Yekem dibistana navîn li El-Cirniye hate vekirin

Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa bajaroka El-Cirniye ya Tebqayê yekemîn dibistana navîn li bajarok vekir.

TEBQA – ROJACIWANTEBQA-VEKIRNA-DIBSTANEKE-LI-GUDE-CIRNIYA-3

Vekirina dibistanê bi kordîneya Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, pêk hat.

Li vî bajaroka ku di meha Sibata borî de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatiye rizgarkirin, ev yekem dibistana navîne tê vekirin.

Di dibistanê de, derdora 200 xwendekarên ji navenda bajarok û gundewrên wê perwerde dibin. Balkêş e ku rojan e hejmara şagirtên ku dixwazin navên xwe di dibistanê de qeyd bikin û perwerde bibin zêde dibe. Dibistan ji aliyê 7 mamosteyan ve tê birêvebirin.

Şagirt bi vekirina dibistanê kêfxweş bûn, ku di serdema çeteyan de ji xwendinê hatibûn mehrûmkirin.

Xwendekarê refê 7`an Heysem kêfxweşiya bi vekirina yekem dibistana navîn anî ziman û got:ʺDi dema serweriya DAIŞ`ê ya terorîst de em bi yekcarî ji xwendinê hatibûn mehrûmkirin. Lê niha em vegeriyan xwendina xweʺ.

TEBQA-VEKIRNA-DIBSTANEKE-LI-GUDE-CIRNIYA-1Li gorî Komîteya Perwerde ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, hejmara dibistanên Tebqa û gundewarên wê 160 dibistanên seretayî û navîn in.

Ev hejmara dibistanan, ked û xebata Komîteya Perwerde yên ji bo başkirina rewşa perwerdeyê li herêmê nîşan dide. Komîte di heman demê de ji bo vekirina dibistanên amadeyî di nava xebatê de ye.

Xwendekarê bi navê Yûnis ê asta navîn jî ev tişt anî ziman:ʺEm bi vegera li dibistanên xwe pir kêfxweş bûneʺ.