Li Stûttgartê şehîd Çekdar Botan û Lecwan Munzur hatin bîranîn

Di civîna bîranînê de malbata Şehîd Çekdar û Ciwanên Azad quncik vekirin û di vî quncikî de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên 5 gerîlayan hatin daliqandin ku Hezîrana 2016’an li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabûn.

STÛTTGART – ROJACIWAN

Di civîna bîranînê de malbata Şehîd Çekdar û Ciwanên Azad quncik vekirin û di vî quncikî de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên 5 gerîlayan hatin daliqandin ku Hezîrana 2016’an li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabûn.

Bîranîn li hêwana Sportclûb Stûttgart-Stammheîmê hate kirin û nêzî 400 Kurdistanî û dostên wan hazir bûn.

Di bîranînê de bavê Çekdar Botan Şukru Tabak û dayik Emîne Tabak axivîn.

BAV TABAK: RÛHAT JI BO GELÊ XWE BÛ NEMIR

Dayik Emîne Tabak got “Ez pir bêriya Rûhatê xwe dikim. Kelogirî dibim. Nikarim biaxivim. Êşa wî kezeba min dişewitîne.”

Bav Şukru Tabak jî got, “Piştî şehîdan ne tenê kezeba dayikan, kezeba bavan jî dişewite, hem jî pir dişewite. Rûhat ji bo Kurdistanê û gelê Kurd ku pir ji wan hez dikir şehîd bû. Di şexê Çekdar de û yên ku li Qendîlê bi hev re şehîd bûn, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim.”

Di bîranînê de nûnerê Ciwanên Azad got: “Xemgîniya me ya ji ber şehîdbûna hevalê me wê bibe serhildan û serhildan wê bibe giyanê têkoşînê. Pêvajo pir tiştan ji me dixwaze û em ji bo ku bibin bersiv e mê xwe birêxistin bikin.”

Di bîranînê de nûnerên KJK-A’yê û Saziya Malbatên Şehîdan a Stûttgartê jî axivîn.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Çekdar Botan hate nîşandan.

Bîranîn piştî mewlûdê û fitarê bi dawî bû.