Li Çemçemal malbatên Enfaliyan pêşwaziya ciwanên meşa dirêj kirin

45710ccdc7

Çalakvanên meşa dirêj ya Başûrê Kurdistanê li navçeya Çemçemal serdana monumenta şehîdên Enfalê kir û çalakvan ji aliyê malbatên şehîdên Enfalê û rêvebereriya monumenta Enfaliyan ve hatin pêşwazî kirin.

ÇEMÇEMAL (BERHEM LETIF) – ROJACIWAN

Îro di saet 09:30’an de ciwanên meşa dirêj ya bi armanca azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serdana monumenta şehîdên Enfalê kir. Di serdana li navçeya Çemçemal de beşdarvanên meşa dirêj ji aliyê malbatên Enfaliyan û rêveberên monumenta Enfaliyan ve hatin pêşwazî kirin. Ciwanan ji destegulek danîn ser monumenta enfalê.

Di monumentê de li ser navê ciwanan Perwîz Rifet peyamek pêşkêş kir û got: “ Di sala 1988’an de dijminên gelê Kurd enfal li ser Kurdan pêkanî. Piştre di sala 1999’an de xwastin ku di kesayeta Rêber Apo de carekê din Kurdan enfal bikin, ji bo vê divê em xwedî li Rêber Apo derkevin.”

81b9a9d8f2

Her wiha Rêveberê Monumenta Enfaliyan a Çemçemalê, Habîl Ehmed xêrhatina ciwanan kir û got: “ Em piştgiriya çalakiya ciwanan dikin. Em xêrhatina we dikin ji bo monumenta enfalê. Apo sembola netewa Kurde. Ji bo vê heya em xwediyê ciwanên wek van ciwanên qehreman bin, ez bi bawerim ku pêşerojek ronî li pêşiya gelê Kurde.”

d9b28808a4

Meşa dirêj ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Silêmaniyê ber bi Hewlêr ve destpêkiriye. Ev meş bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê hatiye pêkanîn. Niha çalakvanên meşa dirêj ya ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve di roja xwe ya sêyem de ji Çemçemalê ber bi Kerkûkê ve ketine rê.

Leave a Reply