YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Sehid

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 3 şervanên xwe yên di demên cuda de li cihên cuda şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Hevalê me Loqman Qamişlo yê kurê wî jî şehîd e, li Til Berakê di encama qezaya trafîkê de gihîşte şehadetê. Hevalê me Şoreş Reqawî jî li Reqayê di dema paqijkirina bajar ji mayînan de, ji ber teqîna mayinekê şehîd bû. Hevalê me Şiyar Şedadê, ku demek pir dirêj li herêma Dêra Zorê bi erkekî taybet radibû û karê xwe bi awayekî serketî dimeşand, ji aliyêalî çeteyên DAIŞ’ê ve şehîd hate xistin.

Em weke YPG û YPJ’ê di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku timî li ser şopa şehîdan bin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Loqman-Qamislo

Nav û Paşnav: Loqman Qamişlo

Navê Rast: Dear El-Cerbuh

Navê Dayîkê: Xidra

Navê Bav: Hemed

Cîh û Dîroka Şehadetê: 20 Mijdar 2017 – Til Berak

 

 


Şoreş-Reqawî
Nav û Paşnav: Şoreş Reqawî

Navê Rast: Imad Osman

Navê Dayîkê: Asya

Navê Bav: Ednan

Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 24 Mijdar 2017 – Reqa

 


Siyar-Sedade-217x300

Nav û Paşnav: Şiyar Şedadê

Navê Rast: Ednan Ewad El-Alawî

Navê Dayîkê: Zebha

Navê Bav: Ewad

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 23 Sibat 2017 – Dêra Zor.”