya me dibêje; “em heya mejiyê hestiyên xwe hejiyan û me biryara tevgerbûyînê da” dema ku rixêstina me ket pêvajoya partibûyînê ye.

***

Xelîl Çavgun

Endamê Komîta Navendî ya PKKê Xelîl Çavgun di 19’ê gulana 1978an de li Hîlvanê hat şehîdkirin. Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê dibistana şevînî de qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û ji ber sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71an de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya Neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja ku hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemu Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate qebûlkirin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di yekemîn salvegera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi polêsan re despê kir, jiyana xwe ji dest da.

***

Mehmet Karasungur

Mehmet Karasungur ku Endamê Komîteya Navendî yê PKKê bû, di sala 1983’an de, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn ji aliyê hêzên YNK’ê ve hatin şehîd kirin.
Mehmet Karasungur di sala 1947’an de li navçeya Çewlik Kixiyê li gundê Darabiyê jidayikbû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlikê qedand. Beşê matematîkê ya Înstîtuya Perwerdeya Erziromê qedand. Di sala 1972’an de dema ku li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sûrgûnî Colamergê têkirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975’an de tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya TÖB-DER şaxê Çewlikê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cîh digire. Karasungur di dema wezîfeya xwe ya li Çewlikê Mehmet Xeyrî Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976’an de lê têgirtin, ji ber ku li mûdûrê Emniyetê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê. Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978’an de li Çewlikê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Karasungur, wekî rêxistinvanê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê di Têkoşîna Azadiya Kurd de dewsên kûr dihêle û di sala 1980’an de derbasî herêma Lûbnanê dibe. Di sala 1982’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina Yekîtiya Neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2’yê gulana sala 1983’an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dikeve.

***

Ferhat Kurtay

Di sala 1949 an de li gundê Kiziltepe Xurs (Uluköy) wek zarokekî  malbatek navîn hat dinê. Mekteba seretayî, navîn û lîse Kiziltepe û Mêrdînê berdewam kir. Li Tirabzonê jî Fakûlteya Muhendîstiyê beşa mîmartiyê xilas kir. Di vê navberê de zewicî û heya demekî di karê mihendîstiyê de ma. Fikrên şoreşgerî di salên mektebê de nas kir. Bi tevgerên Dinya û Tevgera Tirkiye ya şoreşger bandor bû. Piştî sala 1978 an bi têkîliyên fermî ve aktîf tevlî partiyê bû. Di rêxistinkirina qada Mêrdînê de avakirina komiteyên amedekarî de aktîf tevlî bû. Herwiha berpisiyara avakirin û belavkirina organên weşanê yên di vê heremê de hilda li ser xwe.  
23 ên Kasimê di sala 1979 an bi Mehmet Hayrî Dûrmûş û bi hevalên din re di malekî de hat girtin. Di şeva 17 ê Gulanê bi 18 ê Gulanê ve girê dide de li zindana Amedê agir berda bedena xwe.

***

Necmî Öner

Li Çermîkê wek zarokekî malbateke dewlemend hat dinê. Mekteba seretayî, navîn û lîse li Çermîkê xilas kir. Hê dema xwendinê de taybetmendiyên wek ji fikrên cûda re vekirî, niqaşkirin û lêpirsînê girt. Di despêkê de sempatiya wî û girêdana wî bi DDKD ê re hebû. Piştre bi kar û xebatên Ahmet Kurt û Huseyîn Dûrmûş bandor bû û tevlî PKK ê bû. Demeke kinde tevlî fealiyetên Çermîkê bû. Bi xebatên xwe yên serkeftî yên di nav ciwanan de di girsekirina têkoşînê de rolek mezin leyîst. Berê ku were girtin berpirsiyarê komiteya amedekariyê yên ciwanan bû. Ji ber bûyereke di dibistanê de derket, di sala 1979 an hat girtin. Fêîlî her tim cihê xwe yên di berxwedanan de parast. Li zindana Amedê di koxûşa 33. de şeva 17 ê Gulanê bi 18 ê Gulanê ve girê dide de di çalakiya çaran de cihê xwe yê bi rûmet girt.

***

Eşref Anyik

Zarokê malbateke feqir di sala 1960 î li gundekî Vîranşehîrê dayîk bû. Ji ber feqirbûn tenê karibû mekteba seretayî bixwine. Hê temenê xwe yê piçûk de, ji bo ku alîkarî bide malbata xwe ketiye bin berpirsiyariyên mezin. Bi malbata xwe re li Edenê paletî kiriye û gelek karan de kar kiriye û di metropolan de gelek karên rêzêde kiriye. Eşref Anyik bi pêşketinên di nav welat de û taybet tekoşîna Hilwanê bandor bûye û wisa cihê xwe di nav PKK ê de girtiye. Li hemberî çeteyên feodal çalakî darxistiye û ji ber vî jî li derbarî wî de biryara girtinê derketiye. Di tekoşîna Hîlwan de dema bi leşkerên dewletê re di nav pêvçûnê de ye tê girtin. Li rixmî hemû bozberkirinên îxanetê yên Esat, bi hevalê xwe re tevgeriya. Di zindana Amedê şeva 18 ê Gulanê tevlî çalakiya “Çaran” bû.

***

Mahmût Zengîn

Eslê xwe ji Sîverekê ye, lê ji ber kalikê wî li Hîlwanê dimîne ew jî jiyana xwe piranî li Hilwanê derbas dike. Mekteba seretayî û ya navîn li vir xilas kir. Malbata wî feqîr bû. Ji ber di heremê de zordestiyên feodal pir zêdebûn li hember van temenekî piçûk de tepkî girtiye û li Hîlvanê sala 1978 an de têkoşîna çekdarî li hember Suleymanan a ku pêşengtiya wî APOYAN dikirin bandor bû û cihê xwe di nav têkoşînê de girt. Deskpêkê di nav tevgera ciwanan de cih girt. Di qadên cûda yên wek xebatên girse, propaganda û di qadan de faaliyet da meşandin. Piştre li Hîlvan û Sîverekê li hember çeteyên Sulêmanan û Bûcakan di bin komutaya hevalê Cûma Tak de têkoşîna dihat danîn de cih girt. Herî dawiyê di pevçûnekî de hevalê xwe yê sîperê xilas dike. Di tîrmeha sala 1979 an de dîl hat girtin û kete zindana Amedê. Di çalakiya Çaran de sekna xwe ya bi biryar girt.

***

Sînan Amed

Di meha Gulanê de dema tevlî tevgera me bû, heya dijmin jî neçar ma ji bo wî got; “zarokê zêrîn”. Heval sînan (Mûrat Demîrhan) dema berpirsiyarê Metîna bû di encama êrişa nokeran de di heman mehê de şehîd ked. Şehîd Sînan bi mejiyê xwe yê şûş ve û bi tektîkên xwe yên leşkerî û bi afirenerbûna xwe ve xwediyê potansiyela ku demên pêş de bibiya dehakî mezin ên leşkerî. Hê ku Amedê bû dijmîn gotibû; “çawa ev qas zû pêşketin da nîşan” bi vî awayî ecêb mayîna xwe veneşartibû. Herwiha xwedî nîtelîkên ku pêwîstê di hosteyekî gerîla de hebe bû. bi sekna xwe ya jiyanê ve gerîlayê PKK ê camêr û dilnizim bû. Her tim wisa dihate naskirin.

***

Ozan Özsökmenler

Di 16 ê gulana 1997 an de di encamên îrişa nokerên xayîn ku di dîrokê de bi navê qetlîama Hewlêr cihê xwe girt de dema ku maşînê siwar dikin bombeya xwe di xwe de diqetine û çalakiya fedaî pêk tîne. Ew qehremanekî ku tu car wê ney ji bîr kirin. Berxwedaniya wî di melodiyên strana şehît Serhat de ya bi navê `hewlêr` bû ezgiya dilan. Wî dilên alîgirên Başûr dax kir û kîna wan ya li hember qetlîamê kişande çiya. Ev hêja jî di mejiyan de ne.

Hewlêr…
Hewlêr…
Agirê serhildan e
Qelayê berxwedan e
Hêlîna Şehîdan e
Hewlêr…

Gotin: Şehîd Serhad

***

Denîz Gezmîş

Di sala 1947 an li Enqerê dayîkbûye. Lîse li Sitenbolê xwend. Di sala 1966 an de Fakûlteya hûqûk ya ÎU ê dixwîne. Di demeke kin de, di çalakiyên ciwanan de derket pêş. TÎP ê de xebitî. Di sala 1968 an tevgera hûqûqûyên şoreşger ava kir. Tevlî çalakiyên li hemberî fîloya 6. a Amerikayê bû. Dî darkirkirina zanîngeha Stenbolê de pêşengtî kir. Di nav damezrênerên DOB yê (Devrimci Öğrenci Birliği – Yekîtiya Xwendekarê Şoreşger) de cih girt. Meşa Mûstefa Kemal a li Samsûn heya Enqerê kir. Di sala 1969 an çû Filistînê, perwerdeya gerîla dît. Tevgera THKO (Türkiye Halk Kurtuluş Ordusu – Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye) ava kir. Tevlî çalakiya yekem a tevgerê ya şêlandina Şûbeya Emek a Enqerê bû. Dîsa tevlî çalakiya Bargeha Balgat a Amerîkayê ku çar Amerîkî li hatin revandin a li Enqerê bû. Li Sîvas Gemerekê di pêvçûnê de hat girtin. Bi Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan re 6 ê Gulana 1972 an li zindana navend a girtî ya Enqerê hat idam kirin.

***

Huseyîn Înan

Di sala 1949 an li gundê Bozhüyük girêdayî navçeya Saris Qeyseriyê dayîk bû. Mekteba seretayî û ya navîn li Sariz, lîse li Qeyseriyê xwend. Di sala 1966 an de dest Beşa Zanista Îdarî a ODTU kir. Bû endamê Kulûba Fikrên Sosyalîst û Dev Genç a ku ev dernek girêdayî ye. Di vê navberê de tevlî TIP ê jî bû û tevlî xebatên wan jî bû. Di vê demê de him li Sitenbol û Enqere, him jî Îzmîr û heremên din de tevlî çalakiyên dij emperyalîst bû. Di nav çalakiya li hember fîloya 6. a ABD ê de cih girt. Di nav dagirkirina ax ê û tevlî çalakiyên hereman bû. Di 1966- 67 an de Pêşengtî ji boykota amedekariyê ya ODTÛ kir. pêşengtî ji gelek karan re kir. di sala 1971  an de li navçeya Qeyseriyê Pinarbaşi hat girtin û bi Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan re 9 ê kasima sala 1971 an de idamê ve hatin mahkûm kirin. Li rixmê him di nav meclîsê de, him jî di nav raya giştî de ji bo ney darvekirin, hewldan çêbûn lê dîsa jî ew û hevalê xwe hatin idamkirin.

***

Yusuf Aslan

Di sala 1966 an kete ODTU yê. Hê salek nebûye, bû endamê Kuluba Fikir a sosyalîst ya ODTÛ yê. Di nav Dev – genç de dest bi xebata kir. Bi vê demê re despêkê di mekteba amedeyî, pişt re jî di fakulteya mehendistiyê de pêştê boykotan bû dagirkirên ODTU yên pêşeng. Çalakiya ku despêkê pê hat darizandin maşîneya Elçîyê Amerikayê û ajanê CIA Commer şewitandi bû. Di sala 1969 an bi hevalê xwe re çû Filistînê. Li vir elimî Helîkopter û balafirê. Tiraktorê heya helîkopterê hemû bi hostatiyek mezin dixebitand. Di sala 1970 an bi damezrinerên THKO Yûsûf Aslan û Denîz Gezmîş re ji bo ku tevlî koma gerilayên Nûrhaqê bibin, li Sîvas Şarkişiyê birîndar ket destê dijmin. Di 6 ê Gulana 1972 an de bi Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan re hat idam kirin.

***

Îbrahîm Kaypakkaya

Di sala 1949 an de li Çorûm Alacayê dayîkbûye, damezrênerê TKP-ML ê ye. Di dibistana Hasanoğlan a mamoste de, mekteba mamoste a Çapayê û Fakûlteya ÎU a Fen beşa Metematîk- Fîzîk de xwediye. Tevlî avakirina şûbeya Çapa yê a FKF ê bû. Bû endamê teşkîlata navçeya Emînonu a TÎP. Berê niqaşên MDD-SD, despêkê teza SD pişt re a MDD ê eciband. Ji TÎP ê hat ihraçkirin. Di nav PDA- TÎÎKP a di pêşengtiya Doğû Perînçek de hat avakirin de cih girt. Pişt re ji vê tevgerê qût bû û bi hevalên xwe re TKP-ML ava kir. Di 24 ê meha çile ya sala 1973 an de di çiyayê Dersîmê de hat girtin. Piştî ku hat girtin bi qasî 3,5 an di bin çavan de ma û bi îşkenceyê hat qetilkirin.