Yekemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan destpê kir

EFRIN-DESPEKIRINA-KONFIRANSA-JINEN-JIWAN7

Yekemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan bi durişmeya ʺBi serkêşiya jinên ciwan, heta azadiya Rêber APO, serhildan û tolhildana ʺ bi beşdarbûna 500 delegeyan dest pê kir.

EFRÎN – ROJACIWAN

Yekemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan bi durişmeya ʺBi serkêşiya jinên ciwan, heta azadiya Rêber APO, serhildan û tolhildana ʺ bi beşdarbûna 500 delegeyan dest pê kir.

Yekemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê bi durişmeya ʺBi serkêşiya jinên ciwan, heta azadiya Rêber APO, serhildan û tolhildana ʺ li salona Navenda Çandê ya bajarê Efrênê bi beşdarbûna 500 delegeyan û nûnerên sazî û rêxistinên civakî destpê kir.

Endama Koordînasyona Kongireya Star Zelal Cîger, nûnerên YPJ`ê , Sazî û Rêxistinên Jinan, endamên yekîtiya jinên ciwan a bajarê Helebê, desteya werzişê, jinên ciwan ên herêma Şehba, endama Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Rohat Arif, ku cilên foliklorî li xwe kiribûn beşdarî konferansê bûn.

Salona Konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Têkoşerên jinên ciwan, her wiha pankartên binivîsa ʺBi berxwedana jinên ciwan emê tevahî jinan rizgar bikinʺ hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Ronahî Kobanê axaftina vekirin kir û bi xêrhatina mêvanan kir û got ʺEm konferansa xwe li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdaran û hemû jinan pîroz dikin.ʺ Piştre dîwana konferansê ji 5 endaman hat hilbijartin.

Têpayîn beşdarên konferansê axaftinan pêşkêş bikin.