Yekîtiya Jinên Ciwan Akademiya Jiyan û Amara vekirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kanotna Cizîrê ji bo endamên xwe perwede bike, Akademiya Jiyan û Amara vekirin. Akademiyê di salekê de 350 jin perwerder kirin.

DIRBÊSIYÊ – ROJACIWAN

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kanotna Cizîrê ji bo endamên xwe perwede bike, Akademiya Jiyan û Amara vekirin. Akademiyê di salekê de 350 jin perwerder kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê û bi armanca pêşxistina endamên xwe di aliyê rêxistinî û zanyariyê de di 20ʹê kanûna 2015ʹan de li bajarê Dirbêsiyê Amademiya Jinên Ciwan bi navê Akademiya Jiyan û Amara vekirin. Jinên Ciwan ên hemû kantona Cizîrê di akademiyê de têne perwedekirin.

Ji destpêka vekirina wê û heta niha di akamdemiyê de 20 dewreyên ku bi bşedarbûna 350 jinên ciwan ên ji hemû pêkhateyan bi dawî vekirine. Di akademiya ku dewreyên wê 15 roj in de dersên girîngiya perwerdeyê, dîroka jinan, civaka xwezayî, rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Netewa Demokratîk, Fedralî, Jinolojî û dîroka Kurdistanê dihate dayîn. Di heman demê de dersên li ser girîngiya xweparstinê jî dihatin dayîn.

Endama Rêveber a Akademiyê Cûdî Ehmed got ku aramnca wan ji vekirina Akademiyê ew ku jinên ciwan zane bibin, xwe ji sîstema desthiladariya zilam rizgar bike û rola xwe ya pêşeng di nava civakê de bigre.

Cûdî Ehmed her wiha da znaîn ku Tevgera JInên Ciwan her dem dê ji bo pêşxistina jinan û azadiya wan tekoşîna xwe xurtir bike.

Jiyan û Amara ku Akademî li ser navê wan hatiye vekirin, endamên 2 endamên rêveber ên Yekîtiya Jinên Ciwan bû. Jiyan Dêrik di sala 2011ʹan de tevlî Tevgera Jinên CIwan bû û di şerê li dijî DAIŞʹê di cotmeha 2014ʹan de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.