KC: “Divê ciwan biherikin meşa Parîsê û hesabê Sarayan bipirsin”

Komalên Ciwan, di salvegera şehadeta 3 jinên şoreşger ên kurd de ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Koordînasyona Komalên Ciwan, bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê û meşa 6’ê Çileyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:

“Ev bû sala 5’an ku 3 hevrêyên me yên şoreşger li Parîsê bi komloyeke bêbextî hatin kuştin. Bi vê komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an ku berdewamiya komploya navnetewî bû, di şexsê hevrêyên me yên şoreşger de Rêbertiya me û têkoşîna azadiyê ya gelê me bûye hedef.

Rejîma TC’ê veguheriye karakterekî rejîma tirsok û qelleş ku di her fersend û delîveyê de rûyê xwe yê komploger û komkuj nîşan dide û sedema hebûna xwe kiriye îmha û tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurdan. Hevala Sakîne, yek ji damazirînera partiya me bi rasterast plana dewleta TC’ê û bi tetîkkêşê MÎT’ê bi zanebûn kirine hedef. Ev komkujî bi çavdêriya dewletên Ewropayê, ku ew jî parçeyek ji vê komkujiyê ne hatiye kirin. Bi zanebûn hevrêyê me yên şoreşger ên ku hatine qetilkirin hatine hilbijartin. Rêbertî bi gotina ev komkujî di şexsê heval Sakîne Cansiz de rasterast li dijî min hatiye kirin, nîşan daye ku hedefa vê komkujiyê Rêbertiya Gelê Kurd e. Her wiha Heval Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz şoreşgerên birûmet bûn ku ji ber êrîşên faşîzma TC’ê neçar mane ku koçi Ewropayê bikin, ji welatên welatparêz hatine û hema bibêje hemû jiyana xwe bi tekoşîna dijî faşîzma TC’ê bihurandine. Ev êrîşa bi ser jinên şoreşger de parçeyek ji plana têkşikandinê ya TC’ê ya faşîst e. Bi berxwedaniya dastanî ya gerîla û gelê me armancên wan cihê xwe negirtine û pûç bûne.

Pergala T.C’ê ya mêtingeriya faşîst têk çûye, nasnameya jina azad careke din bi ser ketiye, azadî bi ser ketiye.

‘DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN PARÎSÊ, HESAB JI AKP-MHP’Ê BIPIRSIN’
Ji 2013’an û vir ve partiya me, gelê me yê welatparêz û Ciwanên Apoyî ji bo ku hesabê vê komkujiyê bipirsin têkoşîneke mezin kirine, li hemû qadên têkoşînê derbên giran li faşîzma T.C’ê dane. Bê şik û guan ji bo tola van hevrêyên me, heta ku faşîzm bi erdê re were rastkirin li her qadê têkoşîn wê hebe. Têkoşîn wê were geşkirin û faşîzm bi Giyanê SERÎ HILDE wê were têkbirin. Ji bo vê em Komalên Ciwan bang li hemû ciwanan dikin ku komelî tevlî çalakiya meşê ya 9’ê Çile ya Parîsê bibin. Em Tevgera Ciwanên Apoyî dibêjin; hemû derdorên ciwanan, bi taybetî ji ciwanên li Ewropayê dijîn û têdikoşin û jinên ciwan, heta ku tola komkujiya Parîsê ji pergala mêtingeriya faşîst a AKP-MHP’ê bipirsin giyanê berxwedêr ê Sarayan bidin ber xwe. Divê yek kêliyê jî dudilî nebin û bi qadan ve biherikin. Divê ciwan biherikin meşa Parîsê û hesabê Sarayan bi giyanê pêngava Serî Hilde bipirsin.”