Xwendekarên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Xwendekarên peymangeha Sîdra ya Bajarê Helebê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber APO şermezar kirin.

HELEB – ROJACIWAN

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO de, xwendekarên Peymangeha Sîdra ya herdû astên navîn û amadeyî ya bajarê Helebê daxuyaniyek dan.

Bi dehan xwendekarên peymangehê, Endamên KPC-Demokratîk û Tevgera Jina Ciwan li pêşiya dibistana Şehîd Alan ya dikeve taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ″Komploya navneteweyî ya ku li dijî Ocalan pêk hat, hê bi dawî nebûye. Hêzên komploger bi vê yekê hewl dan ku vîna gelê Kurd bişikînin lê bi ser neketin.

Banga me ji hemû meclîs û saziyên navneteweyî re heye ku ji bo azadiya Ocalan bixebitin. Em ê  jî çalakiyên xwe bidomînin heta Rêberê me azad bibe″.

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên ″Bijî Serok APO″ berz kirin.