YPS: Li Qoserê 2 endamên me şehîd bûn

yps-sivil-sicil

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin, ku 2 endamên wan ên li Qoserê bi erka xwe radibûn, li çeteyên qesrê rast hatin û di şer de jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: “Êvara 21’ê Çileyê saet di 21:30 de, 2 endamên me yên li taxa Pireketan a li navenda Qoserê bi erka xwe radibûn, li çeteyên qesrê rast hatin û li vir şer derket. Di şer de endamên me Ozgur û Ezda şehîd bûn.

Nasnav: Ezda
Nav paşnav: Hava Asparslan
Cihê jidayikbûnê: Enqere
Dayik-Bav: Esma-Huseyîn
Cih û dema şehadetê: 21’ê Çileya 2017 / Qoser – Mêrdîn”

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir, ew ê nasnameya endamê xwe yê bi navê Ozgur jî piştre eşkere bikin.