Xwendekaran êrîşên li ser kolberan şermezar kirin

Xwendekarên Zanîngeha Elame ya li paytexta Îran Tehranê bi çalakiyekê piştgirî dan Reza Şehabî û kolberên Kurd. Her wiha zextên rejîma Îranê yên li ser kolberên Kurd ji şermezar kirin.

TEHRAN – ROJACIWAN

Li Zanîngeha Elame ya paytexta Îranê Tehranê duh xwendekarên beşa zanistên civakî li dijî zextên li ser kolberan çalakiyek lidarxistin.Di çalakiyê de xwendekaran gelek pankartên li ser, ‘Nan, kar, azadî’, ‘Nan ji bo jiyanê û jiyan ji bo nan’, ‘Karkerên cîhanê hev bigirin’ û ‘Divê Reza Şehabî were berdan’ nivîsîn berz kirin. Piştre navên kolberên di salên borî de li ser sînorên Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin hatin xwendin. Piştre jî xwendekaran ku xwendekarên çepgir ên Zanîngeha Elame ya Tehranê ne sirûdên şoreşgerî di çarçoveya çalakiya xwe de bi komî gotin.
Her wiha di çalakiyê de, parkart ji bo piştgiriya Raza Şehabî yê li Girtîgeha Recayî tê girtin vekirin û daxwaza azadiya wî kirin.