Li zaningeha SOAS damezrandina PKKê ya sala 40. hate pîrozkirin

Li paytexta Îngîlîstan Londonê xwendekarên Kurd damezrandina PKKê ya sala 40. pîroz kirin.

LONDON – ROJACIWAN

Endamên YXK û JXKê bi armanca tekoşîna azadiyê ya Kurdistanê pîroz bikin li zaningeha SOAS şahiyek li dar xistin. Şahî bi rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê YXKê derbarê rojê axaftinek kin kir.

Xwendekarên Kurd di şevê de bi sloganan govend gerandin. Xwendekarên SOAS ên biyanî jî tevlî govenda xwendekarên Kurd bûn. Piştî demê kê salona şahîyê têrî xwendekaran nebû û xwendekar jî derketin ber deriyê salonê.

Di şahiyê de xwarin û aksesuwar hatin firotin. Hemû destkeftinên şahiyê dê xwendekaran bişînin maxdûrên erdhejiya ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatibû jiyan kirin.

Ji bilî xwarin û aksesuwaran standa Pirtûkên Rêber Apo hate vekirin. Ji bo roja 25ê Mijdarê roja tekoşîna dijî şîddeta jinê û piştgiriya navnetewî standeke agahiyê jî hate vekirin.

Şahî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘We are PKK, PKK is us’ û ‘Long Live Kurdistan Workers Party’ ve qediya.

Wêneyên şahiyê jî wiha ne: