Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk tevlî hemleya Serî Hilde bû

2017-11-08-QAM-Ciwanên-Xwendevan-Beştarî-Hemleya-–-Serî-Hilda-bun-4

Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk bi daxuyaniyeke tevlîbûna xwe ji bo hemleya “Serî Hilde” ragihand.

QAMIŞLO-ROJACIWAN

Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk bi daxuyaniyeke tevlîbûna xwe ji bo hemleya “Serî Hilde” ragihand.

Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk bi amadebûna bi dehan xwendekaran tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya “Serî Hilde” ya ku bo diyar kirina Rewşa Rêber Apo ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve hatiye destêkirin  ragihand. Daxuyanî li Zanîngeha Rojava ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên karker, xwendekar, çi Ereb, Tirkmen, Suryan, Çerkez, Ermen, Êzidî û Kurd  hate kirin ku beşdarî çalakiyan hemleyê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ” Ji Efrînê heya Minbic, ji Minbic heyanî Kobanê, ji Kobanê heyanî Cizîrê, hemû ciwan ji bo azadiya Serokatî û tunekirina dagirkerî Serî Hildin.”